Maruf Yılmaz Nêrînên Dawî

Dostê Kurdan Avram Noam Chomsky- 2

“Ziman ne pêwenga ragihandinê ye, ziman jibo afirandin û şirovekirina ramanan e”. “Em di mêjiyê xwe de bi ziman ji dayikê dibin”.
Dostê Kurdan Avram Noam Chomsky- 2
Nêrîn Belav bike

1. Ziman çi ye?

Ziman ne pêwenga (amûr)  ragihandinê ye, ziman jibo “afirandin û şirovekirina ramanan e”.  Jibo CHOMSKY ziman ne pêwengek e.

Yek ji çewtiyan ew e ku erka bingehîn a zimanê we wekî pêwenga (amûrek) ragihandinê ye. Li gorî CHOMSKY ne wisa ye. CHOMSKY  di wê baweriyê de  ye ku ziman bêhtir jibo “afirandin û şirovekirina ramanan e”. 

Hindav, rêûrêç, perwerde, konferes û ramana CHOMSKY bi piranî li ser zimanê mirovan, demokrasî û lîberalîzma nû ye.  Qabiliyeta axaftina zimanî, taybetmendiyeka biyolojîk e û di hemû jîngehên me de roleka bingehîn dileze. Ziman ravekarê ku mirov xwediyê wê dîrokê ye, ji aliyê din ve cihêrengiya çandî û serkeftina biyolojîk bi xwe ye. Bi gotineka din, ziman dîrok, mîras çand, kevneşopî û awayên jiyana gelê xwe yê bêhempa hildigire. Ziman hilgirê mîrasa çandî ye û nêrîna hevpar a gelê xwe ya li ser jîyan û nirxan nîşan dide. Ziman zanyarîyên cûda li ser xweza û cîhanê vediguhêze.  Ziman xwedanê taybetmendiyeka bingehîn e, ku ji aliyê biyolojîk ve jî yekta ye. Nimûneya herî zelal ev rêza hejmaran e: 1, 2, 3, … Ev ne prensîbek e ku zarok fêr dibin, lê ew di pêkhateya me ya genetîkî de ye, heye. Qabiliyeta zimanî di nav taybetmendiyên sereke yên mêjî de ye.

CHOMSKY (1957) dinivîse:

•Mirov bi zimanê xwe ji dayîka xwe dibe û zimanê me bêsînor e.

•Mêjîyê mirovî hatîye  bernamekirin (programkirin) jibo fêrbûna zimanî.

•Rêziman bêsînor û xwedîyê qanûnên giştî û gelemperî ye.

•Mirov bi îmitasîyonê fêrî ziman nabe, ji ber ku hemû fêrî ziman dibin.

•Hemû zarok kêm-zêde di heman rê de derbas dibin.

•Bêyî ku mirov li dersxanê de perwerde bibe.

•Fêrbûna zimanî, fêrbûnek taybetî ye...

Pirsa sereke: Koda kognîtîvê çi ye?

 1.1 Pîaget û egosentrîzma zimanî

  Li gorî wî hizir, (raman) zimanî diwelidîne/diafirîne. Lê Vygotskij berevajiya wî dibêje. Ziman hizrê diafirîne, lê herwisan jî hizr zimanî diafirîne. Pêşdibistan, zarokxane û dibistan rola duhem dileyizin- Li gorî vekolînên zanyariyên dê û bav, mal, xwişk û birayên zarokî/zarokê roleka bingehîn dileyîzin û dûvre jî pêywendiyên wî/wê digel derûdora  wî/ wê rola duhem dileze.  Li gorî min sê xal girîng in:

