Peyama Cejna Qurbanê yê Serokê PDK – Bakur

<b>Miletê me yê qehraman!</b><br><br>Em kurd dîsa cejneke xemgîn pêşwazî dikin.
03.10.2014, Cum - 16:08
 Peyama Cejna Qurbanê yê Serokê PDK – Bakur
Haberi Paylaş
Miletê me yê qehraman!

Em kurd dîsa cejneke xemgîn pêşwazî dikin. Li başûr û rojavayê Kurdistanê kurd li hemberî dijminên xwe şerê man û nemanê dikin. Ji ber van şeran kurd dîsa bi qerîn, hawar û mirinê re rû bi rû man. Şehîdên me çêbûn û bi sedan hezar kurd di welatê xwe de koçber bûn. Em Cejna Qurbanê bi van hêstên xemginî û qehrê pêşwazî dikin. Lewra em dilêş in.

Bi vê minasebetê ez dixwazim di serî de bi taybetî cejna peşmergeyên qehreman pîroz bikim. Ew pêşmergeyên ku ji zarok û malbatên xwe dûr, ji bo azadî, rizgarî û parastina welatê xwe di sengeran de bi canfedayî şerî dike. Ew pêşmergeyên ku bûye tirsa xewnê ya terorîstên DAÎŞ’ê. Ew pêşmergeyên ku bûye hêvî û baweriya miletê kurd û Kurdistanê. Em bi wan re serfiraz û serbilind in. Ez Cejna Pêşmergeyên me yên qehreman bi van hêstan pîroz dikim.

Her wiha ez cejna şerwanên Kobaniyê jî pîroz dikim ku li hemberê terorîsten DAÎŞ’ê berxwe didin û namûs û şerêf û erdê Kobanî û rojavayê Kurdistanê diparêzin. Ez bang li kurdên bakûrê Kurdistanê dikim ku koçberên Kobaniyê tenê nehêlin û piştgiriyên xwê zêdetir bikin, ji ber ku ew birayên me ne. Bakurê Kurdistanê jî wekî rojavayê Kurdistanê erdê bav û kalê wan e. Ti ferqa me ji wan tine û divê ku em heta dawiyê li wan xwedî derkevin.

Her wiha ez cejna peşmergeyên rojhilata Kurdistanê jî pîroz dikim. Ew emanetê her sê şehîden mê yên ezîz û qedirgiran Qazî Muhammed, Dr. Abdurrahman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî ne.

Cejna miletê xwe yê li bakûrê Kurdistanê jî pîroz dikim. Hevîdarim pevajoya aşîtiyê serbikeve û em piştgiriya wê bikin.

Roj roja piştgirîdayîn, hevxebat, hevgirtin, biratiya kurdan e. Roj roja li ser esasên neteweyî yêkrêziya kurdan e.

Pêvajoya serxwebûna başûrê Kurdistanê ji bo miletê kurd hêvî û ronahiyek mezin e. Êrîşên terorîstên DAÎŞ’ê careke din pêwîstiya serxwebûn û dewletbûyîna kurdan da xuya kirin. Kurd bibin dewleteke serbixwe wê demê dikarin xwe bihêztirîn li hemberî êrîşan biparêzin. Loma em piştgiriya pêvajoya serxwebûna Kurdistanê dikin. Em wekî kurdên bakûrê Kurdistanê jî bi gavên realîst û stratejiyeke Kurdistanî tevdigerin. Kurdistanîbûyîn bi hezkirina welat û hemû hemwelatiyan pêk tê. Demokrasî, azadî, wekhevî, pirrengî û pirdengî û xwedî derketina kêmol û kêmneteweyan û dewleteke nûjen û pêşketî ji bo kurdan pir pêwîst û jêneger e.

Bi kar û xebat, bi xirêt û Kurdîstanîbûyîn divê em bigihijin armancên xwe. Hebûna Kurdistanê qezenca demokrasî û azadî, bi kurtasî nirxên hevbêş ya cîhanê ye. Koalîsyona Navdewletî piştgiriyeke xurt didin miletê kurd û Kurdistanê û cîranên wê. Em teqez dikin ku Kurdistan bibe hêlîna azadî demokrasî û aşitiyê ya Rojhilata Navîn. Bi vê minasebetê em careke din spasiya xwe ji bo Koalîsyona Navdewletî pêşkêş dikin.

Cejna Qurbanê ya miqades li hemû misilmanên cîhanê pîroz dikim. Ji bo hemû mirovan cîhaneke aşitiyane, jiyaneke azad û demokrat, ji xwedayê mezin rehmet nîyaz dikim.

Sertaç Bucak
Serokê PDK-Bakur
Nerina Azad
Bu haber toplam: 11957 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:10:00:21