Ziman çi ye?
Felsefeya zimanî çi ye?
Cûdahîya di navbera teorîya referansê û teorîya nûnêrtîyê de çi ye?
Ma mirov dikare tiştekî ku navê wî di zimanê we de tune be bihizre?
Ma mirov bêyî ziman dikare bihizre?
Fîlozof çima zimanî lêkolîn û analîz dikin?
1. Ziman
Fîlozof, prof. Ludwig Wittgensteîn: ”Sînorên cîhana min, sînorên zimanê min e. Cîhan her tişt e. Cîhan tevahîya rastîyan e ne ya tiştan e. Cîhan bi rastîya xwe û bi rastîyan ku ew hemû rastîyan pêk tê dîyarkirin an îspapkirin. Ji ber ku cîhan tevahîya rastîyan dîyar dike ka çi ye û çi ne. Rastîyên me di qada mantiqî de cîhanê pêk tînin. Cîhan di rastîya de krîstalîze bûye.
Ziman pergaleka dengan an nîşaneyên din ên ku îmkanê dide me ku em danûstandinê bihevre bikin...
Mînak: zimanê axaftina kurdî û zimanê nivîskî. Ziman berhemdar e. Zimanekî fermî (formel) ê lêkolînê tê wateya hevoksazîya ziman û naveroka wî. Lêkolîneka bingehîn li ser semantîka ziman û naveroka wî lêkolîn dike. Lê lêkolîneka pragmatîk li ser ziman e û em çawan di rewşên cûda de zimanê xwe bikar tînin... Dema ku em nîqaşê li ser ziman bikin, encama nîqaşa me dikare were şirovekirin û pirsgirêkên zimanê me dikarin derbikevin holê; ev hemû têgehên bingehîn ên felsefeya zimanî ne.
Em çima ziman dixwînin? Em çima ziman di felsefeyê de dixwînin? Ji ber ku tiştê ku mirov dikare bi awayên cûda pirsgirêkên ziman derbixe holê û li çareserîya bigere. Ji bo têgihîştina pirsgirêkên curbecur ên felsefeyî divê ziman bixwe were lêkolînkirin. Ez gotina xwe bînim ser peyva hermeneutîk an fenomenolojîyê:
Bingeh: ji xwe xwe nîşan dide, ji xwe re xwe nîşan dide.
Hebûna heyînê, veşartî ye.
Fenomenolojîya hebûnê hermeneutîk e.
Mijara feylesofîya zimanî ya hemdem giranîya xwe dide ser teorîyên cihêreng ên li ser wateya tiştan, şîrovekirin, ragihandin, rastîya gotinên ziman, têkilîya ku di navbera wate, referans, rastî û îmkana zimanê taybet de hene dide xuyankirin û şirovekirin. Ma em dikarin bêyî ziman felsefeyê fêr bibin? Na. Em mînaka têgîna jîyanê bikolin, çend wateyên wê hene? Wateya peyvekê tê çi wateyê? Têkilîya ziman bi hişmendî û rastîyê re çawa ye?
Ziman bi çarçowayê ve girêdayî ye û ew qaîdeyên xwe hene. Dema em di çarçoveyê de bin em bi awayekî ziman têdigihîjin û bikardihênin. Ziman xwedîyê normên civaka xwe ye. Wateya zimanekî di çarçoveya civakî de bi îşaretan, huner, teknîk, întonasyon, biwêje û tiştên mirov nikare bi awayekî vekirî bibêje vedibêje. Em di jîyana xwe de ziman dibihîzin û pêş dixin û ji ber vê yekê ziman ji bo me wateyê digire. Ez vebigerim ser felsefîyê. Felsefe ew zanist e ku şert û mercên bingehîn ê hebûnê, zanîn û exlaqê lêkolîn dike. Cewhera felsefeyê aqil, rexne, ”arguman” û pirskirin e. Felsefe wek zanîn, epîstemolojî lêkolîna ku zanîn çi ye, çi cureyên zanînê hene û zanîn çi ye û mirov çawa dikare zanînê bi rêya zimanî bizanibe ... Rexnegir bawer dikin ku em çu tiştek nizanin, em hergav dikarin tiştê ku em dizanin bizanibin. Felsefeya kurdî ya kevnar di dema împeratorîya Medî û Sasanî de de wekî sîstem hebû, lê niha wekî sîstem tune ye. Mîtratî yan mîtraîzm bawerîyeka olî ye, lê Zardeşt felsefeyeka olî ye. Xwedawend Innan roleka olî, mîtolojîk digire ser xwe û ew di hinduîzmê de jî cihekê girîng digire. Bûdîzm jî felsefeyeka olî ye, lê koka xwe ji felsefeya Hinduîzmê wergirtîye. Baradoz helbestvan û nivîskarê zazakî-hewremanî/goranî yê sala 330î ya BZ ye. Ew nivîskarê antîkê ye...Hin felsesofên kurd ev in: Zardeşt, Manî, Mazdek (Mazdak), Baba Tahîrê Uryan, Hallacî-î Mansur, Şihabeddîn Surewerdî, Şemseddînê Şehreezurî, Mahmûd Bazidî, Şêx F. Adî, Emer es Sûhrevendî (Omer es Sûhrevenî), Eyn-el Qudatê Hemedanî, Evdulsemedê Babek, Ehmedê Xanî, Dr. Cemal Nebez, bikin, ji ber ku ew xwedîyê ramanên kûr (hizrên kûr), xwedî kapasîteyên kûr û berfireh bûn. Ehmed Xanî ramanwerekî mezin e, lê Dr. Cemal Nebes dîrokzan e. Lê em dikarin nîqaşê di derbarê raman û hizrên kesên din de jî bikin, mînak: Ehmedê Xanî Abdulah Goran, Abdurrahîm Mevlewî, Mele XalÎl (Molla Xalîl), Feqîyê Teyran, Mela Xalîl Siirdî, Meleyê Cizirî, Dinawerî, Mele Hesenê Bateyî, Ehmeê Murşidî, Îsmalê Bazidî, Seîdê Kurdî, Seyfûddin Amedî, Siraceddin El-Urmewî... Sufîstên îslamê û terîqetên kurdan jî hene, lê sê terîqetên kurdan ên herî bi bandor in, hene:
