Hêza Parastina Êzîdxanê tevlî hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bû

Qasim Şeşo: Eger rê bê dayîn di nav 2 mehan de ti xortekî êzîdî di nav PKKê de namîne
07.02.2017, Sal - 08:47
Hêza Parastina Êzîdxanê tevlî hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bû
Haberi Paylaş

Fermandeyê Pêşmerge li devera Şingalê Qasim Şeşo piştrast kir ku hêza bi navê “Hêza Parastina Êzîdxanê”, ku di destpêka êrişa DAIŞê de bi fermandehiya Heyder Şeşo hatibû avakirin, tevlî hêzên Pêşmerge bûye.

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Qasim Şeşo ji heftenameya Bas re ragihandiye, Serok Barzanî daxwaza Hêza Parastina Êzîdxanê bo tevlîbûna Pêşmerge pesend kiriye û gotiye, ew hêz êdî dibe beşek ji hêzên Pêşmerge û bi Wezareta Pêşmerge ve tê girêdan.

Qasim Şeşo daye zanîn ku pirosedûra tevlîbûna wê hêza Şingalê di nav hêzên Pêşmerge de hîn xilas nebûye lê di demek kurt de dê her tişt xilas bibe û Hêza Parastina Êzîdxanê, ku ji xortên êzîdî pêk hatiye, bi fermî bibe beşek ji pêşmergeyên Kurdistanê.

Wî fermandeyê Pêşmerge da xuyakirin ku di qonaxa yekem de 2 hezar çekdarên Hêza Parastina Êzîdxanê tevlî Pêşmerge dibin û navê wan jî dê mîna xwe bimîne. Lê dê bi ferman û destûrên Serok Barzanî û Wezareta Pêşmerge kar bikin.

Qasim Şeşo ragihandiye ku wan ji Hikûmeta Kurdistanê re pêşniyar kirine, ew xort û kesên êzîdî yên ku tevlî hêzên PKK û YPGê bûne, gava ji nav refên wan hêzên ne qanûnî derdikevin, derfeta kar bo wan bê dabînkirin ji ber ku piraniya wan ji ber bêkariyê tevlî PKKê bûne ne ji ber bîr û baweriyê çûne.

Şeşo her wiha gotiye, ez di wê baweriyê de her gava ew xort bibin xwedan kar dê demildest ji nav refên PKKê û hêzên ne qanûnî yên li devera Şingalê veqetin. Xelkê Şingalê naxwazin çekdarên biyanî li devera Şingalê bimînin, Şingalî dixwazin bixwe xwe biparêzin.

Li gorî wî fermandeyê êzîdî, eger rê bê dayîn ku ew xort tevlî Pêşmerge bibin heta 2 mehên din yek kes di nav PKKê de namîne.

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê anî ziman ku helwesta Serok Barzanî û Pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê wisa kir ku êzîdî ji paşeroja xwe netirsin. Dema terorîstên DAIŞê êrişî Şingalê kirin ne berpirsên Iraqê ne jî lîderên cîhanê, li êzîdiyan nebûn xwedan lê Serok Barzanî şev û roj bo rizgarkirina Şingalê xebat kir. Dema xelkê Şingalê dîtin Serok Barzanî bû xwedanê wan, dilê wan aram bû xemên xelkê Şingalê sivik bûn, helwesta Serok Barzanî wisa kir ku êzîdî êdî netirsin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, ew hêza ku Heyder Şeşo fermandehiya wê dike, ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve wek hêzek fermî ya Kurdistanê hatiye qebûlkirin.

Berdevkê fermî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî ji Basê re gotiye, wê hêza Şingalê daxwaz kiriye tevlî hêzên Pêşmerge bibe, ev jî pêwîstî bi rizamendiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heye, eger wî rizamendî nîşan da wê çaxê ti kêşeyek namîne û ew hêz dibe beşek ji Wezareta Pêşmerge.

basnews
Bu haber toplam: 1838 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:00:47:17