Serokê CHPê bertek nîşanda: Divê biryara peywirdarkirina Qeyûm bê rawestandin

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel ji ber peywirdarkirina qeyûm ji bo şaredariya Colemêrgê bertek nîşan da û ragehadn, ew peywirdarkirin divê demildest bê paşvekêşandin.
03.06.2024, Pts - 16:05
Serokê CHPê bertek nîşanda: Divê biryara peywirdarkirina Qeyûm bê rawestandin
Nuçe Belav bike

Serokê CHPê Ozgur Ozel ji ber girtina Hevserokê Şaredariya Colemêrgê yê ji DEM Partiyê Mehmed Sidîq Akiş û peywirdarkirina qeyûm bertek nîşan da.

Ozel di tora xwe ya civakî X de ragehand: ‘’Di demjimêrên serê sibehê li hember şaredariya Colemêrgê operasyonek pêkhat û girtina Serokê Şaredariyê ya ji ber dozeke ku 10 sal berî naha hatiye vekirin û hîn berdewam dike û ew wek sedemê girtin û peywirdarkirina qeyûm hatiye nîşandan û em vê yekê red dikin. Tiştên tên jiyan kirin, îradeya gelê Colemêrgê ya berî du mehan derketî holê tine hesab kirin û ji holê rakirine. Divê biryara peywirdarkirina qeyûm paşde bê vekêşandin. Em li gel îradeya gel û demokrasiyê ne û em dijî têgeheştina qeyûman in.’’

 

Vî nûçeyê tevayî: 631 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:05:00