1. Terîteqa Mewlana Xalîd.
2.Terîqeta Qadirî ya Ebdulqadirê Geylanî.
3. Terîqeta Nakşîbendî (avakerê wê Yûsûf Hemedanî ye).
Felsefeya Kurdî li çar serdeman dabeş dibe:
1. Serdema Kevnar: Proto Aryanî Mitra, Anahîta, yajatî/yajata (Rîgweda, Azhi Dahaka, Sanskrîtî û pirtûkên Weda (duyalîzma Hindîzm) laş u gîyan ”ruh” ji hev cûda ye).
2. Dema Împeretorîya Medî: Zardeşt: Gatha, Avesta, lîteratura Avestayî,
3. Dema Împeratorîya Sasanî Manî, manîkeîzm, Mazdek, mazdaîzm (226 BZ-650 PZ)
3. Serdemaa îslamê: Felsefeya Îslamê ya Destpêkê û ev ola nû 600 - 900 sal PZ… (1.Felsefeya îslamê ya destpêkê; 2.Felsefeya Îslamî ya Klasîk;3.Felsefeya Îslamî ya Paşî; 4. Felsefeya Îslamî ya Nûjen. Rêberê Serdema felsefeya îslamê ya Kurdî: Şihabeddîn Sûhrewendî, Şemseddîn Şehrezurî, Emer el Suhrewendî, Şêx Adî…
5. Felsefeya Kurdî ya Postmodern: Nietzshe…
Mînakên pirsên di felsefeya misilmanan de ev in ku cewhera Xwedê çi ye? Divê kevneşopîyên olî çawa werin şîrove kirin?
Em dîsan vebigerin ser Mazdekî. Mazdek di sala 529an de bi tawana îdamê mir hat tawanbarkirin, ew şopdarê Zardeştî yê ”Dema Sasanî” bû. Ew fîlozof, zanist û civakreformîst bû. Manîkeîzm oleka gnostîk ku di sala 200î de li Mezopotamyayê alîyê Manî ve hatîye damezrandin, bi awayekî zelal sûnkretîstîk bû, di bin bandora Zardeşt, Xirîstîyanî û Bûdîzmê de mabû. Lêkolîner îdia dikin ku Manîkeîzm oleka gerdûnî ye. Fîlozof Manî bi xwe di sedsala 200î de hînkirinên xwe, bixwe di pirtûkên xwe de nivîsandîye.
1. Şabûragan; 2. Xezîneya jîyanê; 3.Mizgînîya zindî; 4. Misterî (ayînên olî yên veşartî); 5. Pirtûka Karên Dêwê; 6. Mijara pragmatîk; 7-Navname (name). Hin ji van pirtûkan tune ne). Doktrîna Manî li ser bingeha dualîzmê, têkoşîna di navbera du prensîbên -ronahî û tarî de; yanî têkoşîna di navbera ronahî û hêza Şeytan a li ser cîhanê. Felsefeya wî li ser sê serdeman avabûye: bihuşt (behişt, cinet), serdema niha û Padîşahîya Ronahî (Padîşahîya Xwedê). Ola êzidîyan jî pir kevn û kûr e. Mînak du pirtûkên pîroz ên êzidîyan ev in: Pirtûkên pîroz ên êzîdîyan ev in: Pirtûka Celwê û Mishefa Reş. Tawûsê Melek sembola mezin a êzîdîyan e û “heft sirr” jî...
Koka ola Ezidîyan ji ”Yazata” afirîye. Peyva Yazd an Yazdan di Avesta de xuya dike. Peyva yazîd yan ezîd tê wateya Ezdan (Xwedê, Yezdan). Mîtra di pirtûkên Weda ên hindî de Xwedê ye, lê di nivîsarên Mîtanî de jî derbas dibe (hatîye nivîsandin). Proto kurdî yazatah e. Di sanskritî de ”yajatî” yan ”yajata” ye. Yanî ji Hindinstanê derbasî Kurdistanê bûye.
Manîkeîzmê cîhan bi dualî didît, ew nakokî di navbera laş (beden) û gîyan, made û ruh, şeytan û Xwedê de bû. Cîhan qada şerê navbera hêzên qenc û xerab e; di navbera ronahîyê û tarîyê de ye. Made xerab e, lê gîyan (ruh) qenc e. Hemû hebûna me ew e ku em bigihîjin armancekê. Ji ber vê yekê encam ev in: divê jîyan ji bo her kesî xwedî wateyek be. Rola perwerdekar ew e ku axaftina hundirîn teşwîq bike, ferheng û têgihîştina takekesî/takekesê (xwendevan/zarok) ji cîhana derve berfirehtir bike.
