Serokê CHPyê diçe serdana Demîrtaş

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel li girtîgeha Edîrneyê here serdana Selahattîn Demîrtaş.
01.06.2024, Cts - 16:31
Serokê CHPyê diçe serdana Demîrtaş
Nuçe Belav bike

Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş nêzikî 7 sal û nîv in di çarçoveya Doza Kobaniyê de li girtîgeha Edîrneyê tê girtin.

Li gorî nûçeya Medyascopê, dê Serokê CHPyê Ozgur Ozel li girtîgeha Edîrneyê biçe serdana Selahattîn Demîrtaş.

Derbarê dema serdanê de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Hevserokê Berê yê HDPyê Selhattîn Demîrtaş ku ji 2016an ve di çarçovaya Doza Kobanî de li girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê 16ê Gulanê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirin.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel piştî biryara dadgehê ragihandibû cezayên ku li Demîrtaş û siyasetmedarên HDPyê hatine birîn siyasî ne û nehiqûqî ne.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî çend roj berê li girtîgeha Edîrneyê çûbû serdana Demîrtaş û Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli.

 

Vî nûçeyê tevayî: 646 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:04:48