Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê lîstika Amedspor û Bursasporê de lêpirsîn da destpêkirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyaniyek derbarê lîstika Amedspor û Bursasporê de derxist û ragihand, hin kesan di nav stadyumê de provokasyon kirine û diyar kir, derbarê kesên peywendîdar de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
26.09.2022, Pts - 08:09
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê lîstika Amedspor û Bursasporê de lêpirsîn da destpêkirin
Nuçe Belav bike

Duh di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Amedê mêvandariya tîma Bursasporê kir û bi encama 2-0 ew tîm têk bir.

Di lîstikê de li stadyumê ji aliyê hejmarek kesan ve alên Kurdistanê hatibûn bilindkirin, herwiha hin kes jî bi tîşortên wêneyê keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku di dema desteserkirina ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê de li Tehranê canê xwe ji dest dabû, li stadyumê amade bûbûn.

Piştî bidawîbûna lîstikê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyaniyek derbarê lîstika Amedspor û Bursasporê de derxist û ragihand, hin kesan di nav stadyumê de provokasyon kirine û diyar kir, derbarê kesên peywendîdar de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya der barê mijarê da wiha hat gotin:

“Tevî hemû tedbîrên ewlehiyê yên di maça ku danê êvarê li Diyarbekirê hat lîstin de, bi wêneyên ku bi pêçandina laşê xwe avêtin stadyumê, provokasyonek giran hat kirin.

Kesên ku dixwazin sporên bi naveroka provokatîf jehrî bikin, di bin tu şert û mercan de îmkan nayê dayîn. Ji bo provokasyonê mudaxeleyên pêwîst hatin kirin û der barê kesên eleqedar de demildest lêpirsîn hat destpêkirin.”

Pêştir Rêveberiya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Parêzgariya Amedê jî derbarê lîstika futbolê ya navbera herdu tîmên futbolê yên Amedspor û Bursasporê de daxuyaniyek belav kiribû.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje, “Derbarê lîstika Bursaspor-Amedsporê de ya ku li bajarê me hat lîstin, hemû tedbîr hatin girtin. Lê belê bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin ku dîmenên li ser medyaya civakî bi cil û bergên temaşevanan derbasî stadyumê bûne û hêzên me yên ewlehiyê demildest mudaxele kirine û derbarê kesên pêwendîdar de tedbîrên qanûnî hatine destpêkirin.”

Duh Yekşembê 25ê Îlona 2022an her du tîmên Amedspor û Bursasporê li bajarê Amedê ku bi hezaran alîgirên tîma Amedsporê têde amade bûbûn, hatin hemberî hev.

Lîstik bi encama 2-0 di berjewendiya Amedsporê de bi dawî hat û wê tîma bajarê Amedê 3 puan bidest xistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:19