Encam: Paşbingeha kevneşopî û koka felsefeya kurdî proto-Hindî – Aryanî ola Mitra ye ku ew di Sanskrîtî/ Rîgweda û Avesta de jî heye. Zardeştî felsefeya reforma ola Mîtra´yê ye. Mîtraîzm ola Medî û Arî bû. Zardeşt fîlozofekî reformîst û ew li dijî ola kevnare ya Medî bû.
1.2. Zimanê Sanskirîtî, ziman û raman
Ziman ramanê diafirîne yan raman zimanê diafirîne?
Hizir çi ye? Ziman çi ye?
Morfofonolojî di têkilîya navbera morfolojî û fonolojî û çawa pêvajoya fonolojîye di karûbarê morfolojîyê de dihên bikaranîn. Li cem Jakob Wackernagel (1887-1938) di sala 1913an de dest bi lêkolîna xwe kir, li ser wekhevîya zimanê sanskrîtî / hindî-ewropi li universiteta Leipzig (unversiteta Göttingen). Jakob Jakob Wackernagel bin bandora rêzimana Panînî (rêzimanzanê sanskrîtî de) mabû. Ez vebigerim ser ziman û wî bi ramanê re çi ye şırove bikım. Li gorî Vygotsky pêşxistina ziman tê wateya pêşxistina ramanê û bi vî awayî aqil jî. Felsefeya kurdî, her yek ji gelek ekolên ramanî yên kevneşopî yên felsefeyî li Kurdistanê, di nav de felsefeya Zardeştî, felsefeya Mazdek, felsefeya Zurvanî û felsefeya Manî cih digire. Li ser dualîzma ontolojîk, têkilîya raman, ziman û made, başî û xerabî û têkilîya hizr/raman û kiryarê.
Ziman û ramana me bihevre girêdayî ne û ziman ramana me dixe tevgirê û wê diafirîne. Vygotsky çi dihizre li ser pêwendîya ziman û ramanê? Vygotsky di wê bawerîyê de ye ku bêyî ragihandina civakî ne ziman û 1ej î raman pêşnakeve. Ziman yek ji wan tiştên herî tevlihev e ku mirov jê fam dike, di hawîrdoreka bisînor de jî tu jîyanek wekhev nîn e ji ber vê yekê mirov fêrî cûreyeka zimanî dibe. Hizr (raman) çi ye? Ziman çi ye? Vygotsky di derbarê raman û zimanî de dinivîse û ew ziman ji bo ramanê wekî navbeynkarîyekê dibîne. Vygotsky di wê bawerîyê de ye ku bêyî ragihandina civakî ne ziman û 1ej î raman pêşnakeve. Vygotsky û Pîaget cûda dihizrin. Tiştê ku vana ji hev vediqetîne ev e ku Prof. Piaget xwedîyê perspektîfeka avaker (perspektîva kontruktivîstîyê) e, lê Vygotsky xwedîyê perspektîfeka avaker a civakî (perspektîva socialkonstruktîvîstîyê) ye. Em dikarin bi ziman bihizrin, lê bê ziman jî bihizrin. Gelek heywan dikarin bihizrin, lê nikarin bipeyvin û şarezatîya wan ya zımanî tune ye. Piaget dibêje hizirkirin ziman dide afirandin. Lê Vygotsky dibêje ziman ramanê dide diafirandin. Vygotsky dibêje, ziman ramanê diafirîne. Li gorî Pîaget, raman (hizr) zimanî diafirîne.
Ez vebigerim ser zimanî. Zimanên ku li Hindistan û Îranê tên axaftin wek gelek zimanên ewropî ji heman malbatê ne. Ew bû sedema teorîya zimanekî kevnar, hevpar ê hind-ewropî û koka hemû zimanên hindî-ewropî Sanskrîtî û Avesta-hindî-Aryanî ye. Zimanzan dibêjin ku di navbera latînî, yewnanî, sanskrîtî, avestayî / kurdî de hin wekhevî hene. Em dizanin ku yek ji zmanên zimanê herî kevn Sanskritî ye. Di zimanê Avesta û Sanskritî de çend hezar peyvên hevpar hene û ji hêla rêzimanî ve jî dişibin hevûdu. Kîjan zimanê cîhanê yê herî kevn e? Sanskrîtî yan Avesta zimanekî kevnar e. Li Ewropayê zimanê baskî wekî zimanê herî kevn tê dîtin. Lê lêkolîner dibêjin ku zimanê baskî yekemîn ziman e ku ji Asyayê nehatîye Ewropayê, lê gelekî lêkolînerên zimannasîyê dibêjin ku zimanê baskî ji Asyayê hatîye. Di derbarê vi zimanê de du ramanên cûda hene.
