Li bakurê Kurdistaê dema du an sê rêxistinên Kurdistanî dixwazin yekîtiya xwe pêk bînin, bi salan bi hevre didin û distînin. Dan û stendinên wan çiqasî dirêj dibe, navbera wan jî ewqasî fireh dibe. Taliya talî jî nagihêjin encamekê û ji hev dûr dikevin. Ev rewş ji sala 1979an heta niha weha dom kirî ye.
Heger dil hebe û xwestek zelal û vekirî be, ji bona bi hevre karkirin an yekîtiyeke neteweyî ne pêwîst e ku ewqas hevdîtinên dûr û dirêj bêne kirin.
Di gava ewil de mirov li ser çend xalên ku di berjewendiya xeta neteweyî de bin li hev dike û dest bi karê xwe dike. Di nava kar de, têkiliyên germ bi hevre dixuliqe û nêzîkayê çê dibe, hem jî hevdu baştir nas dikin.
Lê partî û tevgerên me yên bakurê Kurdistanê eksê vê dikin. Ji bona yekîtiya xwe pêk bînin, bi salan dikevin nava hevdîtin û têkiliyan. Hevdîtin çiqasî dirêj dibin, ji hev acizbûn jî weha dibe. Taliya talî ji hev aciz dibin. Ji nû de û dîsa ji hev dûr dikevin. Hêvî û baweriya wê bibana yek’ têk dihare. Xelk jî bê moral dibe.
Weke mînakek di vê dema talî de ku psk, pak û tevger li gel hev hin kar dikirin ku wê bibana yek an eniyeke damezrandina. Lê piştî ewqas hevdîtinên dirêj, aha çi bû herkesan dîtin. Niha PAK û tevger bi serê xwe man. Mixabin hêza wan jî têra yekîtiyeke neteweyî nake.
Demek dûr û dirêj bû ku psk, pak û tevger bi hevre di nava têkiliyan de bûn ku yekîtiyekê pêk bînin. Ji dêlva yekîtiyê helwesta ji hev dûrbûnê ji nû de derket holê û psk hevkar û dostan xwe yên bi salan ji bona yekîtiyeke kar dikirin guhdarî nekir û çû…
Helbet mafê her partî û rêxistinê ye ku rêya xwe bi xwe hilbijêre. Lê weha tê xuyakirin ku endam û rêhevalên pak û tevgerê tim HAK-PARê sûcdar dikin û dibêjin ew naxwazin yekîtiyek pêk bê. Ev gotin him di nava wan û him jî di nava dostên wan de belavkirî ye.
Dema mirov nikaribe yekîtiyakê pêk bîne, wê gavê kar dibe li sûcdarekî gerandin. Loma ez dibêjin: Ji dêlva ku weha dibêjin, ka em binerin û bibînin heta niha pak û tevgerê çi yekîtî avakirina ku HAK-PARê gotiye na.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.