Soylu derbarê qedexkirina konserên Kurdî de axivî

Konserên hunermendên Kurd Aynur Dogan û Mem Ararat hatibûn qedexekirin
30.05.2022, Pts - 06:02
Soylu derbarê qedexkirina konserên Kurdî de axivî
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu îdia kir ku ti peywendiya qedexekirinên vê dawiyê yên konseran, bi Kurdî ve nîne û got: “ Li vî welatî ti kesek ji ber gotina stranên Kurdî û hunerê nayê astengkirin. Lê eger di demên borî de peywendiyeke wan bi terorê ve hatibe dîtin, li vir gel û sazî dibe ku nîgeran bibin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu îro 29ê Gulana 2022ê serdana parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kir û li wir beşdarî weşana zindî ya televîzyona hikûmeta wî welatî TRT Kurdî bû.

Suleyman Soylu ameje bi wê yekê da ku li Tirkiye demekê gotina “ez Kurd im” wek tawan dihat dîdtin û ev yek di serdema Erdogan de rabûye û îdia kir ku li Tirkiye herkes dikare bi rehetî Kurdbûna xwe bibêje.

Soylu got: “Dibêjin ‘Kurdî asteng dikin’, em çi asteng dikin? Şeva borç li Farqînê konserek hat kirin û bi hezaran kes beşdar bûn. Stranên Kurdî jî hatin gotin, her tişt tê gotin. Cudahiyek bi vî rengî nîne û qedexe ne ji ber ziman tên kirin.”

Bi gotina Soylu hunermend dikarin bi erebî, Kurdî û zimaneke din straqnên xwe jî dibêjin û berdewam dibêjin. Soylu got jî: “Eger li wir peywedniyeke bi terorê hatibe dîtin divê ew hestiyariyên ku çêdibin mirov çavê xwe bo wan negire.”

Derbarê qedexekirinên vê dawiyê yên konser çalakiyên Kurdî de jî Soylu axivî û îdia kir: “Li vî welatî ti kesek ji ber gotina stranên Kurdî û hunerê nayê astengkirin. Lê eger di demên borî de peywendiyeke wan bi terorê ve hatibe dîtin li vir gel û sazî dibe ku nîgeran bibin. Lê eger ev stran bo terorê hatin giherîn û propagandeya terorê hat kirin dibêjin deqeyekê rawest e. Ev îstîsmarekî siyasî ye.”

Ev gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiye di demekê de ne di demên dawî de qedexekirina konser û şanoyên Kurdî zêde bûne û herî dawî jî li navçeya Tetwanê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê lîstika bi navê “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” ya Koma Şanoyê ya Mencel ku dê 31ê Gulana 2022ê bihata pêşandan ji aliyê Qeymeqamê Tetwanê ve bi hinceta pirsgirêkên teknîkî hat qedexekirin.

Berî demekê konsertên hunermendên Kurd Aynur Dogan û Mem Ararat hatibûn qedexekirin û gelek caran şanoyên Kurdî bi hincetên cûda tên qedexekirin.

29ê Gulana 2021ê 57 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş qedexekirina konsert û çalakiyên di van demên dawî de ku piraniya wan Kurdî ne, şermezar kiribûbûn û gotibûn: “Bêdengkirina hunerê û hunermandan bê henase hiştina civakê ye.” herwiha 21 saziyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî derbarê zêdebûna qedexekirina konser û şanoyên Kurdî de daxuyaniyeke hevbeş dabûn û nerazîbûna xwe nîşan dabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 731 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:40