  1. Mamosteyekî/mamosteyeka aktîv/çalak
  2. Xwendevanekî/xwendevaneka çalak
  3. Hawîrdorreka aktîv çalak

Pîaget zimanê egosentrîzma zarokan parve dike ser sê koman (kategorî): Dubarekirina peyvê (bebe, ma-ma, da-da). Monolog: zarok bixwe re dipeyve, bixwe peyvmend e. Teoriyên Vygotskij di derbarê perwerdeyê de balkêş in. Ew lîstin û yarîkirin zarokî/zarokê bi hevalê/hevala wî/wê re wek pêvajoyeka (prosesek) civakî dibîne. Pêywendiyên zarokî/zarokê bi zarokên din re pir girîng e.  Bi dîtina min hevhizriyên (hevfikir, hevsengî) ku di navbera perspektifa psîkoanalîtîk û perspektîfa kognîtîvê de hene, ew e ku Sigmund Schlomo Freud û Jean Pîagetşveçûna zarokan de qonaxên cûda de dabeş dikin, li wir zarok gav bi gav zanînên nû fêr dibin heta ku şayan an zanîna ramanê bi dest bixin. Pîaget di wê baweriyê de ye ku ramana zarokî/zarokê di çar qonaxan de tê dabeşkirin û ew wek li ser pêlekan (derince,nerdiwan, gav bi gav) têne avakirin. Li gorî wî ramana zarokî/zarokê bi têgihîştin û jêhatbûna biyolojiya lêhayî û motorîkê ve girêdayî ye. Vygotskîj bawer dike ku zarok jibo fêrbûnê divê beşek jı çarçoveyeka cıvakî û çandî be.  Freud wek Erîk Hombergur Erîkson di wê baweriyê de ku pêşveçûna zarokan bi xwestina wan dibe, lê Erîkson zêdetir balê dikişine ser pêşveçûna zarokî/zarokê ya serbixwe û azad. Ew  giraniya xwe dide ser kamilbûna biolojoya hundirîn a zarokî/zarokê û çawa d pêşveçûna wî/wê de bandora xwe dihêle.  Erîkson behsa nasnameya zarokan a civakî (sosyal) dike. Li gorî Erîkson zarok bi rêya înteraksiyon û lîstik xwe nas dikin. Dema ku mirov behsa pêşkeftina zimanê zarokî /zarokê bike, lîstik faktora herî girîng e ji ber ku zarok bi rêya lîstikan zanîn û ziman fêr dibin. Erîkson wek CHOMSKY bawer dike ku qonaxên cûrbecûr bi rêkûpêkeka diyarkirî  pêk tê ku jibo hemû mirovan hevpar e. Nasnameya  zarokî/zarokê  bi têkiliya di navbera bandorên  biyolojîk, civakî (sosyal) û çandî de pêş dikeve.

  • Teoriya natîvîstîyê (Avram Noam CHOMSKY).
  • Teoriya sosyalkontruktîvîstiyê Lev Vygotskij
  • Teoriya behavîyorîstiyê (Burrhus FreddErîk Skînner)
  • Teoriya kamilbûnê ya (Arnold Gesell) – Zarok dibe kirde/subjekt û salmezin/mamoste dibe bireser (objekt).
  • Teoriya kognîtîvê (Jean Pîaget) zarok  kirde (subject) e.
  • Teoriya psîkoanalîsê/derûnnasî (Sigmund Schlomo Freud)
  • Teoriya sosyalbehavîyorîstiyê/teoriya psîkososyalê (Erîk H. Erîksson)
  • Nasnameya Otobiyografîk- “ez bixwe xwe diafirînim” 2015-2024 (Maruf YILMAZ)

Fîlozof, prof. Ludwig Wittgensteîn (2014) di zimanê de du cureyên têkiliyan de ji hev vediqetîne, mînak, kevokeka sereke û ya ne sereke (duyem). Li gorî armanca felsefeya zimanî zalalkirina ramanan e. “Armanca felsefeyê zelalkirina Ramanan e”.  felsefe ne hînkirin e, çalakıyek e. Felsefe bı rastî divê  tenê bi poesî/helbestvaniyê ve mijûl bibe.

”Sînorên cîhana min, sînorên zimanê min e. Cîhan her tişt e. Cîhan tevahîya rastîyan e ne ya tiştan e. Cîhan bi rastîya xwe û bi rastîyan ku ew hemû rastîyan pêk tê dîyarkirin an îspapkirin. Ji ber ku cîhan tevahîya rastîyan dîyar dike ka çi ye û çi ne. Rastîyên me di qada mantiqî de cîhanê pêk tînin. Cîhan di rastîya de krîstalîze bûye…” (Wittgensteîn, Ludwig (2014).  Wittgensteîn zimanzan, fîlozof û profesor e.

