Fettah Karagöz: Bila Tirkiye derbasî sîstema federal a sist bibe

Endamê rêvebiriya desteya Platforma Demokratên Kurd Fettah Karagoz, dibêje piştî dewleteke serbixwe ya kurd li Iraqê hat damezrandin, divê Tirkiye jî di gel kurdên nav xwe de bikeve diyalogê û sîstema federaliyê bipejirîne. \n\nJi rêvebirên dezgeha w.
24.07.2014, Per - 14:27
Fettah Karagöz: Bila Tirkiye derbasî sîstema federal a sist bibe
Haberi Paylaş
Endamê rêvebiriya desteya Platforma Demokratên Kurd Fettah Karagoz, dibêje piştî dewleteke serbixwe ya kurd li Iraqê hat damezrandin, divê Tirkiye jî di gel kurdên nav xwe de bikeve diyalogê û sîstema federaliyê bipejirîne.

Ji rêvebirên dezgeha weke PDK-Bakur tê nasîn Fettah Karagoz, pêşniyariya xwe weke “sîstema federal a sist” binav kir.

Karagoz, bûyerên dawî yên li Iraq û Tirkiyê pêk hatîn, bi têkiliya pirsgirêka kurd ve nirxand.

Hûn dê derbarê yasaya ku di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de ji 6 madeyan pêkhatî, çi bibêjin? Li gorî we armanca vê yasayê çiye?

Divê mirov di serî de bibêje ku armanca vê yasayê, ne çareseriya meseleya kurd û Kurdistanê ye. Di vê yasayê de armanc; çekdanîna PKKê û veger û entegrebûna gerîlayên ku li gorî dewletê tevlî sucan nebûyî ye. Ez dikarim bibêjim ku ev yasa şeklê “yasaya vegera malê” ya hinekî hatî berfirehkirin e.

Baş e, hûn pêvajoya aşitiyê çawa dinirxînin?

Eger dewletê bi rastî xwestiba pirsgirêkê çareser bike, dikarî hinek gavan biavêje. Mixabin ji ber ku meseleyê her tim weke meseleya ewlehiyê dibînin, hêj tiştek ji bo kurdan nedayîn, dixwazin li gel Ocalan meseleyê xelas bikin. Ez di wê baweriyê de me ku, serkeftî ne jî.

Hûn weke PDK-Bakurê, dê di hilbijartina serokomariyê de helwestek çawa nîşan bidin?

Hilbijartina serokomariyê, ne meseleyek wisa ye ku ji bo kurdan di asta yekemîn de be. Di vê de ya cuda ew e ku, yekem car serokomarî, dê gel hilbijêre. Ji ber ku wisa ye jî, serokomarê bê hilbijartin, çimkî hêza xwe ji gel standiye, dibe ku di siyasetê de çalaktir be. Lê belê wisa be jî ne pêwîst e kurd bibin alîgir.

We kampanyayek da destpêkirin... Ji bo Kurdistanek serbixwe...

Hûn dizanin ku Başûrê Kurdistanê biryar stand ku ji bo serxwebûnê here referandûmê. Ev yek, kurdên li perçeyên dî jî eleqedar dike. Me jî weke PDKê li Êlih û Amedê ji bo piştgiriya serxwebûnê, kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Di rojên pêş de li hinek cihên din jî kampanyayên mîna vê em dê pêk bînin.

Tirkiyê helwesta xwe ya derbarê Kurdistana serbixwe de nerm kir, li gorî we sedema vê çiye?

Li Rojhilata Navîn, êdî kurd bûne aktorê yekemîn. Di serî de DYA (Dewletên Amerîka yên Yekbûyî) û dewletên Rojavayî dîtin ku heta kurd nebin, çareserî nayê vê herêmê. Her çi qas di serî de

Tirkiyê berevaniya hevgirtina axa Iraqê kiribe jî xuya ye ku dev ji vê israra xwe berdan e. Îro, siyaseta ku Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn pêş ve bibe, îflas kiriye. Di vê coxrafyayê de ji xeynî kurdan tu dostên wan ne mane. Ev di heman şeklî de kêrî kurdan jî tê. Têkiliya berjewendiyên beramber, ji bo pêşveçûna bo derve, têkiliyeke pêwîst e. Ji bilî vê jî ticaretek salan 12 milyar dolarî bi Tirkiyê re bi destxistin. Ev tişt hemû, bûn sedema guherîna siyaseta Tirkiyê.

Tirkiyeke piştgiriya Kurdistana serbixwe dike, divê li gel kurdên di nav xwe de jiyanek çawe ava bike?

Kurdistana ku bibe cîranê Tirkiyê di heman wextî de dê ji bo kurdên Bakur jî dilxweşî û heyecanekê çêbike. Divê Tirkiye bi awayekî lez û bez meseleya kurdan bi şeklekî herî demokratîk çareser bike. Eger em li gorî rewşa rasteqîn ya roja me bifikirin, li gorî min çareseriya herî baş; sîstemeke federal ya sist a ku bi coxrafyayê ve peywendîdar e.

Pêwîst e helwestên derdorên siyasî yên kurd, derbarê Kurdistana serbixwe de çawa be?

Helwesta ku derdorên siyasî yên kurd li hemberî rastiya Başûrê Kurdistanê, divê hembêzkirina destkeftinên Kurdistanê be. Divê li her cihê ku lê dijîn, piştgirya serxwbûna Kurdistanê; bi konferansên zanistî, çalakiyên demokratîk û kampanyayên îmzeyan bikin.

FETTAH KARAGOZ / PORTRE

Sala 1964ê li navçeya Mûşê Gimgimê ji dayik bû. Li Zanîngeha Ankarayê beşa di Fakulteya Zanistiyên Aborî û Kargerî de beşa maliyê xwend. 2002ê di sazkirina HAK-PARê û rêvebiriya desta serokatiya wê de cih girt. 2004ê li Enqereyê kitêbxaneya bi navê “Çarçira Kitap ve Kultur Evi” vekir. Piştî konferansa 2012an li Hewlêrê hatî çêkirin, biryar da ku di PDK-Bakurê de cih bigire. Hê jî endamê “Platforma Demokratên Kurd” e.

Hevpeyvîn: Adil Xermencî

Rudaw

Rudaw
Bu haber toplam: 9173 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:06:59:03