Em tam nizanin kîngê zimanê mirovan û axaftina wan pêşketîye (Gärdenfors, 2007). Bi ziman, amûr û teknîlojîyên nû yên semîotîk derdikevin holê ku dîroka zimanê me pir kevn e. Nivîs bû bingeh ji bo mirovan ji civakên nêçîrvanî derbas derbasî civakên çandîyê li deverên cihê yên cîhanê bibin. Ev tê wê wateyê ku nifûsa mirovan pir zêde dibû û mirovên ku di van civakan de bûn niştecihên daîmî zêde bûn. Sîstemên civakên cûda dest pêkirin ku ew bi çandînî, zevî, tesîtên avdanê, bûn xwedanê erd, cîh û warên xwe yên daîmî (Jansson, 1997; Melin, 2007; Reade, 2000). Pergala nivîsandinê ya yekem 5000 sal berê li Mezopotamyayê bi Sumerîyan re li gelîyên çemên bi bereket ên Ferat û Dicleyê derketîye holê, ku li wir îcadên wekî çerx (tekelên erebê) û çeqmên dirûnan zêde berhem didin û bi van hêjahîyan mîrasa çanda cîhanê afirandin. Ji pergala nivîsandinê re bi tîpên kunik tê gotin. “Kueîform” ji îkonan ber bi sembolên ve ji nîşanêyên wênegirîyê ber bi nîşanên tîpan (heft) pêşkeveçû. Dûvre pêşketin berê xwe da bilêvkirina dengî-sîstema dengan ya ku em jê re dibêjin tîp (helf) derdikeve holê. Tîpa A dikare mînak ji nîşana kunifî bi navkirina ”aleph” di Alfabeya Fenîkî de ku berî ya Yewnanî ye, tê naskirin (Coulmas 1988: 163). Di destpêkê de ji bo birêxistinkirina civakê cewherên cîyawaz, wêne û nîşanên hêsan dihatin bikaranîn. Peyv jî ji ber ku bi zincîran bi hev ve girêdayî ne derdixist holê. Peyv jî ji ber ku bi zîncîran bi hev ve girêdayî ne. Ziman di axaftinê de wek rêzikên peyvan xuya dike.
1.3. Ziman çi ye, çi cureyên zimanan hene?
Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser takekesî (kes, îndîvîd) ye. Ziman di ser kesî/kesê re ye û li her cihê jê zêdetir rola xwe dileyîze… Elementa bingehîn a sîstema zimanî, peyv, bêje û ferheng (Yilmaz, Maruf, 2007: 6) e. Tîp perçeyên herî piçûk, atomên zimanî (Molander, B. 1988) ne.
Zimanê nivîskî, zimanê axaftinê, zimanê laş, zimanê dîtbarî û zimanê îşaretan...Ziman pergaleka dengan an jî nîşaneyên din e ku îmkanan dide me ku em bi hev re têkilî daynin. Zimanê kurdî yê axaftin û nivîsandinê heye.
Wateya peyva "kûçik" ji bo hemû kûçikên ku li cîhanê hene, tê navkirin. Pirsgirêka teorîya referansê ev e ku em di derbarê hemû kûçikên ku cîhanê de hene, kêm dizanin. Wek mînak: Jina herî dirêj a cîhanê yan jî zilamê herî dirêj ê cîhanê. Teorîya ramanê wateya peyvê ye ku ji wêneya derûnî an ramana ku em bi peyva pirsê re têkildar dikin pêk tê. Wateya "kûçik" di hişê me de wêneyek e. Prof. Saussure yekî Swîsreyî bû ku lêkolîna xwe di derbarê nîşanek an semîolojîyê de kir û derbasî nav rûpelê dîrokê bû.
Hêza ziman di destê bikarhênerên zimanî bi xwe de ye, her kesê ku bi kurdî diaxive. Di zimanî de hêz an hêzdarî heye. Pênûs (qelem) ji şûr bi hêztir e, lê ziman jî, her du jî biwêjên hevpar in lê bi rastî mebesta me ji van çi ye. Ziman hêz e, jîyan û amûra çandê ye, amûra serdestî û rizgarîyê ye. Wateya ku em çi dibêjin, em çawan dibêjin û ya ku em dihizrin (difikirin) nebêjin.
Ziman dîrok, adet, urf, kevneşopî û awayên ramana gelê xwe yê bêhempa hildigire. Ziman hilgirê mîrasa çandî ye û nêrîna hevpar a gelê xwe ya li ser jîyan û nirxan nîşan dide. Ziman zanyarîyên cûda li ser xweza û cîhanê vediguhêze. Zimanî ev e: xeyal, raman, zimanê wêne, zimanê hindikayî, hevoka alfabetîk, aîdîyet, zimanê axaftinê, zimanê nivîskî, norm, bandor, wêne, rastî, civakbûn, ragihandin, sîstema nîşanan, fenom, qaîdeyên ziman, ferheng, zimanê laş, zimanê hêzê, pirzarava, vegotin, têgihîştin, hest, nîqaş…
2.2 Fîlozofên zimanê felsefeya ziman
Arîstoteles, Parmenîdes, Platon, Sokrates, Nıetzsche, Zerdeşt
Bertrand, Russell, Gottlob, Saussure, Ferdînand de,
Immanuel Kant, Ludwig, Wittgenstein, Frege, Gottblob
Ma mirov bêyî ziman dikare bihizre?
Fîlozof çima zimanî lêkolîn û analîz dikin?
Ma mirov bêyî ziman dikare bihizre?
Fîlozof çima zimanî lêkolîn û analîz dikin?
Yilmaz, Maruf (2007: 13) îdia dike ku Ferdînand de Sassure zimanzan e û ew wekî bavê strukturalîzma zimanî tê nasîn. Strukturalîzm di nav semîtîyê de du (2) hindav hene, di nav xwe de dibe du beş.
Beşa yekemîn rêziman, qaîde û kodên zimanî ne. Langu beşa zımanî ya sosyal û zanyarîyê ye. Beşa duhem “parole” ye, axaftın ango nıvîsîn e, rûberî û firehîya zimanî ye.
Kokên felsefeya ziman ji kevneşopîya ramanên rojavayî ye. Kratylosê Platon li dijî ramana wateya zimanî ya ku ji hêla peymana civakî ve hatî destnîşankirin nîqaş dike. Beşên girîng ên Organona Arîstoteles ji bo tespîtkirin û analîzkirina wateya kategorîyên cihêreng ên rist û ji beşên risteyê tê veqetandin. Gottlob Frege, Ludwig Wittgenstein û Rertrand Russell fîlozofên analîtîkê ne.