1.1               Jidayikbûn, pitik û zarok

Hemû pitik (zarok) li hemû welatan ji destpêka dayikbûnê ve digirîn/diqîrin. Ji zarokan re derfet tê dayîn ku hemû dengên zimanên cîhanê pêş bixin. Zarok di hawîrdora ku lê mezin dibe de zimanê ku tê axaftin hîn dibe. Têgihîştin nayê wê wateyê ku zarok xwedî dîtin, bihîstin û hestên xwezayî ne. Têgihîştin û di mêjîyê zarokî /zarokê de cih digire. Zarokên pitik têgehên fîzîkî ne û xwedî ziman in. Pitik rêziman nabihîzin, rêzeka peyvan dibihîzin û qaîdeyên hevoksaziyên zimanên xwe hîn dibin. Zarok an ciwan hînî ziman dibin, bêyî zehmetî. Ew di demeka kurt de fêrî zimanekî dibin. Ciwan an zarok jibo hînbûna zimanê xwe bi xwe hîn dibin. Li hemû cîhanê, zarok pêşî fêrî rûniştinê dibin, dûvre çarlepekî /li ser dest û çokan diçin (xwe bi erdê re dikişin); dimeşin (diçin) û baz didin. Divê em ji bîr nekin ku zarok ji hev cûda ne. Hemû zarok di heman peyvan de ne lê cûda ziman fêr dibin. Taybetmendiya cureyî heye, mirov (însan) tenê xwedî cureyên zimanê xwe ne. Zarok bi kêmasî ve bi lez û bez bixwe ziman fêr dibin. Li gor CHOMSKY, ku mirov bibêje ziman ne cewherî ye, ew e ku mirov bibêje ku di navbera neviyê min, kevir û kerguhî de ferq nî ne. Bi gotineka din, heke hûn kevirek, kerguhek û neviyê min bigirin û wan bixin nav civatekê ku mirov li wir bi îngilîzî diaxivin, ew her sê jî fêrî îngilîzî dibin. Heke tu ji vê yekê bawer bikî, wê demê tu bawer dikî ku ziman ne cewherî ye. Lê heke tu dihizrî (difikirî) ku di navbera neviyê min, kerguh û  kevir de ferq heye, wê demê tu dihizrî ku ziman xwezayî ye.

2. CHOMSKY, Erîkson, Freud, Pîaget û Vygotskîj

Avram Noam CHOMSKY zimanzan, feylesof, mantiqzan, rexnegirê civakî, parêzkarê dadmendiya civakî û bi eslê xwe Cihû- Amerîkî ye. Ew wekî bavê zimannasiya nûjen hatiye binavkirin. Naveroka teoriya wî zêdetir li ser ”Gramera transformasiyon” (gramera veguherîner), felsefeya ziman, felsefeya analîtîk, zanista kognîtîvê û zanista kompîturê ye. Li gorî wî, em bi zimanekî çêkirî ji dayika xwe bûne, tenê pêwîstîyên me bi hawîrdoreke pozîtîv be, heye, jibo pêşveçûna zimanê dayîkê.

Zarok çalak û subjekt (Vygotskîj 1981; Perwer, 1987; Maare 1989; Yilmaz, 2007) e. Li gorî wan jî zarok bi derûdora xwe re aktîv e. Pîaget qala asîmîlasîyon û accomodasîyon dike. Ligorî wî însan hewil dide, xwe dihêşine ku di derbarê dinya û hawîrdorê de serwext bibe û hawîrdora xwe nas bike, têbigîhije. Zarok dixwaze serborî, tecrûb û zanyarîyên nû bi rêya asîmîlasîyonê fêr bibe. Li vir ez qala asîmîlasîyona sîyasî nakim. Nûçe û zanyarîyên zarokî/ê nû li ser yên kevn zêde dibin, bêyî ku yên kevn bên guhartin û windakirin. Zarok dixwaze hînî tiştên ku di derbara hawîrdora wî/ê de hene, hîn bibe û jibo vê yekê jî, serê xwe diheşîne. Accomodasîyon tê wateya ku nûçe û zanyarîyên kevn li gorî zanyarîyên nû diguhirin. Bi gotineke din, acomodasîyon tê wateya ku zarok dixwaze di derbarê cîhan û hawîrdora xwe de hînî înformasîyonên nû bibe. Ji ber vê yekê jî, zarok “întegre” dibe û di şûna tiştên kevn de, tiştên nû fêr dibe. Fêrbûn encama çalakîyên wî/ê ne. CHOMSKY antîteza Pîaget û Vygotskîj ye. Li gorî CHOMSKY zarok objekt e, lê Pîaget û Vygotskîj tersê wî dibêjin. Mirov dikare di navbera Pîaget û Vygotskîj de sûntezekê çêbike, ji ber ku her du jî, bi çavekî aktîv li zarokî/ê mêze dikin. Ramaneka bingehîn di nêrîna behavîorîstîya Skînner de ev e ku ziman bi teqlîd û xurtkirinê dest pê dike.  Dema ku zarok dibê "dayê" an "bavo", dê û bav şad dibin, ev jî dibe sedem ku zarok teqlîda xwe bidomîne, dêûbav teqlîdê xurt dikin û di dawiyê de zimanek pêş dikeve. CHOMSKY ev hizir (fikir) bi tevahî red kir.

