Serokê PDK-Bakur Sertac Bucak Newroz Pîrozkir

Miletê Kurd careka din sersaleka nû, Newrozê pîroz dike.
21.03.2015, Cts - 09:24
Serokê PDK-Bakur Sertac Bucak Newroz Pîrozkir
Haberi Paylaş
Newroz Lı Gelê Me û Hêzên Pêşmerge û Şervanên Qehreman Pîroz be!

Newroza îsal di qonaxekî wisa de tê pîroz kirin ku Kurdistan di şerekî man û nemanê re derbas dibe.

Berî heşt mehan roja 3ê tebaxê bi hêrîşa ser Şingal û Mexmûrê hin hêzan xwestin bi maşeya ku navê wê DAIŞ e, pêşî li pêvejoya dewletbûna miletê Kurd bigrin û destkevtiyên wan têkbidin. Ev hêrîş planeka tunekirina destkevtiyên siyasî, aborî û serwerî yên miletê Kurd, bi gotineka din têkdana statûya Kurdistanê bû li başurê welatê me. Hêrîşa li dijî Kobanî û wan deveran jî heman armanc hebû, dijminên Kurdan xwestin bi destê Daişê destkevtiyên rojavayê Kurdistanê têkbidin. Di saya berxwedana Ypg/Ypj-ê û piştevaniya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ew plana wan jî hat xerab kirin. Kobanî û gundên deverê hatin rizgar kirin.

Di saya berxwedana hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û şervanan de, plana hêrîşen dijminên doza Kurdistanê hat rawestandin û bermeqlûbî hat kirin. Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê axa bav û kalan gav bi gav rizgar kirin û gîhan sînurên Kurdistanê li Çiyayê Hemrîn heta Xaneqînê. Beşek ji bajarê Şingalê û çend gundên deverê jî tê payîn, ku nêzîk de ji teroristan temamî werin paqij kirin.

NEWROZa îsal ji bo miletê Kurd û serweriya Kurdistanê li başurê welatê me bû vejîn, bû ji nûve hebûn. Dijminan xwestin destkevtiyên miletê me têkbidin û bi taybetî li başurê welatê me Dewleta federe biruxînin. Lê miletê Kurd, di pêşengiya pêşmergeyê dilnizm Mesûd Barzanî de, hemî egid û mêrxasên vî miletî -çi jin çi mêr- berxwedan û bi can û xwîna xwe destkeftiyan û Dewleta federe parastin.

Di vê çarçoveyê de Newroza îsal hem roja nû ya destpêka sala nû ye, hem jî roja vejîna ruhê Kurdewariyê û parastin û erê kirina dewleta Kurdistanê ye.

Hêzên pêşmerge û şervanên Kurdistanê di ber mirovayetiyê de, di ber hevçaxiyê de şerê man û nemanê dan. Miletê Kurd biserket û bû sembola azadî, mirovayetî û hevdemiyê.

Em Newrozê li Serok û pêşmergeyê Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşmerge yên qehreman, kes û karên şehîdên Kurdistanê, li hemî gelê Kurdistanê û li hemî Kurdên cîhanê pîroz dikin.

Em umudwar in dê Newroza îsal bibe destpêka qonaxeke nû di têkoşina miletê Kurd de û her wisa di pêvejoya dewletbûna Kurdistanê de.

Newroz li we pîroz be!

Sertaç Bucak

Serokê PDK-Bakur

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2730 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:09:47:47