Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê li ser biryara Dadgeha Tehkîm a Parîsê daxuyanî da

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyê li ser biryara Dadgeha Tehkîm a Navneteweyî daxuyanî da
29.03.2023, Çar - 13:40
Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê li ser biryara Dadgeha Tehkîm a Parîsê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyê ragihand di navbera Tirkiye û Iraqê de li Navenda Tehkîmê ya Odeya Bazirganiyê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsê ye, rûniştina dozê hat kirin, di rûniştinê de ji pênc daxwazên Iraqê çar daxwaz hatin redkirin, piraniya daxwazên Tirkiyê jî hatin qebûlkirin û biryar hat dayîn ku Iraq tezmînatê bide Tirkiyê. Weîzrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez herwiha red kir ku 1,4 milyar dolar ceza li welatî wî hatibe birrîn.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyê li ser biryara Dadgeha Tehkîm a Navneteweyî daxuyanî da û diyar kir, doz di eslê xwe de ji ber nelihevkirina ser mafê rêvebiriya neftê ya Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê hat vekirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin Tirkiye timî rêzê nîşanî yekîtî û yekparetiya axa Iraqê dide û dîsa ji bo aramiya polîtîk û aborî ya Iraq û herêmê hewl daye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Der heqê doza navbera welatê me û Iraqê de ku li ICCyê tê dîtin û piştî nûçeyên wekî Iraqê doz qezenc kiriye hewcedarî bi agahdarkirinê çêbû. Tirkiyeya di nav gelek projeyên navneteweyî de xwedî par bû bi berpirsyarî tevdigere. Welatê me ligel hemû bê aramiya li herêmê ji sala 1973yan vir ve bo Pergala Xeta Boriya Neftê ya Iraq-Tirkiyê bixebitîne bi milyar dolaran pere xerc kiriye û ji bo di bazara neftê ya navneteweyî de aramiyê biparêze hewl daye.”

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyê herwiha dide zanîn “ji bo ew pirsgirêk bi awayek dostane bê çareserkirin him bi hemû aliyan re û him jî bi wî welatî re hewlên dîplomatîk hatin dayîn.”

Derbarê biryarê de jî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyê dibêje: “Di vê qonaxa doz hatiyê de jî dadgehê ji pênc daxwazên Iraqê çar red kirin. Piraniya daxwazên welatê me jî qebûl kir û ji ber wan binpêkirinan jî Iraq wê tezmînatê bide Tirkiyê."

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê: Cezayên yekalî nîne

Ji aliyê din ve Weîzrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez beriya Civîna Koma Meclîsê ya AK Partiyê bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de da.

Biryara Dadgeha Tehkîm a Parîsê ya der barê nakokiyên navbera Tirkiye û Iraqê de hat bibîrxistin û wiha ji Donmez hat pirsîn; "Tê gotin ku 1,4 milyar dolar ceza li Tirkiyê hatiye birîn. Çima ev ceza dane Tirkiyê?” Li ser vê pirsê Donmez got: “Cezeyek bi vê rêjeyê tune. Raporek berfireh heye û hin ceza jî pê re hene. Sizayên yekalî nînin. Ji 5 mijarên ku Iraqê îdîa kiribû 4 jê hatin redkirin û 1 jê hat qebûlkirin. Îdia û dDaxwazên me jî hebûn. Ji 6 mijaran 5 daxwazên me hatin qebûlkirin û 1 jî hat redkirin. Li ser vê yekê cezayên niha ji aliyê hevalên me, parêzeran ve tên nirxandin. Jixwe rêkeftineke me ligel hikûmeta Iraqê heye. Li gor wê rêkeftinê, ev raporta Dadgeha Navdewletî û yasayên navdewletî, em dixwazin roleke çêker bilîzin.”

Donmez herwiha teqez kir ku ji bo Tirkiyê 1,4 milyar dolar ceza nehatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 637 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:24:29