Basın açıklamasında çok sayıda Kürdistan bayrağı ve Ölümsüz Lider Mele Mistefa Barzani\'nin posteri açılırken, \"Sykes-Picot Kürtlere uygulanan soykırım ve trajedinin adıdır, 100’üncü yıl dönümünde artık yeter diyoruz” pankartı açıldı. Basın açıklamasında “ Güney Kürdistan’ın bağımsızlığını destekliyoruz, Bağımsızlık Kürt milletinin hakkıdır” denildi.
TPDK-Bakur Batman şubesi tarafından Kürtçe olarak gönderilen basın açıklamasında şu şfadelere yer veriliyor;
Ji Raya Giştî Ra
Milletê Kurdistan’e; qedîmtirîn milleteke di rojhalata navinde u bi hezari salane dive erdnigariye de dijî. Her çikas İmparatorê dagirkeran bi ser xaka wande erîşa anîn bin jî Kurdistan’îyan xaka xwe terk nekirîye u berdewam jîyana xwe domandine.
Di serdema dirokê ki dur û direjde Kurd di ve coğrafyayê de rolê girîng leystine. Wek mînakek em dikarin Împaratorîya Med’da nîşanbidin ku 2694 sal berê hatîye damezrandin. Sinorê ve împaratoriye di hêla rojava da digahaşte Anatolya navin. Di bakur de Kafkasyaya jerîn û heya Asya’ya navin, sinore xwe berfireh kiribu. Sînorê wîye rojhalat; heta xaka Hîndistan’ê direj dibu. Navenda imparatoriya Med’da ev xaka qû evro bi nave İran’ê te naskirin u xaka Kurdistan bu.
Di serdema direjahîya îslame de jî Kurd bandorek sereke lebıstine u di sala 1150 u virde bi nave Eyûbîya; di Rojhelata navinde rupelê zêrîn nivisandine. Selehaddine Kurd kû Eyyûbî’ yê hikûm darîye kî bi rumet u şanaz , seransere Rojhilata Navin ku 100 sal dibin dagirkerîya Ewrupîya de mabu bi reveberiya Selehaddin’e Eyyubi tek çu. Di serdema hikumdariye Selahaddîne Kurd de di Ereb. Selçuki û Tırkmen bi hevra di têkoşîyan.
Di sala 1514’de di şere Çaldıran’e de Kurda bi siltanê Osmanîya Yavuz Selim ‘re peymanek çekirin. Ev peyman heya 1812’a berdewam bu. 1812 u virde Osmaniya ev peymana dinav Yavuz Selim û mîre Kurdistan’e de hatibu pesendkirin bi yek ali. Sal bıi sal hate puçkirin û bandora Mîrê Kurdistan’e hat şikandin.
Di destpêka 100 sale 20’tan de împaratorîya Biritanya, Fransa û imparatoriya Rusya, ji bo tek birina împaratorîya Osmanîya û dabeşkirina Rojhelata navin xwe berdane ser xaka Erebistan û Kurdistan’e. Armanç Osmanî bêne tuûne kirin û ve coğrafyayê ji nuve di nav xwe da dabeş bikin. Lewra bena neftê ya petrol ê bi ber poze wan da çû bu. Di ve serdeme de Ereba bi giştî di ve pevajoyeda hevalbendiya hêzê dagirkere Birîntanya u Fransa’ya emperyal kirin. Kurdistan’iyan bi hewldanekî ümmetî hevalbendîya Osmanîyan kirin. Her çikas hewldanekî netewî jî dî Kurdistan’ê da hebu . Le mixabin ew hewldana netewi bi ser neket.
Di navbera 9 û 16 Gûlanê de di pisporê Erdnigarî u siyaseteka ku bi nave Sykes-Picot tene naskırın li ser nave dewleta Biriîtany u Fransa 1916’da nexwşeyekî nu ji bo Rojhelata navîn dane pesendkirin. Di ve nexşeya nu de bi ti awayî cîye Kurd û Kurdistan ê tûnnebu. Ew roj ev roje li ser Kurdistan’e zilmi zorrdarî jenosid berdewamin. Ew herba cihanê a yekemin kû 1914 de destpekir û di sala 1918’de dawi le hat serdemekî gellek stratejîk bû. Ji ber ku milletê Kurd rolekî sereke ji bo netewa xwe neleyist ew ro iro sedsal zilm, zordarî û komkûjî li ser Kurd û Kurdistan’ê hejî berdewam dike.
Di sala 1923 yan da bi peymana Lozanê Kurdistan hate dabeşkirin. Di navbera dewleta Tirkîye, Îran , Irak û Suriyê da. Ew roj uû virde di komkujîye li ser Kurdistan’ê de hijmara qurbaniyan bi milyona tênê hesibandin.
Ji 1990 û virde bi pelişandina Sovyet Rusya’ye serdemekî nu li ser Rojhilata navin dest pê kirîye. Di ve serdema nu de Kurd li Başûrê Kurdistan ê xwedî rolekî girîngin. Ji 1991 u virde li Başûrê Kurdistan’ê defocto dewletek bi rêk u pek dibe. 1992 yade federal dewleta Kurd hatîye avakirin. Di 2003 yan de tekçûna Seddam e kû bi celladiya Kurda dihat binavkirin u pelişandina rejîma baasê virde Kurdistan a Başûr roj bi roj sîyaset û dîplomasîya nav dewletî de dibe xwediyê bandorekî bilind. Serokê Kurdistan ê brêz Mesûd Barzanî li Amerîka ye wek serokomarekî, bi Âla rengîn tê peşwazî kirin. Li paytexta dewletê Avrupa’yê dîsa bi rûmet û şenazî tê mêvankirin.
Brez Mesûd Barzanî li dewleta ciran; wek Tirkîye bi Ala Rengîn te peşwazîkirin. Li Siûdîya Erebî, Ürdün û dewlete kendewa Erebî disa wek serokomarek te peşwazîkirin.
Piştî şerê Daiş, qû hicum danî ser Kurdîstan ê û virde Kurda carek din bi tîpê zêrîn di dîroka dinyaye da cîhe xwe standin. Ewro seranserî dinyaye bi merxwasî û kehremanîya şervane Kurda matmahi mane Peşmerge ne tene bi qehremanîya xwe bi vî axlak û edeba xweye mirovahi ji li ser raya giştî ya dinyayê bandorekî erenî danîye.
Em dibejin ev serdema kû ji 1991 virde berdewame serdemeki stratejik’e ji bo Kurd û Kurdistan’ê.
Kurd ev roj rolekî netewî û yekbûyî eger bi kar neynin u ev rewşa ku li ser Başûrê Kurdistan’ê pêk hatiye kû gellek derfeten girîng bi destxistîye baş bıkarneynin û pêvajoye referanduma bo serxwebûna Kurdistan’ê bi ser nekevin Mimkûne ku Kurdistanî van derfetê stratejîk ji dest xwe birevînin û serdemekî duve direj dîsa bikevin bin bandora zilm, zordariya û komkujiya van dewleten dagirker.
Em bang li raya gîştîya Kurdistan’ê û mirovahîye dikin ku bı yek dengî û yekgirtîyekî xurt piştgirîya referanduma Başûrê Kurdistanê bikin. Dakû ber bi serxwebûnê ve meşa xweyî dîrokî bi domîne, milletê Kurd jî di nav koma millete de cîhe xweyi bi rûmet bistîne.
Bijî Êdalet, Bijî Mirovahî û Bijî Kurd û Kurdistan….!!!”