Yildirim: Ger YPG liser masê be em vedikişin!

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim, di serdana xwe ya Brîtanaya dîyar kir ku ger Yekîneyên Parastian Gel (YPG) beşdarî civînên Cenevrê bibe, îhtîmala ku ew peymana bi Yekîtîya Ewrupa (YE) re ya bo sitandina penaberan betal bikin, çêdibe.
28.11.2017, Sal - 10:06
Yildirim: Ger YPG liser masê be em vedikişin!
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî yildirim piştî hevdîtina ku li gel Serokwezîrê Brîtanî Theresa May pêkanî peyivî.

Yildirim, dîyar kir ku li Sûrîyê 3,5 mîlyon penaberên Sûrî dimînin û wan rê li ber 53 hezar çekdarên ku hewil dane derbazî Sûrîye û Îraqê bibin girtiye.

‘’Me bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê li derveyî şer girtin. Niha li Tikrîyê 3,5 mîlyon penaber hene. Ger em ji wan re bêjin ‘Ewrupa li vir e, hûn dikarin derbaz bibin’, hûn dizanin ewê encama wê çi be?’’ Yildirim got.

Yildirim da zanîn ku Partîya Karkarên Kurdistan (PKK) ‘’serê Tirkîyê pir êşandiye’’ û ger Ewrupa piştgirîyê bide wan ewê xwe bixe metirsîyê.

Tirkîye, YPG’ê wek baskeke PKK’ê dibîne. Pentagonê do Duşemê dîyar kiribû ku ewê piştgirîya xwe ya bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG’ê jî di nav de ye, bidomînin.

BBCTürkçe
Vî nûçeyê tevayî: 1255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:06:13