Remezan Kerim : Polîtîka Netewî Kurdistanî û bizavekî nû

Dema mirov rewşa Rojhilata Navîn dinirxîne bi tayîbet ev guhertinên dawî bi rohinî diyare derfetên zêrîn di dest Kurdan dane ji bo desthanîna mafên Netewî li Başûr û Rojhavayê Kurdistan heya astekî wargirtina azadî û statûyekî otonomî heye.Raste li g.
25.03.2014, Sal - 16:26
Remezan Kerim : Polîtîka Netewî Kurdistanî û bizavekî nû
Haberi Paylaş
Dema mirov rewşa Rojhilata Navîn dinirxîne bi tayîbet ev guhertinên dawî bi rohinî diyare derfetên zêrîn di dest Kurdan dane ji bo desthanîna mafên Netewî li Başûr û Rojhavayê Kurdistan heya astekî wargirtina azadî û statûyekî otonomî heye.Raste li gel zor problem ev her du parçeyên Kurdistan ji Bakûr û Rojhelat pêşdatirin di meseleya statûya Kurdistanî de.

Ya mirov li ser raweste perçeyên en mezin Kurdistan Bakûre ku li gel dayîna hemû Qurbaniya şer serhildan û şoreşa salan roja îro bi temamî weku çetirekî Netewî PKK nikare hemû Kurdan hembêz bike ji bo vê bi salane ji 25/6 derbaz nake ji giştî hemwelatiyên Turkiya yê ku 75 mîlone jimara Kurdan li Turkiya û Bakûrê Kurdistan nêzîk 24 mîlone li ew jimara PKK tene dikare 4/1 rexistin bike.

Ev kême ew dengên Kurdan anîn ku eger AKP dikarbû partiyekî 1 salî be ku sala 2002 dengekî baş li Bakûr anî pir ji PKK zêdetir yek ji sedemên grîng ewa ye di siyaseta Netewî di siyaseta Olî de bî şeweyekî zeyîf û monotonî tevgeriya.Civaka Kurdistan bi siyaseta îdolojîk û şoreşgeriya klassîk nahe tevger kirdin bi temamî.Li ber ewa pêwîstî bi siyaseta Netewi Kurdistanî Modern heye li berçav girtina balansê Navdewletî û guhertinên Herema Rojhilata Navîn.

1-Hêzên siyasî û kesayetiyên serbixwe di bin platfrom yan forûmekî polîtîk kom bin ku li Wargehên çend rojî de nirxandinan ser çawaniya birêvebirina siyaseta netewî pêş bixin.Nimûne Partiyên Ewrûpî û gelek Welatêen Cihanî.Abant Platformû jî bi gelek Milan de dikare weke nimûne ware girtin.

2-Yek dengiya Yek rengiya siyaseta Kurdistana Bakûr pêwîste ware zivirandin bo pir deng û pir rengînî ku derencam bikeve xizmete stratejîyekî Kurdistanî ya ku bikarbe ruhê Netewî xurt bike û tevgerekî jî nûve zindîkirina hest û xebata Kurdayetî.

3-Formûla Kurdistanîbûn ne nijadperestîye ne jî dijî to gel û neteweyekî ya rast xwediderketîna nasnameya xwe xwezahî netewî ye.Ji bo vê pêwîste xebatên Ragîyandin û Perwerde di çarçoveya tekoşînekî medenî ware pêş xistin bo ewa Kesek yan Lîderek li gor îdolojiya Partiyekî çarenûsa gelekî diyar neke.

4 – Li Bakûrê Kurdistan pêwîstî bi referendum û kom kirina dengan heye ka Kurd çi dixazin ji Dewletekî Serbixwe ji Ferasiyon heya otonomî yan Hîç. Pêwîste ji Gel bipirsin hûn çi dixazin li ser çarenûsa xwe weku Krima Ukrayîna ku çû ser Rûssiya.

5- Eger her partiyek her kesayetiyek ji xwe re bêje ez nakokî û cûdatiyê xwe siyasî û fikirî didim milekî a didim pêş berjiwendiyê Kurd û Kurdistane ew dema pêşveçûn û tevgerekî xurt çêdibe bo çareserita problêma Kurdan.

Ev çend pêşniyarê me kirin ji bo birêvebirina polîtîka Bakûrê Kurdistan beşekî kême ji vê xebata mezin ku pêwîste mirov bike.Firsendeki dîrokî dest daye hêvîdarim ku yê me Gelê Kurd ji dest nedin u nehêne xapandin û leyîstokan weku deme berê.

Çavdêre Siyasî û rojnemevan

Remezan Kerîm-şakro (Rezan MAD)

Nerina Azad
Bu haber toplam: 13326 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:19:41:58