Ramana Arîstoteles ev e ku rastî tiştek e ku li ser tiştên ku em dibêjin an dinivîsin re derbas dibe û ne rastî bixwe ye. Di ramana Arîstoteles de fikra sereke ya duyemîn ev e ku heqîqet ji lihevkirinê pêk tê.
Arîstoteles mantikvanekî mezin bû, mîna Parmenîdes, nikaribû bifike ku çawa tiştek ji tunebûnê çêdibe. Ew dibêjê: ”Netiştek ji netiştekî nikare biafire”. Xwedê ne afirînerê xwe ye. Ev argumana Arîstoteles, teza ededîya cîhanê ye. Li cîhanê tiştên ku navên wan ên zimanî tune ne hene?
Ma mirov dikare tiştekî ku navê wî di zimanê we de tune be bihizre (bifikire?
Ma hûn bi Wittgenstein re dipejirînin ku pirsgirêkên felsefeyî tenê çewtîyên zimanî ne? "Xem neke, ez dizanim ku hûn ê tênegihîjin." Heke hûn nikarbin biaxivin, divê hûn bêdeng bin.
Felsefeya ziman, şaxeka felsefeyê ye ku xweza, esl û bikaranîna zimanî dinirxîne. Di nav çarçoveya felsefeya analîtîkê de mirov bi çar pirsgirêkên sereke re eleqedar dibe: wate, bikaranîna ziman, zimannasîya kognîtîf, têkilîya navbera ziman û rastîyê. Her tiştê ku mirov dikare bi awayên cûda ziman îfade bike. Felsefeya ziman qadeka mezin ku çawanîya ziman û ramanê dikole. Felsefeya zimanê kurdî bi mantiqê ve girêdayî ye.
Hûn dikarin bi zimanê xwe çi bibêjin? Ma ez dikarim zimanekî taybet îcad bikim?
Ez an em ziman çawan bikar bînim/bînin? Têgihiştin tê çi wateyê?
1.4. Teorîyên sematîk
Semantîk li zelalî û an jî nezelalîya hin peyvan temaşe dike. Sê teorîyên sematîk ên cûda:
1. Teorîya referansê: Aristoteles, J. S. Mill, Kripke…
Wateya peyva "kûçik" pir bi hêsanî hemû kûçikên ku li cîhanê hene.
2. Teorîya ramanê (hizir): Locke, Hume, Eleanor, Rosch…
3. Teorîya wateyê: Wittgensteîn, Frege, Russell…
1.5. Mantiq çi ye?
Teorîya wateyê, şaxeka felsefeya zimanê me ye. Wateya têgehekê carna bi tiştên ku têgîn nîşan dide an jî jê re vedibêje. Wateya peyvê ji raman, wêne an têgîna derûnî ya ku em bi peyva pirsê re têkildar dikin pêk tê. Wateya "kûçik" wêneyek di mêjîyê me de ye.
Teorîya bikaranîna: Wittgenstein, Austin… Wateya peyvê bikaranîna wê di rewşên cûda yên nivîskî de ye. Wate ne tiştek e lê di bikaranna peyvan de pêk tê.
Li gorî Platon, tişt ku em baş hestên xwe rast dibînin, bi rastî ne ya rastîn e. Mirov dikare qaîdeyên derbasdar ji bo encamên rast derbixîne. Mehdî Zana li vir e:
A B ye.
B C ye.
A C ye.
Ehmedê Xanî mirov e.
Mirov ê mirinê ye.
Ehmedî ê mirinê ye.
A: Ehmedê Xanî
B: Mirov
C: Mirin
Analîza duhemîn:
A. Hemû mirov ên mirinê ne.
B. Ehmedê Xanî ê mirinê.
C. Hemû mirov mîna Ehmedê Xanî yên mirinê ne. Hemû mirov dê bimirin.
Felsefeya ziman, şaxeke felsefeyê ye ku li ser eslê xwezayê û bikaranîna zimanî dikole.
Wittgenstein, Ludwig (1921: 25) îdia dike: ”Cîhan her tişt e. Cîhan tevaya rastîyan e, ne ya tiştan. Cîhan bi rastîyan û bi rastîya ku ew hemû rastîyan pêk tînin tê dîyarkirin. Ji ber ku ew tevaya felekê ye ku dîyar dike ka çi ye û hem jî tiştê ku ne wisa ye.
Cîhan di rastîyan de krîstalîze bûye. Sînorên zimanê min tê wateya sînorên cîhanya min. Mantiq cîhanê pêk tîne: Sînorên cîhanê jî sînorên mantiqê ne.
Ku cîhan cîhana min e, di rastîya ku sînorên ziman tê wateya sînorên cîhana min de dîyar dibe. Cîhan û jîyan yek e. Ez cîhana xwe me (Mikrokosmos)...”
1.6. Tez
Tezek dikare bibe:
1.Gotina yekem di argumanekê de yanî îdiaya ku hevoka destpêkê ya argumanê hatîye îfadekirin.
2. Gotina ku nivîskar herî zêde cîh jê reveqetandîye.
3. Di nîqaşê de îdîaya herî balkêş e.
1.7. Daxuyanîya tiştek
Daxuyanî tiştek e ku dikare were kontrolkirin. Mînak:
Di demjimêr 5an de ez şîvê amade dikim. Ez niha diçim ba doktorî. Ez bawer im ku ez dê îro şîvê (xwarinê) amade bikim.
