Sertaç Bucak: Êrîş û Provokasyonên Lı Dijî HDP’ê Bı Tundî Rûreş Dıkım!

Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi sedema hilbijartina Meclisa Tirkiyeyê ku sibehê (07.062015) pêktê, di rewşeke gellekî xesas re derbas dibe.\n
06.06.2015, Cts - 10:32
Sertaç Bucak: Êrîş û Provokasyonên Lı Dijî HDP’ê Bı Tundî Rûreş Dıkım!
Haberi Paylaş
Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi sedema hilbijartina Meclisa Tirkiyeyê ku sibehê (07.062015) pêktê, di rewşeke gellekî xesas re derbas dibe.

Di vê hilbijartinê de bi taybetî li dijî HDPê gelekî hêrîş û provokasyon pêk hatin. Li hin bajar û qezayên rojavayê Tirkiyeyê hêrîş birin ser navendên HDPê û buroyên hilbijartinê yên vê partiyê. Li Edenê û Mersinê bi paketên bombeyan xesarên mal û canî gîhandin partiyê. Li Kanîreşê alîkarekî HDPê bi navê Hamdullah Oge bi şêweyên cinayetên JITEMê hat kuştin. Li Erzuromê hêrîşê mitînga HDPê hat kirin. Her wisa Huda-Parê jî ji hêrîş û provokasyonên demê xebatên hilbijartinê para xwe girt, du aligirên wan jî hatin kuştin.

Doh jî li Amedê demê mitînga HDPê ya navendî û ya dawî du bombeyên bi cîhkirî hatin teqandin. Du (2) hevwelatî hatin şehîd kirin, bi dehan welatî jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de zarok û ciwan jî hene.

Teqîna Amedê provokasyonekî gellekî bi tehlûke bû. Hêza (an hêzên) ku vê provokasyonê plan kirine, armanca wan qetlîamekî mezintir bûye. Wisa xuya dike ku van hêzan hesabê tirs û panîka piştî teqînê jî kirine ku dê beşdar birevin û gellekî insan di ber piyan de bên kuştin. Sebir û sukûneta ku bi deh hezaran beşdaran û rêvebiriya mitingê nişan da, rê li ber panikê û qetliamekî hêj mezintir girt.

Teqîna Amedê nîşan da ku hêzên provokator ji bo cîbecîh kirina planên xwe, dikarin hemî cure wahşetê pêkbînin. Riya pêşî lê girtina provokasyonan bi taybetî bihêz kirina peywendiyên navxweyî yê hêzên Kurd û Kurdistanî ye.

Em bi tundî van hêrîş û provokasyonan rûreş dikin. Sersaxiyê ji HDPê re û xelkê me re dixwazin, Rehma Xwedê li şehîdên teqîna Amedê be, sersaxiyê ji malbatê wan re dixwazin. Bi dehan birîndarên teqînê li nexweşxaneyên Amedê ne. Ji wan re jî şîfa xêrê dixwazin.

Em bangê dewletê û hukumetê dikin, demekî zûtirîn plaker û qesasên vê qetlîamê bibînin û aşkere bikin. (06.06.2015, Amed)

Sertaç Bucak, Serokê PDK-Bakur

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2921 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:09:59:01