Tirkiye sînorên xwe bi "dîwarê ewlehiyê" tund dike

Hikûmeta Tirkiyê weke hewlek ji bo rêlibergirtina liv û tevgerên neyasayî û êrîşên serbazî, sînorên xwe yên ligel Îranê bi "dîwarê ewlehiyê" tund dike.
16.09.2022, Cum - 08:30
Tirkiye sînorên xwe bi "dîwarê ewlehiyê" tund dike
Nuçe Belav bike

Ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê ragihandiye, "bi mebesta rêlibergirtina koça neyasayî, liv û tevgerên qaçaxçiyan, karên dirustkirina dîwarê ewlehiyê, bircên çavdêriyê, vekirina xendeqan li ser sînorê Tirkiye-Îranê berdewam e".

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ku di nav parêzgehên din ên Tirkiyê de sînorê wê yê herî dirêj ligel Îranê ye, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi awayekî berdewam li ser xeta sînor digerin.

Hat eşkerekirin ku hemû pêwîstiyên teknolojiyê, weke kamerayên çavdêriyê, dûrbîna şevê, firokeyên bêfirokevan, ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve têne bikaranîn.

Li gor zanyariyên Ajansa Anadoluyê, karên projeya çêkirina dîwarê ewlehiyê li ser sînor bi dirêjahiya 295 kîlometre ye ku niha 64 kîlometre temam bûye, ji aliyê heft kompaniyan ve tê cîbicîkirin û bi dirêjahiya 283 kîlometre jî xendeq hatiye vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 527 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:24:34