Britanya: Pêşmerge mînak û nimûneya mêrxasiya xelkên Kudistanê ne

Wezîrê Berevaniya Britanyay, Michael Fallon behsa qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike û dibêje ku:”Pêşmerge îspat kir ku roleke qeheremanane hene.
12.02.2017, Paz - 16:10
Britanya: Pêşmerge mînak û nimûneya mêrxasiya xelkên Kudistanê ne
Haberi Paylaş

Michael Fellon got ku: ”Îro Wezîrê Berevaniya Birtinyayê, Michael Fallon piştî civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di civîneke rojnamevanî de di nav çeperên hêzên Pêşmerge de got ku:”Em hatine ku spasiya we bikin min rêza taybet heye ji bo we, hemû cîhan dizane ku we çi kiriye li ber we, niha di destên DAIŞê tenê seda 10 ax maye û ew rastî zerer û ziyaneke mezin hatine niha xelk dikare vegere ser milk û malên xwe, ti hêzekê pêşbîniya vê yekê nedikir ku şerê DAIŞê wiha zû bi dawî bibe.”

Wezîr Berevaniya Britanyayê got ku:”Raste şerê DAIŞê proseyeke li ser hemdê xwe ye lê belê serkeftî bûye û gelek şûn hatine azadkirin û em tekeziyê li ser pêwîstiya vegera xwelkê ji bo şûnên xwe dikin.”

Di berdewamiyê de got ku:”Em ê berdemam bin li alîkarîkirna Pêşmergeyan, ew şerê ku hûn dikin, şerê me ye jî, ew hovên ku hûn li gel wan de şer dikin tenê zerer ji bo we nînin belkû bo me jî zerer hene li ber vê yekê em şanaziyê bi we dikin û vê berdewam bin li alîkarîkirina pêşmergeyan bi taybet perwerdekirina wan de, û heta niha jî 7000 pêşmerge hatine perwerdekirin.”

Ew yeke jî eşkere kir ku em niha cuda li alîkariyên esmanî ji ali mirovahî de jî dixazin alîkariya wan bikin ku mal û milkên xwe terk kirine ji bo ku vegerne cîhê xwe, wek paqijkirina deverê û dabînkirina ava paqiş û xwerinê hata ku ewlehî û istiqrar vegere deverê de.”

Ev yeke jî eşekere kir ku:”Ez bi navê xwelkê Britanyayê spasiya westandina we dikin hûn mînakin, we di sala 2015ê de êrîşên DAIŞê rawestandin û di 2016ê de jî we DAIŞ derxist û di sala 2017ê de jî em çaveriya linavbirina DAIŞê dikin.

Basnews
Bu haber toplam: 2877 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:19:52:50