CNK Gençliği Vedat Aydın'ı andı!

CNK Gençliği bir kopyasını da nerinaazad\'a gönderdiği kürtçe bildiri ile 5 Temmuz 1991 yılında katledilen Veday Aydını\'ı andı.
08.07.2015, Çar - 09:26
CNK Gençliği Vedat Aydın'ı andı!
Haberi Paylaş
CNK tarafından yayınlanan açıklama da şu ifadelere yer verildi:

Kenê Wedatê me kenekî hêja bû…

Îro salvegera qetilkirina dewletxwazekî bêhempa ye. Îro 24 sal in em şînê digerînin,îro 24 sal in em navê wî yad dikin.Welatekî bifikirin li ber xwîna şehîdên xwe çûbe,welatekî bifikirin navê wî bi tenê di hinek kîtêbên dîrokê de derbas bibe,welatekî bifikirin şehîdên wî ji zindiyên wî zêdetir be…

Berî niha bîst û çar salan me nikaribû Wedatê xwe ji nav lepên dewleta hov û xwînmij xelas bikin.Berî niha şêst û du salan xwedê ew dabû,ew jî bûbû şitlek ketibû nav daristana welatê xwe.Her ku ew şitila mezin dibû,siya wî şitlî dijmin ditirsand,ew şitil dibû xof û diketa dilê wan.Dijmin dixwest çavê Wedat bitirsîne.Dijmin ew hepis dikir nedibû,îşkence lê dikirin nedibû dikirin nedikirin nikaribûn Wedat bitirsînin û wî ji rêya wî ya pîroz vegerînin.

Li bakurê Kurdistanê cara yekem Wedat Aydin bi Kurmancî xwe li dadgeha dewleta şovenîst parast.Dewleta dagirker xwest ew vegerîne ser zimanê tirkî lê Wedat Aydin li hemberî neyar ji ya xwe nehat xwarê û parastina xwe bi zimanê xwe kir.

Em çiqasî pesnê wî bidin jî hindik e.Ne em dikarin pesnê ên mîna wî bidin ne jî pênasa lehengiya wan bikin.Em bawer in dîrokek bêhempa û bêdawî ji lehengiya wan diafire û wê biafire jî.Lê sed mixabin ji ber ku em nebûne dewlet em nikarin jêder û çavkaniyên kêrhatî di derheqê wan de bidin hev û ji miletê xwe re pêşkeş bikin.

Em wek Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê çendîn pesnê wan bidin kêm e.Em sondê li ser nav û rêya wan dixwînin em ê heta hetayê navê wan û doza wan biparêzin.Bila ruhê Wedat Aydin û şehîdên vê dozê şad bin.

Ji Wedat Aydin re;

Kenê Kurmancî em ji te fêr bûn.Bila giyanê te şad be;

‘’Me dev ji kenê xwe yî Kurmancî bernedaye.’’

CNK

Nerina Azad
Bu haber toplam: 3691 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:17:44:24