CHOMSKY (1957) dinivîse, dibêje gramatîka zarokî/ê bêsînor û gerdûnî ye. Her zarok bi zimanê xwe yê çêkirî, ji dayîka xwe dibe û herwisan jî, xwedîyê mekanîzma fêrbûnê ye, bêyî îmîtasîyona derûdora xwe bike. Teorîya rêzimana CHOMSKY tê wateya ku zimanê zarokan, xwedîyê qanûnên gelemperî ne û kêm-zêde hemû rêziman dişibin hevûdu. Zarokê/a nû ji dayikbûyî dixwaze digel dayika xwe “komunîkasîyonê” (danûstandin) çêbike. Ev zarokê/a nû ji dayikbûyî dixwaze danûstandinê çêbike. Ev danûstandin bêyî ku ew zimanê xwe bikarbîne, pêk tê. Nimûne: deng derxistin, mizemiz kirin, girîn… CHOMSKY qala pêşveçûna zimanê zarokî/ê dike, berîya bikarhanîna peyva zarokî/ê ya yekemîn. Yanî di hundirê zarokî/ê de zimanekî veşartî yê din heye. Li ba Pîaget û Vygotskîj  zarok subjekt e. Mirov dikare di navbera Pîaget û Vygotskîj de sûntezekê bibîne, ji ber ku her du pedagoj jî, bi çavekî aktîv li zarokî/ê mêze dikin. Li gorî wan zarok bi derûdora xwe re aktîv e.  Vygotskij, L. (1981) dibêje ku hemû mirov bi fonksiyonên bingehîn, têgihîştin, bîranîn û hişmendiyê ve têne dinyayê.  Hawîrdor û jîngeha zarokan di pêşveçûna zimanê wan de roleka girîng dilîze.  Pîaget û CHOMSKY di derbarê pêşveçûna zimanê hundirîn a zarokan de nîqaşeka balkêş kiribûn.

B.F. Skînner bawer dikir ku zarok bi şertê operantî fêrî ziman dibin. Teoriya CHOMSKY dibêje ku zarok xwedî şiyan an zanîna biyolojîk a fêrbûna ziman in. Teoriya pêşveçûna ziman a Pîaget pêşnıyar dike ku zarok hem asîmîlasyonê û hem jî adaptasyonê bikar bînin da ku ziman fêr bibin.  Teoriya Vygotskîj a pêşveçûna ziman bi rêya sosyalînteraksiyonê û qada  şkeftına nêzik (ZPD) ve pêş dikeve. Ya  ku ferqa di navbera tiştê xwendevan dikare bêyî alîkarê bixwe bike û tiştê ku ew  dikare bi alîkariyê bike, diyar dike-

Pitik bi zanîna tevahiyê ya cîhanê ji dayikê dibin û ew xwedî xwedîyê têgina objektan in. Zarokên pitik têgehên fîzikê û pitik xwedî ziman in.

Kurteya ramana bingehîn a CHOMSKY, 1959; Skînner 1957) ev e:

Ya yekem, wî got, ka dêûbav, hawîrdor çawa û çend caran tevgera zimanê pitikan xurt dikin, di nav çandên cûda de pir cûda dibe. Lê dîsa jî, zarok di heman temenî de fêrî axaftinê dibin, bêyî ku ferqê çand û asta fêrbûnê hebe.

