PDK-T tarafından yayınlanan ve bir kopyası da Nerinaazad\'a gönderilen bayram kutlama mesajının Kürtçe orjinal metni:
Ev sal dîsa gelê Kurd di nava şertên şer koçberî u xemgînîya şehîdan da xêrhatina cejna qurbanê dike. Gelê Kurd di tekoşina azadiya welate xwe da gelek bedelêkî giran dide. Li pêş çavên cihanê li Şengalê u Kobanê me trajedi u komkujiya gelê Kurd dît u em pê gelek êşiyan. Li rojhelatê Kurdistanê ji ber destdirejî u kuştina keça Kurd Ferinaz Xusrewani gelê me serîhilda u gelek Kurd hatin kuştın u hatın girtin. Li girtîgehên İranê jî roj nine ku Kurdên welaparêz tên idam kirin. Ji ber şer u pevçun gelê me li gelek deverên bakurê Kurdistanê, li Varto, li Farqin, Li Cizirê u gelek deverên dî di bin zulm u zordariyekî mezin da derbas bu u hîn jî dibe… Lê herê zide jî wêneyên Alan Kurdî ên li ber behrê ku li hemî cihanê belav bu , di dilê me da bu sembola mazlumiyeta u bê dewletbuna gelê Kurd.
Qedera Gelê Kurd yeke, ji ber li hemî parçeyên Kurdistanê, gelê Kurd yek netewe. Bi vê minasebetê em cejna Qurbanê ya gelê Kurdên misilman u tev cihanê piroz dikin.
Bi taybetî jî di xemginiya şehidên azadiya Kurdistanê da, di serî da cejna hemi malbatên şehidan, hemî pêşmerge u şervanên Kurd ku li enîya şer cejnê derbas dikin, em piroz dikin. Bi hêviya Kurdistaneki azad u serbixwe Cejna Qurbanê piroz be. PARTİYA DEMOKRATA KURDİSTANÊ PDK-T