Herwiha dê 58 hezar 259 dengder li 312 sindoqan ding bidin.
Piştî hilbijartinên 31ê Adarê ji ber nerazîbûnan biryar hatibû dayîn ku li 3 navçe û 4 bajarokan 2yê Hezîranê hilbijartin bên dubarekirin.
Herwiha li 212 taxan jî dê muxtar bên hilbijartin.
Dengder di navbera 08:00 û 17:00an de dê bikaribin dengê xwe bidin û qedexeya weşanê li gorî yasayê heta demjimêr 21:00ê dê berdewam be.
Cihên ku dê 2ê Hezîrana 2024an hilbijartinên serokatiya şaredariyê bên kirin ev in:
Bakurê Kurdistanê
Riha - Curnê Reş
Dêrsim - Mêzgir - Perî
Sêwaz - Norxan Guneykaya
Tirkiye
Aksaray - Guzelyurt
Kayseri - Pinarbaşi
Kirklareli - Luleburgaz- Buyukkariştiran
Aksaray - Saglik
Serokê Lîjneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê Ahmet Yener 6ê Gulanê encamên fermî yên Hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan eşkere kiribûn.