Soylu: 50 hezar û 783 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku hejmara kesên di erdhejên 6ê Sibatê de li 11 parêzhên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane gihiştiye 50 hezar û 783 kesan û 7 hezar û 302 ji wan koçber in.
22.04.2023, Cts - 10:04
Soylu: 50 hezar û 783 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu roja Şemiyê 22ê Nîsana 2023an beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û derbarê mijarên di rojevê de axivî. Soylu ragihand ku di erdheja 6ê Sibatê de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi giştî 50 hezar û 783 kesan canê xwe ji dest dane.

Ji destpêka erdhejê ve behsa wê yekê tê kirin ku amarên kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane ji yên ku hikumet radighîne zêdetir in. Suleyman Soylu derbarê vê mijarê de jî got: “Ji destpêka erdhehê ve wezareta me ya dadê, dozgeriyên me, rêveberiyên me yên nifusê kar dikin. Li gundan hinek kes hene ku canê xwe ji dest dane lê bêyî rapora mirinê ya dozgerê navçeyê hatine veşartin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê herwiha eşkere kir ku 7 hezar û 302 kesên li 11 parêzgehan di erdhejê de canê xwe ji dest dane koçber in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 632 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:10