  • Ya duyem, ya ku dêûbav rêziman an zimanê pitikan (zarok) xurt dikin ne rêziman, lê naverok e. Reaksiyona dayikê ya jibo "dayê ew erebe" ew e ku pêlîstoka zarok hilde, ne ku rêzimana zarok rast bike. Heke rêziman neyê xurtkirin, behavîyorîzm  nikare rave bike ka zarok çawa rêzimana rast fêr dibe.
  • Ya sêyem, ziman afirîner e. Ziman ramanên nû vedibêje û heman raman bi awayên cûda dikare were vegotin.  Em her roj hevokên avaniyên zimanî yên ku me qet negotiye, tînin ziman.
  • Ya çarem, di dawiyê de, mînakên zarokên ku mezin bûne hene di nav şert û mercên dijwar (depresyon) de mezin bûye û ziman pêşnexistine. Li gorî  teoriya behavîyorîzmê, divê ew jî wek her zarokekî din bi fêrbûna “operantî” zimanekî pêş bixin, lê li gorî CHOMSKY ev ne  gengaz (mimkûn) e.

Bi tevayî, Avram Noam CHOMSKY bawer dike, ev pêşniyar dike ku şiyana zimanî ya mirov cewherî ye. Ziman nikare bibe encama hînbûna operantî.  CHOMSKY ji wê wêdetir diçe û Prof. Dr. Skînner rexne dike ku bi tenê ne zanistî ye. Skînner qet bersiva rexneyên CHOMSKY neda. CHOMSKY ji vê wêdetir diçe û teoriya Skînner rexne dike ku bi tenê ne zanistî ye. Gelek lêkolîner digotin ku Skînner reyalîst e û ew nikaribûn behavîyorîzma wî qebûl bikin. CHOMSKY natîvîst e û li gorî wî  ziman xwezayî, kok, eslê hindirîn û biyolojî ye. Ji lewre fonksiyona zimanî ya mirovan di xwezayê de ye. Carl Gustav Jung û Noam CHOMSKY bawer dikin ku strukturên di derûniya ku zimanên mirovan çêdikin di hemû zimanên gelan de heman ji prensîban pêk tê. Platon Arîstoteles, Descartes, Leibniz û Kant mirov bi zanînê tê dinyayê, herçend bi awayê cûda mirov bin, hin zanîn û hilgirtina zanînê ji dayikê dibe. Ziman, giyan û laş çawan bi hev ve girêdayî ne? Giyan çi ye û çawa bi laş ve girêdayî ye?

Modela qonaxê ya rewşenbîrî ji aliyê Pîaget ve damezrandin û li ba wî zarok subjekt e. Konstruktîvîzma Pîaget´î radîkal e. Pîaget dibêje:

•Proses û pêşveçûnên zarokî/ê bi pêngavên zarokî/ê ve girêdayî ne.

•Pêşveçûn- mekanîzma cîhana zarokî/ê ya bi giştî girêdayî ye.

•Girîngîya bîyolojîyê jibo pêşveçûna zarokî/ê, rola xwe dileyîze.

•Zarok li gorî rewşa xwe ya xwezayî ji dayika xwe bûye, û bi hawayekî pêngavî fêrbûnê zimanê xwe dibe. Pêşveçûna zarokî/ê bi salên zarokî/ê ve girêdayê ne.

Vygotskîj (1981) dinivîse, dibêje dîtinên Pîaget tê wateya ku zarokî/ê zanyar e, tê wateya ku zarok bi hawîrdora xwe ya bi sosyal û kulturê ve hatîye pêçandın. Ziman û kultur bandora xwe li ser pêşveçûnên kognîtîvê yên zarokî/ê dihêlin û zarok hem “ji hundir”, “der”, ji derve ve û hundirî ve pêş bikeve. Pêşveçûna zarokî/ê encama danûstandina zarokî/ê digel hawîrdorê, bi taybetî ji dêûbav, xwişk, bira û mamoste rolên xwe yên mezintirîn dileyîzin. Hewes û întresa Vygotski jî wekî ya Pîagetî ye. Lê li gorî Vygotskîjzarok zimanê xwe bi înteraksîyonê hîn dibe. Dîyalog zimanê zarokî/zarokê çêdike.

