Tirkiye: Me Çiyayê Gare, Xewkurk, Qendîl û Asosê bombebaran kirin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, wan operasyoneke asmanî li ser çiyayên Gare, Xwakurk, Asos û Qendîlê kirine.
19.09.2024, Per - 09:59
Tirkiye: Me Çiyayê Gare, Xewkurk, Qendîl û Asosê bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, wan çiyayên Gare, Xwakurk, Asos û Qendîlê kirine û 24 embar, sitargeh û şikeft armanc kirine.

Çiyayê Asosê yê li parêzgeha Silêmaniyê du caran hat bombebarankirin. Bombebaran jî li nêzîkî gundê Gelala bû.

Di vê derbarê de, Qaymeqamê Navçeya Mawat Kamîran Hesen ji ajansa K24ê re ragihand, ti ziyanên canî çênebûne.

Ji ber şerê di navbera Tirkiye û PKKê de li Herêma Kurdistanê, nêzîkî 800 gundan û çend deverên geştyarî wêran bûne û ziyaneke mezin gihandiye sektorên geştyarî û çandiniyê.(K24)

 

Vî nûçeyê tevayî: 151 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:09:45