Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Swêdê gavên pêwîst neavêtine

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Swêd ji bo Tirkiyê endamtiya wê ya NATOyê erê bike berpirsiyartiyên hatine gotûbêjkirin pêk neanîne û di vê rewşê de ne pêkan e ku endamtiya wê erê bikin û got, “Swêdê gavên pêwîst ne avêtine.”
27.02.2023, Pts - 09:34
Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Swêdê gavên pêwîst neavêtine
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Duşemê 27ê Sibata 2023an ligel Wezîrê Derve yê Hungaryayê (Macaristan) konferanseke hevbeş a rojnamevaniyê saz kir.

Çavuşoglu li ser pirsa derbarê endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandê de got civîna sêyemîn a ligel her du welatan dê 9ê Adarê bê kirin û di civînê de rewşa heyî bê nirxandin.

Her wiha Çavuşoglu amaje bi wê yekê dide ku dê di civinê de gotûbêj li ser xalên hatibûn diyarkirin bê kirin û gavên ji aliyê Swêdê ve hatine avêtin an jî xalên nehatine cîbicîkirin bên zelalkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, “Mixabin di warê xalên hatine diyarkirin de Swêdê gavên pêwîst ne avêtine. Rast e hinek daxuyanî hatin dayîn, hikûmeta nû biryarbûna xwe anî ziman. Wek yasa jî di mijara terorê de hinek guhertin kirin. Armanc jî ew bû ku rê li ber fînans û beşdarbûna kesan bo rêxistinên terorê bê girtin û çalakiyên wan bên astengkirin. Lê îro ev tişt hemû berdewam in.”

Mevlut Çavuşoglu her wiha anî ziman, “Em vê yekê tenê ji bo şewitandina Qurana Kerîm nabêjin. Rast e tawaneke mirovatiyê ye û ji bo hemû olan jî heman tişt e. Divê em hemû dewlet dijî vê yekê bi têkoşin. Lê di mijara endamtiya NATOyê de tiştên hatine diyarkirin hene. Heta em pêkanîna van xalan nebînin ne pêkane ku em endamtiya NATOyê ya Swêdê erê bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:37