Swêd ji bo radestkirina kesekî bo Tirkiyê amadekariyê dike

Kesê ku dê were radestkirin, welatiyê Tirkiyê ye û di salên 2013 û 2016an de ji ber tawanên sextekariyê ceza lê hatiye birîn.
12.08.2022, Cum - 06:48
Swêd ji bo radestkirina kesekî bo Tirkiyê amadekariyê dike
Nuçe Belav bike

Televîzyona fermî ya SVT ya Swêdê ragihand, kesekî 35 salî ku ji ber sextekariyê, Tirkiye bi bultena sor lê digeriya, biryar hatiye dayîn ku radestî Tirkiyê were kirin.

Hat diyarkirin, kesê ku dê were radestkirin, welatiyê Tirkiyê ye û di salên 2013 û 2016an de ji ber tawanên sextekariyê ceza lê hatiye birîn.

Wezîra Dad û Navxweyî ya Swêdê Morgan Johansson biryara Dadgeha Bilind weke rewşeke rutîn bi nav kiriye.

Hat destnîşankirin, kesê ku ji sala 2011an ve li Swêdê dijî û di vê heyamê de serlêdana penaberiyê kiriye, li Tirkiyê ji ber sextekariyê 14 sal cezaya girtîgehê lê hatiye birîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 392 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:29:46