Zeyat Ceylan: Ti rêkevtineke me ligel Kiliçdaroglu nîne

Hevserokê Şaxê HDPê ya Amedê Zeyat Ceylan ragihand ku ti weke HDP ti rêkevtinek wan ligel Serokê Giştê yê CHPê û Berbijrê Hevpeymaniya Milet bo Serokomariyê ligel Kiliçdaroglu nîne û got: “Em piştevaniya kesî nakin em piştevaniyê li xwe dikin.”
03.05.2023, Çar - 05:57
Zeyat Ceylan: Ti rêkevtineke me ligel Kiliçdaroglu nîne
Nuçe Belav bike

Hevserokê Şaxê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Zeyat Ceylan beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa helwesta partiya xwe ya bo hilbijartinên Serokkomarî û gera 28emîn a Parlamentoya Tirkiyê kir.

Zeyat Ceylan got: “Em piştevaniyê li xwe dikin, li ti kesî nakin. Me gotibû ku em dê 14ê Gulanê faşîzma AKP û MHPê di sindoqan de têk bibin. Ji bo em vê yekê nexin rîskê û ji ber ku alternativeke din nîne û ji bo ku em Erdogan û Bahçelî bişînin em di hilbijartinên serokomariyê de piştevaniya Kiliçdaroglu dikin. Li vir em piştevaniya xwe dikin.”

Ceylan amaje bi wê yekê kir ku di wan salên dawiyê de êrişên desthilatdariya Tirkiyê li hemberî Kurdan zêde bûne û got: “Kesên ku di van 10 salên dawî yên AKP û MHPê şopandî be, ew dê êrişên wan ên li hemberî Kurdên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bibîne. Ev 24 saetan axa Bakurê Kurdistanê bombebaran dikin û niha bi dehan hezaran siyasetmedarên me di girtîgehan de ne. Herwiha bi dehan hezaran siyasetmedarên me koçberên welatên Ewropa bûne.”

Derbarê hedefan wan a ji hilbijartinên 14ê Gulanê de jî Ceylan got: “Me di 7ê Hezîranê de me 80 parlamenter derxistibûn û rêjeya dengê me jî ji sedî 13 zêdetir bûn. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku di hilbijartinên 2023yan de hem hejmara parlamenterên hem jî rêjeya dengên xwe zêdetir bikin. Em di parlamentoyê de eger xurt bikin û em dê bikarin rihetir têkoşînê bo herçar perçeyên Kurdistanê bikin.”

Zeyat Ceylan tekez kir ku ti rêkevtineke wan ligel Kiliçdaroglu nebûye û got: “Me hêviya bi ti kesî ve girê nedaye. Hêviyên xwe ne bi CHP û ne bi Kiliçdaroglu ve girê nedaye. Em têkoşînekê didin meşandin. Ji bo ku faşîzm were bidawîkirin alternativek din li ber me nebû. Piştî 14ê Gulanê têkoşîna me dê li hemberî CHPê jî hebe daku berê wan bidin diyalog û aştiyek bi rûmet.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:52:36