Kürdistan Öğrenciler Topluluğu'ndan Kürt Birliği ve sağduyu çağrısı

Komeleya Xwendevanên Kurdistanî (Kürdistan Öğrenciler Topluluğu) tarafından yapılan ve bir kopyası da nerinaazad\'a gönderilen bir açıklamada Amed\'te gerçekleştirilen saldırılar kınandı ve Kürtlerin bu tür oyunlara gelmemeleri çağrısında bulunuldu.
17.06.2015, Çar - 07:47
Kürdistan Öğrenciler Topluluğu'ndan Kürt Birliği ve sağduyu çağrısı
Haberi Paylaş
Kürtçe olarak yayınlanan açıklamada Kürtlerin her dört parçada şaha kalktığı bir dönemde bulunulduğu, Güney Kürdistan\'da bağımsızlığın adım seslerinin duyulduğu, Batı Kürdistan\'da öz yönetim birimlerinin kurulduğu, Kuzey Kürdistan\'da 80 milletvekili ile Türk meclisine güçlü bir şekilde yer alındığı ve Doğu Kürdistan\'da direniş ve savaşın devam ettiğine vurguda bulunuldu.

Kürt halkının bulunduğu her alanda bir güç olmaya başladığı ve makus talihini değiştirebileceği bir süreçte bazı karanlık odakların Amed\'te Kürtleri birbirine düşürmeyi hedefleyen oyunlar oynadığına dikkat çekilen açıklamada, Kürtlerin bu oyunlara karşı uyanık olmaları ve birbirlerine kenetlenerek bu oyunları bertaraf etmeleri gerektiği belirtildi.

Kürdistan Öğrenciler Topluluğu, Kürtlerin birbirlerine daha fazla sarılmaları ve birliklerini pekiştirmeleri gerektiğine vurguda bulunulan açıklamalarını Amed olaylarında yaşamlarını yitiren şehitlere rahmet dileyerek bitirdiler.

KXK tarafından yapılan orjinali Kürtçe açıklamanın tam metni şu şekilde:

Ji bo raya giştî a Kurdistanê..

Îro li ser her gavek axa welatê me dijminên me şer û pewçûnan dispêre li gelê me. Hemû jiyana me hatiye dîl girtin û şer wek qeder bi me hatiye nasandin. Bi salane em wek gelê kurd roj bi roj şehîdan didin, yek bi yek kêm dibin. Belê, kuştina bi dest dijminan şehadet e, lê kuştina bi dest xwûşk û birayan heram e!

Îro Kurd li ser her çar parçeyên Kurdistanê bi hêzin, bi bawerî û bi îrade ne. Li Başurê Kurdistanê serxwebûn nêze, li Rojavayê Kurdistanê xweseriya kurdan pêk hatiye. Li Rojhilatê Kurdistanê berxwedan û şer berdewame. Li Bakûrê Kurdistanê bi tifaqa hemû kurdan, 80 heb parlementer hatin jibartin û bi yek bûna kurdan serkeftina gelê kurd hat peytkirin.

Lê mixabin ev çend rojin li bakûrê welatê me hin hêzên tarî dixwazin kurdan bi destê kurdan lewaz bixin û birakujiyê dîsa ji gorê rabikin û serkeftinên kurdan wenda bikin. Raste, dijmin her tim dijmin e û bi hemû qirêjiya xwe dixwaze gelê kurd tune bike, çi bi sîleha xwe çi bi gemariya xwe û çi bi fitne û fesadiyên xwe ên dîrokî. Lê dive kurd hişyar bin û qedera xwe bi hestên biratî, dostî û niştiman perweriyê bi xwe binivîsin. Ne ku bi xwîna xwûşk û birayên xwe, bi xwîna birakujiyê.

Em wek xwendevanên kurd, ên li Enqereyê bi vê mebestê bang li hemû kurdan ango partî, dezge, sazî û rûspiyan dikin ku li pêş van bûyerên rûreş bisekinin û nehêlin xwîna kurdan were rijîn. Û bi taybetî jî bang li gelê Amedê dikin da ku neyên leystoka dijiminan, li ser xwîna birayên xwe, daxwaz û armancên dijminên xwe pêk neyînin. Û banga me ji her du hêz û aliyên kurdan ên li Amedê re jî ewe ku çekan li dijî birayên xwe bi kar neyînin. Ji xwe bi salan e li welatê me ji her alî ve dijminên me şer difiroşe gelê me û dixwaze gelê me bi tevahî wenda bike. Heger hûn ê çekan bi kar bînin li dijî dagirkeran, dijminan bi kar bînin ne ku li dijî birayên xwe. Da ku bi vî avayî gelê we û welatê we bi we serbilind û azad be.

Li ser vê rastiyê em bûyer û teqîna 5 ê maha pûşperê a li Amedê ku 3 welatiyên me şehîd bû û bi dehan welatî jî birîndar bûn, şermezar dikin. Û piştî hilbijartin a ku kurd bi yekîtiya xwe bi tevahî serkeftin, ew destên qirêj û tarî ên ku dixwazin Kurdistanê bikin qada şer û şerê birakujiyê li Amedê dan destpêkirin her wiha 5 heb kurd bûn qurbaniyên şerê birakujiyê, em wan hêzên fesad û xwînmij şermezar dikin.

Û di dawiya banga xwe de ji malbatên şehîden her du bûyeran re sersaxiyê û ji şehîdên xwe re jî rehmetê dixwazin. Û cûdahiyê naxin di navbera hemû şehîden wê bûyera tarî û gemar a ku li Amedê di navbera her du aliyên kurdan de qewimî.

Komeleya Xwendevanên Kurdistanî

Nerina Azad
Bu haber toplam: 4103 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:13:40:01