Tirkiye ji Amerîkayê re: Divê piştgiriya YPGyê nekî

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re diyar kir ku divê Amerîka piştgiriya YPGê neke.
07.10.2023, Cts - 09:02
Tirkiye ji Amerîkayê re: Divê piştgiriya YPGyê nekî
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi telefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Hakan Fîdan ji hevtayê xwe Blinken re bi tundî ragihandiye ku divê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê dest ji piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berde.

Hat diyarkirin ku Fîdan ji hevtayê xwe re gotiye ku operasyonên Tirkiyeyê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê dê bi biryar berdewam bin.

Di daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê de hatin ragihand:

“Di çarçoveya xistina droneke me de, li ser xebata bi bandor a bi awayekî ku têkoşîna me ya li dijî terorê asteng neke, aliyan li hev kir.”

Di civînê de mijara berfirehkirina NATOyê jî hat gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:07