Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê: Boriya petrolê ji bo hinardekirinê amade ye

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê dibêje, boriya petrolê ji bo hinardekirina petrolê ber bi bendera Ceyhanê ji îro pê ve amade ye.
02.10.2023, Pts - 08:00
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê: Boriya petrolê ji bo hinardekirinê amade ye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar di Konferansa Petrol ya Ebû Dhabî de got, zêdetir ji 40 salan e rojane nêzîkî nîv milyon bermîl petrol bi rêya bendera Ceyhanê tê hinardekirin. Niha jî boriya petrolê ji bo dubare hinardekirinê amade ye û ew kar dikin ku vê heftiyê careke din petrolê hinarde bikin.

Herwiha got: Karê boriya petrolê dê vê heftiyê dîsa dest pê bike û piştî destpêkirina hinardekirinê dê rojane nîv milyon bermîl petrol bi rêya boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê bo bazarên cîhanê bê hinardekirin.

Piştî biryara Dadgeha Navdewletî ya Hakemaniyê ya Parîsê di (25.03.2023) de, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê hatibû rawestandin.

Nêzîkî 7 mehane hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê hatiye rawestandin û ev yek jî ziyanê digihîne bûdce û jêrxana Iraq û Herêma Kurdistanê û bûye sedema kêmbûna nêzîkî nîv milyon bermîlan li bazara cîhanî ya enerjiyê.

Pêşangeh û Konferansa Petrolê ya Navdewletî ya Abu Dhabi (ADIPEC) 2023, îro dest pê kir û dê heta 5ê Cotmehê bidome.

Ev Konferans yek ji bûyerên herî girîng ên di sektora petrolê ya cîhanî de tê zanîn, ji ber ku serkirde û pisporên payebilind ên di vî warî de kom dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:37:44