Swêd: Em dikarin çekan hinardeyî Tirkiyê bikin

Swêd ragihand ku di şert û mercên îro de ew dikarin çekan hinardeyî Tirkiyê bikin.
30.05.2022, Pts - 05:55
Swêd: Em dikarin çekan hinardeyî Tirkiyê bikin
Nuçe Belav bike

Serokê Daîreya Kontrolkirina Hinardekirina Çekan a Dewletê li Swêdê (ISP) Karl Evertsson, têkildarî gotûbêjiên bi Tirkiyeyê re yên li ser serlêdana Swêdê ya ji bo endametiya NATOyê ji rojnameya Expressenê re axivî.

Karl Evertsson, ew çekan di bin şert û mercên ku Komîsyona Parastinê ya Swêdê diyarkirî de çekan hinar de dike û got, "Niha pêwîstiya Tirkiyeyê bi çekên me nîne. Ji me çekan nakirin. Em serlêdanên komîsyonên parastinê li gorî rewşê dinirxînin. Di şert û mercên îro de em dikarin çekan bifroşin Tirkiyê."

Evertsson li ser pirsa ku çekên antîtank AT-4 ên Swêdê çawa ketin destê PKKê de wiha got, "Em van çekan nadin rêxistinan. Dibe ku sedema vê yekê ew bû ku ev çekên navborî di bin lîsansa Amerîkayê de jî tên hilbirîn û em bala xwe nadin wê yekê ku ka çawa ev çek ji bo welatên sêyemîn jî têne şandin.”

Daîreya Kontrolkirina Hinardekirina Çekan a Dewletê li Sweêdê di 15ê Cotmeha 2019an de firotina çekan bo Tirkiyê qedexe kiribû.

Li gorî nûçeya radyoya dewletê SR, piştî vê dîrokê, daxwaza 3 şîrketên taybet ên hilberîna çekan a Swêdê ku çekan bifiroşin Tirkiyê, nehatibû qebûlkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 573 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:52:18