3. CHOMSKY û Rêzimana bêsînor/rêzimana gerdûnî

Rêzimana bêsînor/rêzimana gerdûnî ku zimanên mirovane, bi qasî ku cûda cûda ne, hin wekheviyên bingehîn parve dikin û dikarin prensîbên cewherî yên ku ji zimanî re yekta ne ve girêdayî bin, ku di kûrahiyê de zimanekî mirovane heye (CHOMSKY 2000: 7).  Rêzimana CHOMSKY koka xwe ji felsefeya rasyonalîstiyê werdigire. Li gorî CHOMSKY, ku mirov bibêje ziman ne cewherî ye ew e ku mirov bibêje ku di navbera neviyê min, kevir û kerguh de ferq nî ne. Bi gotineka din, heke hûn kevirek, kerguhek û neviyê min bigirin û wan bixin nav civateka ku mirov bi îngilîzî diaxifin, ew her sê jî fêrî îngilîzî dibin, ne rast e. Ditîna min, kurd bi zimanê ji dayikên xwe bûne. Ku mirov bibêje ziman ne, cewherî ye, lê tê wê wateyê ku ferqa kurdî, tirkî û erebî tune ye. Teoriya natîvîst a CHOMSKY di fêrbûna zimanî de girîngiyê dide biyolojiyê. Li gorî vê teoriyê, zarok di hişê xwe de bi zanîna xwe ya fêrbûna zimanî têne  dinyayê. Zanîna zarokan di avakirina hevoksaziyê an lêvkirina peyvan de tê dîtin. Herçend rêzimana bêsînor be jî, her ziman rêzek û qaîdeyên peyvên xwe yên taybet heye. Di derbarê rêza peyvan de agahdariyeka zelal tune be jî, zarok dîsan jî dikarin çend peyvên zimanî fêr bibin. Teoriya natîvîst a CHOMSKY dibêje ev delîlek e ku mirov xwedan zanîna xwezayî ya fêrbûna zimanî ye.  Bavê rêzimana bêsînor CHOMSKY e ku ew dibêje hemû mirov di mêjiyê de bi komeka rêzikên bingehîn ên hevoksazî û rêzimanî têne dinyayê. Ji van qaîdeyên bingehîn re rêzimana bêsînor (rêzimana transformasyon) tê gotin.  Pirsa min: Qanûnên xwezayê li gorî kîjan prensîban tevdigerin?   

Çi cureyên  zanînê hene? Em dikarin li ser zanîna ji dayikbûnê çi zanibin?

Maruf YILMAZ:Her tiştê ku heye, bi xwe ye an jî di tiştekî de ye. Tiştê ku bi tiştekî din nayê têgihîştin (fahmkirin), divê bixwe jî were têgihîştin...”

Ziman dîrok, adet, kok, esl, urf, kevneşopî û awayên ramana gelê xwe yê bêhempa hildigire. Ziman hilgirê mîrasa çandî, civakî û nêrîna hevpar a gelê xwe ya li ser jîyan û nirxan nîşan dide. Ziman zanyarîyên cûda li ser xwezayî û cîhanê vediguhêze. Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser takekesî (kes, îndîvîd) ye. Ziman di ser kesî/kesê re ye û li her cihê jê zêdetir rola xwe dileyîze… Elementa bingehîn a sîstema zimanî, peyv, bêje û ferheng (Yilmaz, Maruf, 2007: 6) e.

Teoriya CHOMSKY kom dibe ser van xalan:

Zimanên cîhanê: hemû zimanên mirovan hin taybetmendiyên xwe parve dikin.

Hevgirtin: Zarok têkiliyên cûda avadikin, lê li ser heman rêzimana bêsînor digihîjin hev.

Xizanî ya teşwîqê: Zarok zanyariyên cûda di warê têkiliyan de bixwe werdigire.

Struktur û rêziman: Zarok dizanin ku kîjan struktur ên bê rêziman in.

  Heke mirov bi çavekî rexnegirî li teoriya CHOMSKY mêze bike, pênaseya ziman a CHOMSKY ew e ku wateya peyvan bikaranîna wan ve tê diyarkirin. Heke mirov bi çavekî rexnegirî lê mêze bike, ev teoriya wî bê wate ye ji ber ku wateya peyvê di hundirê xwe de heye. Gotarên siyasî yên CHOMSKY di lêkolînên wî yên zimannasiyê de   têne dîtin. Ew carna retorîka siyasî, propaganda û lêkolînên zanistîyê tevlihev dike.  CHOMSKY li ser şaristaniya li dijî û barbariyê û kokên terora dewletan dinivîse. Bi taybetî li dijï barbarên îslamîst û neteweperestên Tirkiye, îran, Îrak û Sûriyê dinivîse. Li gorî wî, divê cîhana medenî li dijî van barbaran şer bike. CHOMSKY ji me re agahdariyek dide ka saziyên civakê çawa dixebitin. Mezinbûna newekheviya li cîhanê, destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li ser axa Kurdistanê nirxand. Hînbûna zimanê dayikê di mêjiyê zarokan de pêk tê. Ew zimanê xwe yê yekem ji dayikên xwe werdigirin. Li gorî hin lêkolîneran, ev teorîya ziman ji nêrîneka derûnnasî ya çend kesayetên navdar bûn pêk tê, wek Skînner (behavîyorîst), Pîaget (kognîtîvîst/kontruktîvîst), CHOMSKY (natîvîst), Vygotskîj (sosyalkonstruktîvîst/sosyalînteraksiyonîst), Erîk H. Erîksson (teoriya sosyalbehavîyorîstiyê/teoriya psîkososyalê)... Di encamê de, zarok hewceyê hawîrdoreka avaker û danûstendina civakî ya erênî ne ku ji zarokan re dibe alîkar ku ew bêhtir zimanê xwe hîn bibin. 

