Şêwirmendê Akşener: Girtina Demîrtaş derqanûnî ye

Turhan Çomez serşêwirmendê Sorka IYI Partiyê Meral Akşener got ku girtina Selhattîn Demîrtaş derqanûnî ye.
17.12.2022, Cts - 13:27
Şêwirmendê Akşener: Girtina Demîrtaş derqanûnî ye
Nuçe Belav bike

Serşêwirmendê Sorka IYI Partiyê Meral Akşener, Burhan Çomez derbarê girtina Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de nirxandinan kir û girtina wan wek"derqanûnî" bi nav kir.

Çömez, diyar kir ku divê Tirkiye li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tevbigere û got “Tirkiye welatekî alî yê DMMEyê ye, îmze kiriye û li gorî DMMEyê divê ev mirov ne di girtîgehê de bin. Ji ber vê yekê li vê derê neqanûniyek heye.”

Çomez derbarê biyara qedexekirina ji siyasetê ya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de jî got ku ew li kêleka Îmamoglu ne.

Komîteya Wezîrên Konsiya Ewropayê di civîna xwe ya 6-8ê Berfenbarê de daxwaza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo demildest bicihanîna biryara berdana Demîrtaş dubare kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:44:50