Tirkiye: Pirçekirina YPGê nayê qebûlkirin

Di yekem karvedana li hember biryara Koşka Spî ya Amerîka derbarê pirçekirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Tirkiye nerazîbûna xwe derbarê biryara Donald Trump nîşan da.
10.05.2017, Çar - 11:04
Tirkiye: Pirçekirina YPGê nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Nurettin canikli ragihand, alîkariya Amerîka ya pirçekirina YPGê nayê qebûlkirin.

Koşaka Spî di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, Serokê Amerîka Donald Trump razîbûna xwe nîşan daye bo pirçekirina YPGê bi çekên giran.

Wî berpirsê Tirkiyê got jî, “Hêvîdar in di demên pêş de Amerîka alîkarîkirina leşkerî bo YPGê rabigire.”

Piştî bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li ser çiyayê Qereçoxê li Rojavayê Kurdistanê ku binkeya Fermandariya Giştî ya YPGê kiribû armanc, Amerîka hêzên xwe li sînorê Rojavayê Kurdistanê ji Dirbêsiyê û ta Kobanê belav kir, wek rêgirtinek ji êrîşên Tirkiyê re.

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê PYDê Salih Mislim jî ragihand, pirçekirina YPGê ji aliyê Amerîka karekî asayî ye. Mislim got jî: “Bo rûbirûbûna terorê, pêwîstiya YPGê bi çekê giran heye û karekê asayî ye Hevpeymaniya Navdewletî çekê giran bide HSD û YPGê bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1562 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:06