Serkan Ramanli li parlamentoyê Kurdî axifî: Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê

Alîkarê Serokê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli got ku ew dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
22.02.2024, Per - 06:19
Serkan Ramanli li parlamentoyê Kurdî axifî: Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli li parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serkan Ramanli di civînê de bi bone ya "21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" bal kişand li ser zimanê Kurdî û bi Kurdî aixivî.

Serkan Ramanli got, di salên borî de zimanê Kurdî rastî gelek astengiyan dihat û milletê Kurd nikarîbû bi serbestî bi Kurdî biaxiviya û bigota em Kurd in.

Ramanlî herwiha got ku van salên dawiyê di warê siyasî de hinek guhertin di siyaseta dewleta Tirkiyeyê de li beramberî Kurdan û Kurdî heye lê ne bes e.

Ramanli eşkere kir ku heta zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê ew dê berdewam xebatê bikin û daxwaza wan ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ti astengî li ber zimanê Kurdî nemîne.

“Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê”

Alîkarê Serokê HUDA PARê wiha got:

“Zimanê me her diçe winda dibe û me di van hefteyên dawiyê de jî daxuyanî dan û me xwest ku hişmendiya gelê derbarê zimanê zêde bibe û zarokên me fêrî zimanê bibin.

Divê herkes li zimanê xwe xwedî derbikeve û ti ziman winda nebin. Ziman lutfa Rebê Alemê ye ji me tevan re.

Cudabûna zimanê me ji hev ji ayêtên Xweda ne. Cudabûna zimanê me nabe sedemê ji hevçûn û pevçûna me.

Gelê Kurd ji ber qedexekirina ziman bi dehan salan nekariye xwe îfade bike û nekariya bi zimanê xwe biaxiv û nekariye bibêje em Kurdin jî.”

Herî dawî Ramanli amaje bi wê yekê kir ku bi pêşketina siyasete re hinek tişt normalîze bûne lê hîn jî gelek gav hene divê bêne avêt wekî ku Kurdî jî bibe zimanê perwerdeyê.

Meşa ji bo ziman

Li aliyê din Partiya Doza Azad (HUDA PAR) bi boneya "21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" bi beşdariya rêvebir û endamên xwe li Amedê meşek li dar xist.

Pankartên "Li zimanê xwe xwedî derdikevim”, “Bê ziman millet nabe”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Ziman hebûna me ye”, “Zimanê me temînata siberoja me ye” hatin vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 745 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:15:33