Ufuk Uras: Bahçelî got ‘Kaniya avê Ocalan e’

Ufus Uras da zanîn ku Devlet Bahçelî hîn jî li pey gotinên xwe yên li ser Ocalan e û wî gotiye, “Mirov avê ji kaniyê tîne, ne ji delêv. Kaniya avê jî Ocalan e.”
21.11.2024, Per - 11:19
Ufuk Uras: Bahçelî got ‘Kaniya avê Ocalan e’
Nuçe Belav bike

Ufus Urasê ku demekê serokê giştî yê Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) bû doh ragihand ku ew û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li hev rûniştine.

Uras da zanîn ku ew beriya vê hevdîtinê bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk (hikûmetê qeyûm daniye şûna wî) re jî civiyaye.

Ufus Uras hûrgiliyên hevdîtina xwe û Devlet Bahçelî bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) parve kirin û got:

“Min ji bahçelî re behsa temasên xwe yên bi DEM Partiyê re kir.”

Devlet Bahçelî meha borî gotibû bila Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive û PKKyê tesfiye bike.

“Mirov avê ji kaniyê tîne, ne ji delêv”

Li gorî agahiyên ku Uras dane Bahçelî hîn jî li pey wan îfadeyên xwe ye û gotiye, “Mirov avê ji kaniyê tîne, ne ji delêv. Kaniya avê jî Ocalan e.

Bahçelî li ser gotinên xwe ye, difikire ku bi vê rêyê dê li Tirkiyeyê rûpelekî nû vebe. Ez pê nehesiyam ku bi paş de gav avêtibe.”

Ufuk Uras diyar kir, “Ev hevdîtin û bilêvkirina fikran girîng e.

Tiştên ku em karibin bi 50 parlamenterî bikin sînordar in, ji ber vê jî girîng e ku bi desthilat û hemû aliyên vê mijarê re berdewam bike.”

“Divê bi DEM Partiyê re hevdîtin hebe”

Uras destnîşan kir ku wî û Bahçelî bi taybetî qala qeyûman nekiriye û anî zimên:

“Divê bi DEM Partiyê re hevdîtin hebe. Ev pevajo dûradûra nabe.

Ev tê wateya diyalogê lê me bi taybetî behsa hûrgiliyan nekir.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 79 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:50:43