1.8. Daxuyanîya nirxê
Daxuyanîya nirxê, tiştek ku kêm-zêde maqûl e, mirov hêvî dike ku di daxuyanya nirxê de tu rastîyê tune ye. Xwarina dibistanê ne xweş e. Îro hewa xweş e û zarok li derve dileyîzin.
3.5 Hevokên analîtîk
Hevoka analîtîkê, hevoka ku jixwe ji ber wateya peyvên ku di hevokê de cih digirin rast yan xelet ın, bêyî ku tiştên din çawan bin. Hevokên analîtîk bi ziman, tenê bi zanîna peyvên ku hevokê pêk tînin. Hemû xortên ciwan nezewicî ne.
3.6 Bendên sentezê
Bendên sentezê ên ku rastî bi rasteqînîyê ve girêdayî ye, em hestên xwe bikar tînin da ku fêr bibin ka ew rast e. Mijar ne aîdê cîhanê ye, lê ji cîhanê re sînor e. Li ku derê cîhanê mirov dikare mijareka metafizîkî bi nav bike? Tu dibêjî qey li vir jî bi çav û qada dîtinê re jî wisa ye. Lê bi rastî hûn nikarin rastîya çavan bibînin. Di qada dîtinê de tiştek tune ye ku destûrê bide we ku hûn bigihîjin encama xwe ku ew bi çavan tê dîtin. Her tiştê ku em dibînin jî dikare cûda be. Ji ber vê yekê bi rastî têgehek heye ku têde felsefe dikare bi rengekî ne-psîkolojîk behsa xwe bike. Ez bi rastîya ku cîhan cîhana min e, dikeve nav felsefeyê û dixwînim. Mijarên felsefeya ziman ya hemdem giranîya xwe dide ser teorîyên cihêreng ên li ser wateya tiştan, şîrovekirin, ragihandin, rastîya gotinên zimanî, têkilîya ku di navbera wate, referans, rastî û îmkana zimanê taybet de hene dide xuyankirin û hwd. Zanîn, epîstemolojî lêkolîna ku zanîn çi ye, çi cureyên zanînê hene, zanîn çi ye û mirov dikare çi bizanibe. Rexnegir bawer dikin ku em çu tiştek nizanin, em her gav dikarin tiştê ku em dizanin zanibin.
3.7 Teorîya referansê çi îdîa dike?
Mirov çawa dikare li dijî teorîya referansê nîqaş bike?
Ya ku wateya semantîkê, peyvek, hevokek, gotarekê îfade dike çi ye?
Di nava ziman û felsefeya zimanî de mirov bi gelemperî behsa çar warên sereke dike, ew jî ev in:
1. Wate (mane)
2. Bikaranîna zimanî
3. Konstruksîyona zimanî
4.Têkilîya ziman û rastîyê
Semantîk li ser wateya peyvan e û armanc jî fêrkirina wate yan girîngîya peyvê û hem jî wateyên alternatîf pêwîst in. Ev semantîk li zelalî û an jî nezelalîya hin peyvan temaşe dike.
Pêşnîyarên nirxê yên ku dîyar dikin ka tiştek çawa tê fêmkirin.
1. Nêrînên hestyar ên wekî kêm-zêde maqûl.
2. Nêrînên ehlaqî yan estetîkî yên kêm û zêde maqûl in. Mînak: Amed bajarekî xweş e. Parîs paytexta Fransayê ye. Hewlê paytexta Kurdistanê ye.
Gelek peyv behsa tiştekî nakin, bo nimûne û, an, lê... Ya ku behsa wan dikin cûda ye. Wateya peyvê dema temsîla peyvê ye. Li vir semîotîk sêalî ye:
Têgînê îfade bike.
Wate, wateya peyvê.
Referans, objekt, dîyarde.
Peyvên "semotîk", "semîolojî" û "strukturalîzm" her sê jî bi heman awayî girîng in. Herdu peyvên ên pêşî yên herî hêsan in. Her du jî bi Yewnanî wateya nîşaneyê ne. "Semîolojî" û "semiotik" bi rastî hevwate ne û wateya zanistîya nîşanan didin." Semîolojî" têgîna Saussure ye lê "semiotîk" îcada fîlozofê Amerîkî Charles Sanders Peirce ye. Ev nivîsar zêde giranîya xwe dide li ser Saussure´yî. Ew wisan dibêje: Ziman pergaleka nîşanan e ku tiştekî îfade dike û di vî warî de bi nivîsandinê re tê berawirdkirin... Li gorî Saussure, nîşan kompleksek e nayê dabeş kirin...Wateya hevokê hinekî hevpar e, lê bawerî û raman bi tevahî taybet in. Pêdivî ye ku mirov biryar bide ka hevokeka rast e an çewt e.
Her peyv wek navê tiştekî tê dîtin. Dema ku em dizanin ku peyvên cûda têne çi wateyê, em wateya hevokê têdigihîjin. Felsefeya zimanî bi mantiqê ve girêdayî ye.
Mirov çawa dikare li dijî teorîya nûnêrtîyê nîqaş bike?
Hûn dikarin bi zimanî çi bibêjin?
Ma em dikarin zimanekî taybet îcad bikin?
Em çawan zimanê dayikê an jî ziman bikar tînin?
Tênegihîştina Zaza û Kurdan tê çi wateyê?
Arguman gotinek e ku bi guman dikare piştgirî bide gotineka din.
