Dijîn di demekî dijwar de,
Norkozek giran li me dane
Hişyar nabin ji vê kambaxê.
Roj bi roj dihele fena find e
Li serê me agir vêxistine
Dişewite bêdengiya mirinê
Çand û zimanê me pişartî dibe
Bi plana demdirêj ya pişavtinê
Roj bi roj mina pençeşêrê dikûje.
Hawar û hawar gotîbû mîrê me
Dengdabû Celladdet û hevalên xwe
Bi dengê Hawar û Ronahîyê
Łi ser şopa Feqîyê Teyranî Miksê
Cizirî jî gotîbûn bi evîna Diwanê;
"Bixwînin Mela, Şîrazî ne hewceye"
Heta ku hebe nanê genim yê malê
Ji derve nexwaze parsekî xwarinê,
Ehmedê Xanî nîvîsibû pirtûk bî kurdî,
"Nûbara piçûka",
"Eqîda Îmanê"
Û "Mem û Zin" giranbûha di sala 1695'î
"Da ku nebêjin Kurd nezan in,
Bê ziman, bê Irfan û bê edeb în!"
Hozan û zanayên me jî bi dengê berz,
Bang kiribû bo zimanê hebûna me,
Gotibû. "Şêrîn û xweşe zîmanê Kurdî"
Bi her awazî qêrîn dikim ji bo Kurdên me
Hişyar bibin, hawar hawar e!
Di metirsîyê de ye zimaňe me.
Rizgar bikin ji destê Tirk, Ereb û Ecem e!
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.