TUIKê aşkere kir; rêjeya mirina herî kêm li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê ye

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) hejmara mirinên ku di sala 2022ê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çêbûne eşkere kir. Li gorî raportê, hejmara miriyan li gor sala beriya wê %10,9 kêm bûye û bûye 504 hezar û 839 kes, ji wê hejmarê jî sedi 54,6 mêr û sedi 45,4 jî jin bûne.
22.06.2023, Per - 11:06
TUIKê aşkere kir; rêjeya mirina herî kêm li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Li gor amarên ku ji aliyê TUIKê ve hatine eşkerekirin, di sala 2021ê de 566 hezar û 485 kes li wî welatî mirine û di sala 2022ê de 504 hezar û 839 kes mirine.

Amarên TUIKê nîşan didin ku kesên mirî sedi 54,6ê mêr û sedi 45,4 jin bûne.

Di sala 2022ê de bajarên ku herî kêm lê mirin çêbûne Şirnex, Colemêrg, Wan û Êlih ên Bakurê Kurdistanê ne û yên herî zêde lê mirin çêbûne jî Sînop, Kastamonu, Edirne û Kirklarelî yên Tirkiyê ne.

Li Şirnexê ji her hezar kesî 2,4 kes, li Colemêrgê ji her hezar kesî 2,5 kes, li Wanê ji her hezar kesî 2,9 kes û li Êlihê ji her hezar kesî 3 kes mirine.

Li Sînopê ji her hezar kesî 11,7 kes mirine, li Kastamonu ji her hezar kesî 11,2, li Edîrneyê ji her hezar kesî 10.3 û li Kirklareliyê jî ji her hezar kesî 10.2 kes mirine.

Yek ji sedema mirinan a sereke nexweşiyên gera xwînê bûne, her wiha nexweşiyên penceşêrê, krîza dil û nexweşiyên din in.

Di sala 2022ê de mirinên ku ji ber nexweşiyên gera xwînê çêbûne, herî kêm li parêzgeha Kilîsê û bi rêjeya sedi 25,5 bûye. Piştî wê jî bi rêjeya sedi 27,5 Agirî, sedi 28,8 Stenbol û sedi 29,8 Wan tên.

Ji bo mirinên zarokan, li gor raporta TUIKê di sala 2021 de 10 hezar û 89 zarok mirine û di sala 2022 de jî 9 hezar û 522 zarok mirine, yanî mirina zarokan li gor sala berê kêmtir bûye.

Di heman demê de ji ber nexweşiya penceşêrê parêzgeha herî zêde lê mirin çêbûyî bi sedi 21,8 Agirî ye, piştî wê jî bi rêjeya sedi 18,8 Qers, û bi rêjeya sedi 18,6 her du parêzgehên Îdir û Erzerom tên.

Li gor amaran, parêzgeha ku ji ber penceşêrê herî kêm lê mirin çêbûye, parêzgeha Sêrtê li Bakurê Kurdistanê ye ku bi rêjeya sedi 8,5 bûye, paşê jî Kilîs bi rêjeya sedi 10, Dîlok bi rêjeya sedi 10 û Riha bi rêjeya sedi 10.1 tên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:06:38