Tezkereya Rojava û Başûrê Kurdistanê li Parlamentoya Tirkiyeyê ye: HEDEP û CHP li dijî ne

Li Parlamentoya Tirkiyê gotûbêjên li ser tezkereya Rojava û Başûrê Kurdistanêdest pê dikin
17.10.2023, Sal - 12:40
Tezkereya Rojava û Başûrê Kurdistanê li Parlamentoya Tirkiyeyê ye: HEDEP û CHP li dijî ne
Nuçe Belav bike

Li Parlamentoya Tirkiyeyê îro tezkereya ku dema şandina leşkerên Tirkiyeyê ji bo nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê dirêj dike, tê gotûbêjkirin.

Tezkereya Serokkomariya Tirkiyeyê ya ku rê dide artêşa Tirkiyeyê biçe nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê hefteya borî ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re hat şandin.

Piştî gotûbêjên li komîsyonê tezkere ji bo Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hat şandin.

Îro piştî nîvro li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê gotûbêjên li ser tezkereyê dest pê dikin.

AK Partî û hevpeymanên wê piştgiriya tezkereyê dikin.

HEDEP li dijî tezkereyê ye

Partiyên wekî HEDEP û CHPê jî li dijî tezkereyê ne û partiyên din jî helwêsta xwe eşkere nekirine.

CHP dibêje, di nav yasayê de xalek heye ku rê dide leşkerên biyanî werin nav axa Tirkiyeyê û ji ber vê xalê dê dengê “na” bidin.

Piştî gotûbêjên li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê dê deng li ser tezkereyê bê dayîn.

Li gorî naveroka tezkereyê Hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKK, YPG û DAIŞê dixwaze dema şandina leşkerên xwe ji bo nav axa Iraq û Sûriyê û di vê çarçoveyê de Başûr û Rojavayê Kurdistanê 2 salên din dirêj bike.

Eger tezkere li Parlamentoyê bê qebûlkirin dê dema şandina leşkeran ji 30ê Cotmeha 2023yan heta 30ê Cotmeha 2025an bê dirêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:51:02