Li gorî dîtinekê:

  • Hevkariya civakî û pêşkeftina çandî:  Lêkolîner bawer dikin ku şarezayiya zimanê mirovan di warê civakî de pêşketiye.
  • Bandora genetîkî:  Ziman dibe ku di encama mîras û hawîrdora heyî de derketibe. 
  • Guhertinên ziman û cihêrengiya çandî: Guhertinên ziman bûne sedem ku komên mirovên xwedî heman ziman li dûrî hevûdu dijîn, hêdî-hêdî meyla axaftinê ji hev cûda dikin.  Berê kurmancî û soranî zaravayekî bûn, niha du zaravayên cûda ne. Rewşa goranî an zazakî hê xerabtir e.

 Bi dîtina min, zimanên ku li Hindistan û Îranê tên axaftin wek gelek zimanên hind ewropî ji heman malbatê ne û koka hemû zimanên hindî-ewropî Sanskrîtî û Avesta-hindî-Aryanî ye. Zimanzan dibêjin ku di navbera latînî, yewnanî, sanskrîtî, avestayî / kurdî de hin wekhevî hene. Em dizanin ku yek ji zmanên zimanê herî kevn Sanskritî ye. Di zimanê Avesta û Sanskritî de çend hezar peyvên hevpar hene û ji hêla rêzimanî ve jî dişibin hevûdu.

  1. ENCAM

Ziman dîrok, mîras çand, kevneşopî û awayên ramana gelê xwe yê bêhempa hildigire. Her çiqas feylosof Avram Noam CHOMSKY nivîsên siyasî, dîrokî û yên mayin nivîsîbe jî, pêşeya wî ew e ku ew zimanzan û ” bavê zmanzanên nûjen e”, ji aliyê din ve ew feylosofekî piralî,  pirzimanî, pirçandî û xwedî zanyariyên cûda ye. Jixwe divê feylosofekî xwedî zanyariyên cûda be. Li gorî CHOMSKY, ziman ne tenê pêwengeka (amûrek)  ragihandinê ye. Wî  bawer kir ku ziman di serî de pêwengek e jibo avakirina ramanan e, ne tenê jıbo ragihandinê an danûstandina bi  kesên din re ye. Nêrîna CHOMSKY tekez dike ku ziman xwedî naverokeka kûrtir e. Ew di vê baweriyê de ye ku ziman bêhtir jibo“afirandin û şirovekirina ramanan e, lê her tiştê  ku mirov dike, dikare jibo ragihandinê were bikaranîn. Dema ku zarokek dest bi avakirina dengan dike, ew ne bi dubarekirin an fêrbûnê, lê bi aktîvkirin yekîneya wergirtina xwe dike. Pêşkeftina ziman taybenmendiyek e ku ji hişmendıyê  serbixwe tevdigere. CHOMSKY diyar dike ku zanîn û jêhatiya zarokekî(zarokekê ya ji dayikbûnê ya zimanê wî/wê ye. Bi gotineka din, ziman bi serê xwe ne pêwengek, belkî ji şayan an zanîna me ya cewherî ye ku em jê  têbigihîjin (fêm bikin) û bikar bînin. Ev nêrîna wî tekez dike ku fonksiyonaeka zimanî ji veguhestina hêsan a ragihandinê kûrtir e. Ziman ji peyvan zêdetir kûr e. Nêrîna CHOMSKY li ser rêzimana bêsînor an rêzimana gerdûnî çi ye? Pêşkeftına ziman bandoreka çawa li pêşkeftina mirovan kirîye?  Di derbarê koka zimanî de teoriyên din hene? Pêşveçûna mirovan ji çend aliyan ve ji şveçûnên zimanî bandor wergirtiye. Em di mêjiyê xwe bi ziman ji dayikê dibin, çêdibin.

