Tirkiye hişyariyê dide Bafil Talebanî

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler ragihand, ew berdewam hişyariyê didin Bafil Talebanî û daxwazê jê dikin dest ji piştgiriya PKKê berde.
23.09.2023, Cts - 09:11
Tirkiye hişyariyê dide Bafil Talebanî
Nuçe Belav bike

Yaşar Guler li ser zêdebûna hevahengiyên PKKê yên li Silêmaniyê, ji bo rojnameya Miliyet a Tirkiyê re axiviye û dibêje: “Em berdewam hişyariyê didin Bafil Talebanî ku dest ji piştgiriya PKKê berde û pêwendiyên xwe yên ligel wê rêxistinê qut bike, eger na rewşa siberojê di berjewendiya Silêmaniyê de nabe.”

Guler herwiha gotiye: “Em çavdêriya liv û tevgerên YNKê dikin û têbîniyên xwe jî ji Iraq û PDKê re didin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê tekezî li ser wê yekê dike ku wan çendîn caran hişyarî dane YNKê, ji ber girtina Balafirgeha Silêmaniyê pêwendiyên wan bi temamî ligel YNKê qut bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 485 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:56