Ji bo rastbûna argûmanê bingehên baş hene.
Têkilîyeka mantiqî di navbera argûman û tiştê ku bi wê re were îsbat kirin de heye.
1.9. Cûdahîya di navbera teorîya referansê û teorîya nûnertîyê de çi ye?
Cûdahîya di navbera teorîya referans û nûnêrtîyê de ev e ku teorîya referansê dikare tiştek vebêje, dema ku teorîya nûnêrtîyê ji we re hewce dike ku hûn bikarbin peyvê ji axafvan xeyal bikin û hizra peyvê werbigirin. Pêdivîya verastkirinê tê çi ye, wateyê ji bo wateyê? Li gorî pozîtîvîstên mantiqî, pêdivîya verastkirinê tê vê wateyê ku mirov bikaribe dîyar bike ku ka gotina domdar rast e. Teorîya bikaranînê tê wateya ku hevok wateya xwe distîne. Em çawan normên cûda têdigihîjin, em tiştan bi hev ve girêdidin. Em dikarin normên civakî bişkînin.
1.10. Teorî
Fîlozof Jacques Derrida, Profesor Ferdînand de Saussure, Profesor Claude Lêvî-Strauss, fîlozof Nietzsche Zerdeşt,
Saussure de, Ferdînand ziman (1970) kir du beş. Beşa yekem wî navê ”langua” kir, ku pergala rêziman, rêgez, qaîdeyên ziman û kodên ku ji bo ragihandinê hewce ne. Di beşa yekê de ziman wekî sîstemekê ye. Beşa duyemîn ”parole”, biwêj bi xwe, rûbera ziman û dîyardeya derve ya ziman e. Bi taybetî ji bo çalakîya kesane ya axatinê ye. Profesor, Ferdînand de Saussure (1857 - 1913) zimanzan, fîlozof, damezrînerê strukturalîzma zimanî ye. Nêrîna Saussure ya li ser ziman ji du perspektîfên cûda pêk tê. Yek ew e ku ziman sîstemeke pergaleke semîotîkê ye. Ya duyemîn jî ziman dîyardeyeke civakî ye. Fîlozof Charles Peîrce sê nîşandeyên zimanî girîng dibîne; ew hersê çînên nîşanê îkon, îndex û sembol in. Charles Peîrce bawer dike ku bi bingehîn cûreyên nîşanan hene. Ew celeb nişanan ev in: îndeks di karaktera xwe de nîşanek e. Îkon nîşanek e ku ew di kapasiteya wekhevîya xwe ya çavkanîya xwe de nîşanek e. Ya dawîn sembol e, nîşanek e ku tenê bi lihevkirinê ve girêdayî ye. Frandsen, Johansen & Eleruo (1897: 75) jî prensîbên rêziman û cilûbergan didin ber hev û analîze dikin. Em çawan cil û bergên xwe hildibijêrin û li xwe dikin; ew behsa gramatîka (rêziman) cilan dikin.
Ji bo Fernand de Saussure û strukturalîstan wate ne ji ziman wêdetir e, di sembolîzma xwe de heye. Henri Lefvre fîlozof û civaknasê Marksîst ê Fransî rexnegirê bû. Zimannasîya strukturalîzmê, zanista ziman e ku ziman wek pergaleke avahîyên di astên cûda de dibîne. Ferdinand de Saussure zimanzan, avahîsazê ziman e, profesorê zanîngeha Cenevreyê bi sanskrîtî ye û li ser rêzimana berawirdî ya hind-ewropî lêkolîn kirîye. Felsefeya ziman, şaxeke felsefeyê ye ku li ser eslê xwezayê û bikaranîna zimanî radiweste (Wittgenstein, Ludwig, 1921: 25 - 60) …”
Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser kesî/kesê (takekes, îndîvîd) ye. Ziman di ser takekesî/takekesê de û li her cihî jêdetir rola xwe dileyîze. Li gorî Molander, B. (1983, 1988) elementa bingehîn a sîstema zimanî peyv, bêje û ferheng in. Tîp (heft) perçeyên herî piçûk, atomên zimanî ne (Yilmaz, Maruf 2007). Månson, P (2003) ziman sîstemek ji sembolan e. Her sembolek maneya xwe heye.Ew giranîya xwe dide ser zimanî û li gorî wî ziman wekî strukturekê ye. Ji perspektîva strukturê re dibêjin strukturalîzm. Zardeşt wiha got yan jî Zerdeşt wisa got. Ew pirtûkek ji bo her kesî û tu kesî ye. Pirtûk nivîseka fîlozofê alman Frieddrich Nietzsche ye ku ji çar beşan pêk tê di navbera salên 1883 -1885an de hatîye nivîsandin û çap bûye. Vegera ededî ya heman mirina Xwedê û Pêxembetîyê ye.” Nietzsche bi felsefeya xwe ya zimanî bi “supermirov” (sermirov) afirand. Li gorî Nietzsche sermirov (supermirov) çi ye? Felsefeya supermirov bi hinduîzmê û felsefeya rojhilatî re xweş lihev tê. Felsefeya Hindî mîna hemû sêwiranên olî li Hindistanê, berî her tiştî armanc dike ku bigihîje zanîna ku azadbûna (moksha) ji cîhanê û ji nû ve zayînê dixwaze. Buddha kurê qiral bû. Felsefeya Budîstîyê doktrîna Dharma an ”abhiddharma” ye. Dharma di Sanskrîtî de têgeheka navendî ye. Felsefeya Budîzmê xwedî wateya hindî ya rêkûpêk, qaîde, nîzam, zagon (qanûn), qeydeyên civakî ye. Di Budîzmê de wateya norma gerdûnî wergirtîye. Hemû beşên cîhanê ji ”faktorên hebûnê ” pêk tên. Bûdîzm di rastîya xwe de ne ol, lê felsefeya olê ye. Yekemîn hunera nivîsandinê ji bo ramana mirovan şoreşek temsîl dike. Ev li Mezopotamya, ku niha li Kurdistanê ye, berîya 5000 salan dest pê kirîye. Li vir serhildana ramana mirovî ku encama zayîna hunera nivîsandinê bû dest pê kir. Berîya zayînê di navbera salên 9000- 7000î de li Mezopotamyayê çandînî û ewelkarî hatîye destpêkirin. Şaristanîstan li Mezopotamyayê li ser çemên Firat û Dicleyê derketîye holê. Di felsefeya zimanê kurdî de sê têgîn hene, ew jî ev in: qayîl (stîpulatîv), ferhengografî û qanihker (persuasîv). Felsefeya ziman, xwezayî giştî ya ziman û têkilîya wî ya bi cîhan û ramanê re heye ku rastîyê bi zimanî dihesibîne û dipejirîne. Bi gotineka din, felsefeya ziman, têkilîya di navbera ziman, raman û rastîyê de ye.
