Kurdan dinava dek û dolabên Rojhilata-Navîn da, bedêlên mezin dan û xwe li ser lingan girtin .
Îroj li Rojhilata-Navîn , Kurd bûne nimune ya bihevra jîyana çand û olên cûda , Hata roja îro Kurd bi êş û azara ku dikşandin di rojeva dûnyayê de bûn , lê niha cîhan bi kelecane ke mezin temaşaya serkeftina vê miletî dike , hêvîya xwe pêva girêdide û rîya çareserî têda dibîne . Ji dur û berên Kurdan , ew kesên ji ber şer direvên , koçber dibin xwe davêjin Kurdistanê .
Kurd li devera xwe bûne hêzek e girîng di sîyasetê de û îspat kir ku gelê Kurd geleke tekoşere, dizane sîyaset bike û dikare mafê çarenûsê xwe dîyar bike
Stiratejîya Kurdan serkeftî ye li Başûrê Kurdistan de . Kurd deh salan li pêşde hatin, lê îraq deh salan li şunde çû . Kurdan hewlên mezin dan ; Hikûmete xwe yê heştem pêkhanîn, pirsgirêkin xwe bi dîyaloqên sîyasî çareserkirin û biryara yek rêzî dan , hemu Partîyên Kurdistana Başûr jibo deskeftinin Netewayî bûn yek deng. Herweha Kurdan lî gel Hikûmeta Merkezî li îraqê bi hişyarî hareket kir û bawarîya xwe bi dîktetore ke mîna Malîkî nehanî . Serokwezîrê îraqê Nurî El Malîkî gellek hewil da ku Kurdan lawaz bike û têxê bin qontrola xwe , her dem pirsa neft û muçeyên Kurdan xiste mijarê tehdîdê . Li îroj em dinhêrên ew bi xwe dibin tehdîda DAÎŞ ( Dewleta îslamî li îraq û Şam) de maye û ti bandora wî sîyasî û leşgerî li ser îraqê nemaye .
îroj , Kurdan careke dî tekez kirin ku siyasete wan raste û ew haqlîbûn, ku gûh nedên pirsgêrêkên îraqê yê navxweyî û nebên beşek ji şerê mezhebî . îraq jixwe deh salan têkçûye lê hatina DAÎŞ ê û dagirkirina Mûsilê mîna dilopê avê dawî bû.Buyerên dawî tenê têkçûna îraqê resmî kir . Kurdan di heman demê de gûh neda pêşgirîya Amêrika jibo Malîkî. ValetÎyên heyî bi hûnermendîyeke sîyasî tijîkirin û da zanîn ku aramîya îraq û herêmê girêdaye bi destxistina mafê Kurd e .
Nerîn û rêbazên civata nav netewayî û bi taybetî yê Hikûmeta Amirika pêwîste bê gûhartin û gûhdarî mafê Kurdan bikin .Tecrûba Amêrka serkeftî nebû li îraq û li tevahî Rojhilata -Navîn de . Biharên Erebî yên destpêkir li herêmê jibo ereban bu zivistane ke tarî , Ereb hîna zêdetir perçebûn û pirêstîj winda kirin û xwe dinava şere ke mezhebî giran dîtin . lê jibo Kurdan ev rewş bu derfete ke zêrîn ku Kurd xwe komî ser hevkin û bi Dewleteke Netewayî Kurdî bifikrin .
Gelê Kurd li başûrê Kurdistanê de di qonaxeke hestîyar û dîrokî de derbaz dibe , ji her waxtî zêdetir amadeye ku Dewleteke Kurdî bi afirîne .
Parastina sînorên herêmê Kurdistan û Çareserkirina pirsin giring mîna neftê Kurdistan û pirse kerkûk û navçeyên ji dervê qontirola Kurdan bi referendumeke gelîrî û bi awayeke qanunî , bixwere serkeftineke piskolojîkî derxist e holê .
Xala herî giring û hêja livir çîye? Îsrar û ezîmbûna Kurdên Başûrê Kurdistan ku careke dî li paşda venegerin û nebên qurban di pêşeroja ke Iraq ne dîyar de. jiber vê yeke ew dizanin ku çi dixwazê n.herweha sîyasetvanên Herêma Kurdistan sitratejîya wan zelale di pirsa Kurd û kurdistan de.
Îroj gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê de, roleke serekî û girîng dilîze di çarenûsa pirsgêrêka Kurd û Kurdistan de .Destkeftin derketî holê pêwîste hemu Kurd pêşgirî bikin û xwedî lê derkevên û ev pêngava pîroz nebê cihê hesudîyê , di eynî demê qîmet bidin ezmûnên Herêma Kurdistan. Deh salan Kurd xebitîn jibo madde 140 pêkbînin lê îroj em dinhêrên ev girêk bi awaye ke piratîkî hate çareserkirin . jîvir û şunda demazirandina Dewlete ke Kurdî girêdaye waxt e . îhtîmal heye ev Dewlet sibe jî bê afrandin ,lê îroj Kurdan îspat kirin ku bi şêwaza jîyan û sîyasetê xwe weke Dewlet jîyan dikin . Ez di wê bawarîyêdame ku dilê miletê Kurd jibo Dewlete ke Kurdî lêdikeve .
Bi dilekî gerim hatina Kurdistana serbixwe û azad pîroz dikim .
Avaşh Hannan
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.