Serokê Giştî yê CHPê serdana Demîrtaş dike

Serokê Giştî yê CHPê îro serdana Selahettîn Demîrtaş dike. Piştî hevdîtinê, peyama Demîrtaş bo raya giştî dê were aşkerekirin.
21.10.2024, Pts - 10:36
Serokê Giştî yê CHPê serdana Demîrtaş dike
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel îro demjimêr 11:00’ê li zîndana Edîrneyê serdana hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş û şaredarê berê yê Diyarbekirê Selçuk Mizraklî dike.

Ozgur Ozel pêştir ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xwestibû ku serdana Demîrtaş. Wezaretê jî bi erênî bersiva Ozel da.

Li gor zanyariyan, parêzerên Demîrtaş mijarên ku Demîrtaş amade kiribû, beriya serdanê, radestî Ozgur Ozel bikin ku dê bi raya giştî re bê parvekirin.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, piştî hevdîtinê tevî şandeke bilind a CHPê dê serdana Diyarbekirê bikin. Herwiha şanda CHPê di çarçoveya çareseriya pirsa Kurd de, serdana heft bajarên bakurê Kurdistanê dike.

Bi destpêşxêriya Dewlet Bahçelî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bo diyalogê gav hatibû avêtin û ev yek wek destpêkirina proseyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd hatibû binavkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 143 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:08:55