Tirkiye dixwaze Kantonên Cizîrê û Kobaniyê ji hev veqetîne

Tê îdîakirin ku Tirkiye dê bi operasyonek nû ya wek "Mertalê Firatê" amadekarî dike ku ji Girê Sipî derbas bibe û di navbera Kantonên li Rojavayê de korîdorek ya binavê "Korîdora Artêşa Azad" çê bike. Deverên bidest bixe jî ji bo bicihkirina ereban veke.
24.04.2017, Pts - 09:49
Tirkiye dixwaze Kantonên Cizîrê û Kobaniyê ji hev veqetîne
Nuçe Belav bike

Wek tê zanîn hefteya borî di ajansa ANHAyê de wek nûçeya lezgîn derbas bibû ku Tirkiye li sînorên Tel Abyad û Akçakaleyê leşkerên xwe bicih dike. Îro jî di rojnameya binavê Karar de cih digire ku ev bicihkirina leşkeran destpêka operasyonek ya Tirkiyeyê ye li Tel-Abyadê ango Girê Sipî.

Li gorî nûçeya Hîlal Ozturk ya nivîskara rojnameya binavê Kararê, dê hêzên Artêşa Tirk di nava mehekê de li herêmê dest bi operasyonekê bike. Di nûçeyê de her wiha tê gotin ku hedefa vê operasyonê jî Kantonên girêdayî PYDê ne ango kurd in. Di nûçeyê de her wiha tê gotin:"Artêşa tirk di navbera Kantonên Cizîr û Kobaniyê de ji Cerablûsê heya El Babê operasyonek ya wek "Mertala Firatê" bide meşandin. Ku operasyon biserkev e dê dê herêmê ji niştecihên ereban re vekin û ereban li wir bicih bike."

Li gorî nûçeyê, Artêşa Tirk bi vê operasyonê dixwaze herêmê dagir bike. Di nûçeya taybet ya Kararê de tê gotin ku Tirkiye dixwaze herêmê ji destê PYD, YPG bigire û li vê derê ereban bicih bike. Bi vî awayî herdû Kantonên di destê PYDê de jî ji hev dûr bixe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:50