Jina Kurd,
Li Dêrsim û Qoçgîrîyê
Li Agirî û Geliyê Zilanê
Mereş, Meleti û Muşê,
Darahênê, Dukan û Bûkanê
Garzan, Serhed û Binxetê
Şemzînan û Silêmanîyê
Botan û Behdinanê
Mêrdîn, Amed û Mehabadê
Barzan û Hewremanê,
Helebce û Merîvanê
Mako, Orumiye û Hemedanê
Qers, Hewlêr û Wanê
Şino û Sênê,
Semsur, û Sorekê
Efrin, Kobanê û Cizîrê,
Hesek, İlam Dîlok û Sêrtê
Şengal, Germîyan û Xaneqînê,
Bazyan, Tuzumru, Lalêş û Bilisê
Mergesor, Deman û Çomanê,
Zêlê, Qesmareş û Kelaçolê
Ranya,, Qobaldî. û Qeladizê
Helşo, Dolêşehidan û Qendilê
Zap, Avaşîn, Avareş û Kharpêrtê
Xoy, Nahcivan, Navpird û Rewandizê
Sêwas, Ezirgan û Erzromê
Û li her dewerekî welatê me Kurdistanê
Evqasî bi xwedî namus bi rûmete!
Dema ku ji alîyê dijmin ve
Dorpêç dibin,
Di aras û qada şer de,
Ku dikeve kemînê
An gule ya heri dawîyê
Li bedena xwe ya nazik direşîne
An jî ji hezkiriyên xwe dixwaze
Û dibêje;
"Tu min bikûje,
Bila ez bı žindî û saxî
Nekevim destê dujminê har û hov!
Naxwazim min biheriminîn,
Bêrûmet û bê heysiyet biminîm!
Di destê Rom, Ecem û Ereb de
Û xayîn û caşikan de
Nebim amura k'efxweşîya dujmin!"
Mîna,
Besê ya Dêrsimê
Zarife ya Qoçgîrîyê
Zeyno ya Agiri dîlêr man
Di dilê me de her bicîh bûn.
Bi awqazên diyarde û zelal bûn dirok
Ev çûn, pend û rûmetîya jina Kurd ma!
Fena ku bi hawar digot;
"Şelpeze û rezil nebim,
Bila mirina min jî mîna min,
Paqij û serbilind bibe!
Da ku paşeroja me de,
Hinkeriya mirovayetî, kurdewari
Û berxwedanî bimîne!
Dê zûtirin were welatê me,
Hevî, Azadî û serxwebûn!
Bila di çîya û bajarên me de,
Genî, gendelî, mij û sîxwirî wenda be
Bila dengê kûştinê nemîne!
Lorîk û hestirên çavên dayîkan raweste!"
Guh bidin pend û şîreta jina Kurd,
Bj rûmet û heysîyet bimînin..
Bila roja reş biçire û biçe
Zindana ku em têdene bila birûxe
Em ji derkevin arasta wê roj û ronahîyê!
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.