Evro 22 yê heyva Nisanê, 117. Salvegera Roja Rojnamegerîya Kurd’e. Yekemîn car rojnamekî Kurd bi navê KURDÎSTAN ji alîyê Mitxat Bedirxan u birayê wî Abrurrahman Bedirxan ve li Kahire- Misir’ê hate derxistin. Rojnameya KURDÎSTAN ji aliyê birayên Bedirxaniyan ve di şertên penaberîya siyasi u koçberî; u şertên gelek zor u zehmet ve ji gele Kurd ra hate diyarkirin.
Qedera rojnamegerîya Kurd jî wek qedera gelê Kurd buye. Welatperwer u rewşenbîrên Kurd jî wek gelê Kurd di xizmeta vê karê niştimanperwerî da kuştin, işkence, zordarî, penaberî u gelek hejarî ditine lê disa ji vê erka xwe ya hişyarkirina gelê Kurd bi fedakarîyeki mezin pêk anîne.
Îro, li cihana modern u pêşketî da bêguman li Kurdîstan’ê rola rojnamegerîya Kurd gelek giringe. Xebatkarên çapemenî u rojnamegerên Kurd divê bi bîr u ramanekî azad berjewendiyên netewa Kurd bifikirin u bı vê hişmendiyê xizmeta gelê Kurd bikin ji ber rola çapemenîyê di pêşketina netewek de di warê sîyasî, aburî, çandî u civakî da gelek girînge.
Bi vê minasebetê em wek Partîya Demokrata Kurdîstan (PDKT), roja rojnamegerîya hemî xebatkarên çapemenî u rojnamegerên Kurd pîroz dikin. Bi minnettarî ew kesên ku şert u mercên dijwarda vê xebata piroz kirine, xizmeta gelê Kurd kirine u ew kesên ku vê xebatê da şehîd bune bîr tînin.
Partîya Demokrata Kurdîstan
PDKT