TURKONFED: Hejmara qurbaniyên erdhejê dê bigihe 72 hezar kesan

Li gor pêşbiniya Konfederasyona Kompanî û Karsazên Tirk (TURKONFED), hejmara qurbaniyên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dê bigihe 72 hezar kesan.
13.02.2023, Pts - 11:12
TURKONFED: Hejmara qurbaniyên erdhejê dê bigihe 72 hezar kesan
Nuçe Belav bike

TURKONFED di derbarê erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de ku bandoreke neyînî li 10 parêzgehan kiriye, raporek belkav kir.

Li gor pêşbiniya TURKONFEDê, hejmara kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane dê bigihe 72 hezar û 663 kesan û zirara aborî ya wê erdhejê jî dê 84 milyar dolar be.

TURKONFED saziyek girêdayî Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirkiyê ye ku wek mezintirîn saziya karsazên wî welatî tê zanîn û nûneratiya 50 hezar kompnayayan dike.

Roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Li gorî dawî amaran jî, hejmara qurbaniyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gihîştiye 29 hezar û 605 kesan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:07