Îsvîçre ji hêla Tirkiyê ve hişyarî weşand

Îsvîçre, welatiyên xwe re jibo çûna Tirkiyê hişyarî weşand.
28.07.2017, Cum - 09:33
Îsvîçre ji hêla Tirkiyê ve hişyarî weşand
Nuçe Belav bike

Hişyariya ku Wezareta Karêderveyî ya Îsvîçrê malpera xwe de weşandiye bakdariyê dikêşe liser vî mijarê. Her wiha tê gotin; \"Jiber sedema referandûma ku 25 îlonê de li Bakûr\'ê kurdistan pê were giştiya welatê Tirkiye\'yê atmosfera ramyarî kele kel e û li gelamperiyê Tirkiyê dibe ku bûyer û çalakî çêbibin.\"

Devama daxûyaniyê de tê gotin ku, di vî atmosfera aloz dibe ku bibe sedem ku mirovên biyan hedf bên girtin. jiber vana bila welatiyên me van deran dur bisekinin û baldar bibin.

Dîsa tê gotin ku, qewimînin li Suriyê û Iraq\'ê pêktên rengvedana xwe dide Tirkiyê û li gel hemû pêşî li girtinan îxtîmala êrişên terorî heye.

Her wiha tê gotin ku, piştî hewldana darbeya leşkerî û hikûmet bi îlankirina rewşa awarteyê hinek mafên bingehîn re sinor daniye û bi vî şeklê gava ketin û derketina welat de bê biryara dadgehê îxtîmala girtinê heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:49