Teoriya CHOMSKY a Rêzimana bêsînor ev e:

  • Rêzimana bêsînor/rêzimana gerdûnî - cure (awa) 0
  • Rêzimana hesas a kontekstê/zimanekî hestyar a kontekstê - cure 1
  • Rêzimana azad, serbest a kontekstê – cure 2
  • Rêzimana birêkûpêk – cure 3

Gotina min a dawî ew e ku du aliyê zimanî hene. Yek jê şiyana me ya axftinê ye, ku di mêjiyê de wek biyolojî dimîne. Ya duhem jî ziman wek pergaleka civakî ye, tişta ku dihêle ku mirov li hev bikin ka çi di ziman de tê wateyê da ku em ji hev têgihîjin. Hemû nivîskarên kurdên Bakur çavkaniyên tirkî û erebî bikartînin, ez vê yekê rast nabînim. Kurdên bakur derewên wan bi gotinên din dubare dikin.

Maruf YILMAZ: Kes nikare tiştekî hînî kesî/kesê bike. Ya herî rast, kes bixwe fêr dibe. Bi guhertina awayê ramana xwe, zanîna nû ava dike; takekes (ferd) zanînê xwe bixwe bi dest dixe. Pêşî bê hînbûn, paşê bi hînbûnê. Hûn nikarin zanînê jêbirîn bikin û wê tune bikin. Di mêjîyê me de bişkojka tunekirin an "jêbirinê" nî ne. Lê belê, em dikarin zanîna xwe bi guhertina awayê ramana xwe biguherînin.

5. Çavkanî û referans

ANoam CHOMSKY, Nom (1957) Syntaktisk struktur. Haag: Mouton.

Noam CHOMSKY, Noam (1959: 35). A. review of B.F. Skînner. Language.

CHOMSKY, N. (1968). Språk och sinne. Harcourt. Bace och Word New York.

CHOMSKY Noam (1998). Vår kunskap om det mänskliga språket. Översättninga av Jan Hedenrud: Alhamrabra: Furuhund.

Wittgenstein, Ludwig (2014). Tranctatus logico-philosphicus. Wergera ji zimanê almanî: Sten Andersson. Weşan: Norstedts Stockholm. Orjînala çapa almanî: 1921

Wittgenstein, Ludwig (2009). Filosofiska undersökningar

Skînner, B. F. (1957). Verbal behavior.

Maare Tamm (1989). Batnets tankevärld, Essente studium Akademiförlaget: Göteborg

Vygotskij, L. (1981). Psykologi och dialektik, en antologi I urval av Hydén, L-C. Stockholm: Nordstedt förlag

Perwer, P (1987). Barnet Och det talade språket: Lund 

Vygotskij, L. (1981). Psykologi och dialektik, en antologi I urval av Hydén, L-C. Stockholm: Nordstedt förlag.

Pia Björklid Siv Fischbein (1996). Det pedagogiska samspelet: Lund

YILMAZ, Maruf (2007) pedagojî, Jîndan: Stockholm Stockholm, 2007

YILMAZ, maruf (2005). Modersmålslärares och deras elevers uppfattningar om modersmålsundervisningen i skolan. Barn- och ungdomsvetenskap examensarbete.

Hemû çavkanî hatine nivîsandin.

Maruf YILMAZ, zimanzan, Dr.doktoreya fexrî   

Têbinî: Baweriya min bi çavkanî û referansên tirkî nayê, ez tenê çavkanî û referansên ewropî, bi taybetî yên swêdî bikartînim. Bi sedan pirtûk û tezên tirkî yên li ser kurdan, li ba min hene, lê bi qasî pênc qurişan baweriya min bi wan nayê. Hemû kopiyayên hevûdu ne, sexte ne û ev kopiyayên hanê di mêjiyên kurdên Bakur de mentalîteta kemalîzmê afirandine.  Hezarî  carî bexşînin, lê divê ez bibêjim: Gelek kurdên Bakur ji min hez nakin, mîna ku ez destên jinên wan bim. Di derbarê min de agahdariyên ne rast belav dikin. Bi rastî hin kurdên Bakur ehmeq in.

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 1321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:54:32