Hevokên sûntezê:
Hemû xortên Amedî (Dîyarbekirî) por reş in. Ji bo ku ez bersîva rast bizanibî divê ez di derberê porên xortên Amedî de lêkolîn çêbikim.
Bes e ku ez tenê xortekî ne porreş bibînim, ku ew hizr (raman) derew e.
2.Hevokên analîtîkê
PKK partîyeka demokrat e. Mehmed Şener ji PKK´ê ve hat kuştin û ew ji bo ramanên xwe hat kuştin. Encam PKK ne partîyeka demokrat e.
Huda Par partîyeka demokrat e. ”Huda Par du hevalên min yên piçûkîyê bi saxî di mala xwe de kirin bin erdê…” Ez behsa felaketa senaryoyên mezin nakim, tenê mînak didim. Huda Par totalîtarîst e. Ji bo Filîstinê bi hezaran kurdên Bakur kom kir û ji bo Filîsnê xwepênîşandanên mezin li Amedê (Dîyarbekir) li darxist, lê ne ji bo kurdan.
Berê Huda Par rengekî Hizbullah, Jîtem û AK partîyê bû.
AK partîyeka demokrat e. Rast e? Bersîv: Na. Dîyar e ku mirovahî nikare komkujîya Boboskîyê (Qilaban) ji bîr bike. Terora dewletê ji rêveberîya dewletê ya ku piştgirî dide komên terorîstên xwe yên ku li dijî kurdan tevdigerin. Di desthilatdarîya AK partîyê de azadîya raman, azadîya çapemenî/azadîya axaftina sîyasî, azadîya civînan, mafê demokrasîyê, mafên kêmnetewan/gelên xwecihî û mafên neteweya kurd/ kurdên xwecihî hatîye binpêkirin û hin serkirdeyên AK partîyê antî kurd in.
Hemû îzmîrî (îzmîr) tirk in. Bes e ku ez tenê mirovekî ne tirk bibînim, ku ew mirovê ne tirk di zimanê tirkî de hatîye çêkirin û bûye tirk.
Hemû xwişk xizmên mêr in. Ev hevok derew e ji ber ku xizm û xizmeke jin e.
3. Hevokên dîyarker
Mînak: Ev otomobîleka baş e. Têgihiştina tiştê ku ev otomobîleka baş e, tê guhartin. Heke em peyva baş ji hevokê derbixin, hevok dibe teorîk.
1.11. Heidegger, Nietzsche
(Nietzsche, F.1885: 15 – 17 - 196) Mirov kelek e, di navbera heywan û mirovê serwer (sermirov, superman) de tê girêdan. Mirov di navbera heywan û sermirov de tim tê girêdan. Nietzsche rewşeka hîpotetîk saz dike ku tê de 'cin' derdikeve pêşberî ferdekî û hezkirina wê ya ji jîyanê diceribîne û jê re dibêje bila, tu jîyana xwe bijî' (Heidegger, M.1997: 257). Jixwe heyînek ku hebûn bi vî awayî yekî ve girêdayî ye em jê dibêjin hebûn. Careke din û bêhejmar, carên din." Fîlozof Zardeşt hatîye cem gel da ku mirina Xwedê ragihîne, lê di heman demê de ji bo ragihandina tiştê ku divê li şûna olê bigire hatîye: sermirov/mirovê Serwer (supermirov). Nietzsche Ziman wekî nexweşîyekê ye. Ziman dikare bibe sedemê şerê giran an aştî ye. Xerabî ji ziman û ramanê diafire (Yilmaz, Maruf, 2015).
Nietzsche: ”Bê muzîk, jîyan dê xeletîyek be.
Huner peywira rast a jîyanê ye.
Mirov heywanê herî zalim e.
Rastî nînin, tenê şirove hene.
Hunera me heye ku em ji rastîyê nemirin.
Ez tiştekî me, nivîsên min tiştekî din e.
Zehmet e ku mirov ramanên xwe bi bîr bîne bêyî ku sedemên wan ji bîr neke.
Li bihuştê, hemû mirovên balkêş winda ne.
Bi rastî, tenê yek Mesîhî hebû û ew li ser xaçê mir…”
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.