Maruf YılmazNêrînên Dawî

Nirxên Gelê Kurd, Ramanên Rabirdû û Rêberên Kurd

Nirxên Gelê Kurd, Ramanên Rabirdû û Rêberên Kurd
Nêrîn Belav bike

Serokê partiyeka Tirkiyeyê di nameya xwe ya ji bo kongreya partiya xwe de bi hawayekî vekirî dinivîse; gelê kurd ne netewe ye û ji bilî vê jî zimanê xwe dirêjê malbatên bi bandor, rêberên Kurd ên wek Mistafa Barzanî,Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Seyîd Riza dike. Ev komplo û projeya kûr wekî deryayeka bêserî û bêbinî ye. Divê serkirdeyekî Kurd an jî serkirdeyekî Tirk rêzê li rêberên Kurd, nirxên Kurdan, qehreman û kesên cûrbecûr ên Kurd bigire, ev ji bo neteweya Kurd pir girîng e. Kesên wek Celadet Alî Bedirxan, Ehmedê Xanî û Şerefxan Bedlîsî rûmeta me ne û nemir in. Ez civakên Bakurê Kurdistanê wekî raman, nakokî û ramanên nû ji bilî Dem Partî û Ocalan/PKK nas dikim ji ber ku ew herdu jî partiyên Tirkiyeyî ne. Ramanên ku her tiştî diguherînin bi xwe ve girêdayî ne, hestên serbixwe ne, bi xwe dihizrin û kesên din nikarin gotin û ramanên xwe pê bidin gotin. Ma ezbûneka rastîn wekî xweser, xwebûn û serbixwe heye? Na. Ma sedemek heye ku em ji mirina xwe bitirsin, rastiyê bibêjin? Ma qet rast e ku mirov ji bo rizgarkirina welatê xwe û kesên din bimire? Ew kesên ku bi bingehîn nêrîna cîhan û Kurdistanê dixin ber pirsan, ew kes dikarin her tiştî biguherînin û gelê Kurd mafên xwe yên mirovî bi dest bixin.

Ez bawer dikim ku nirx û mîrata gelê Kurd ji Ocalan/PKK mezintir e, bi gotineka din, ez bawer dikim ku jiyan ji mirinê mezintir e. Nasnameya Kurd di kûrahiya xwebûnê de heye. Azadî bêyî destûra kesekî Tirkyeyî xwebûn e, bi gotineka din Kurdistan di hundirê xwe de heye. Azadiya hestan, serxwebûn, bi xwe bingeha azadiya rastîn e. Ez ji mirovên rasteqîne pir hez dikim. Kesên ku bi rastî ji tiştên ku dibêjin bi rastî dibêjin. Ne sextekarî, ne fêlbazî, ne derew… Dema ku serokekî partiyekê li dijî kok û nirxên bingehîn neteweya kurd derdikeve, ew dikare nakokeka kûr  biafirîne. Amûreta (alet) dewleta kûr a Tirkiyeyê bi tevger û çalakiyên wê ku rave dikin ka ji bo çi dixebite tê nasîn, baş tê nasîn.

Ramana felsefî çi ye? Felsefe dihêle ku em nirxên xwe fam bikin.

Em hewceyê elîteka Kurd in ku nirxên me, mîrata çanda me, nasnameya me ya neteweyî, serokên serhildêr, qehreman, kesayetên dengbêj, stranbêj, nivîskarên wêjeyî, rewşenbîr an serokên siyasî yên mîna Şêx Ebdulselam Barzanî, Qazî Mihemed, Şêx  Mahmud û Berzencî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Dr. Abdulrehman Qasimlo,  Samî Evdirehman û Dr. Şerefkendî  biparêze.

Proje û komployên kûr li dijî nirxên Kurd û rêberên Kurd dê nikaribin pêşî li rastiya dîroka Kurd bigirin. Dewlet û projeya wê ya kûr dikare bibêje ku Kurd ne neteweyek e, lê qiymeta (biha) wê gotinê bi qasî pênc qurişan li ba neteweya Kurd tune ye.

Nirxên bingehîn yên gelê Kurd ka çawa çêdibin, wateya wan çi ye û çawa bandorê li tevger û biryardanê dikin. Divê em vê yekê baş bizanin. Raman dikarin li perspektîfên felsefî, psîkolojîk û sosyolojîk bên dabeşkirin, lê ez li vir behsa dabeşkirinê nakim.

Bi raya min, dîrok ne berhema takeskesî ye. Tiştek tune ku di navbera hebûn û tunebûnê de rewşeka navîn be. Ez ê bibêjim, parastina nasnameya kurdî, nirxên bingehîn ên neteweya Kurd, pêşniyareka rewşenbîriyê ye. Ramana dijber tenê înkara pêşniyara rewşenbîriya kurdî ye. Nakokî ji vir diafirin. Mantiq, pergaleka diyalektikê ye, bi gotineka din metafîzîkeka diyalektîkê ye. Kurdistan xwedî çandeka taybet e, mînak: wek olên cûda, zaravayên kurdî/zman û felsefeya wê nîşan dide. Di bingeha ramana min a civakî û ramanî de têgehên azadî, aqil, mantiq, wijdan û xwe naskirinê  heye.

Ez civakên cûda yên Kurdan wekî guhertin û nakokiyên ramanan dibînim ku bi wan nakokiyan pêşkeftin çêdibin bi pêvajoyekê û ew pêvajo ramanên me diguherîne û ramanên nû diafirîne. Ramana min wekî pêvajoyekê dihizre ku aqil hêdî - hêdî bi rêya pêvajoyeka diyalektîk pêş dikeve. Ev pêvajok derketina nakokiyan û paşê hilweşandina wan di lihevkirinaéka nû de vedihewîne, ku dibe sedema zanîn û têgihîştineka nû. Ramana mutleq, ku armanca dawîn a vê  pêşveçûnê ye, di  avakirina Dewleteka Kurdî de bi tevahî dê pêk bê, ku ez wekî aqilê zêrîn dibînim. Ez bawer dikim ku raman, teorî û nirxên bingehîn ji hev cûda nî nin, lê di pêvajoyeka diyalektîkê de bi hev re girêdayî ne ku têde raman, teorî û  biryar bi berdewamî pêşve diçin û diguherin. Ez dîrokê wekî pêvajoyekê dibînim ku têde raman, hizr û nakokî ber bi zanînek an têgihîştıneka nû ya rastiyê ve diherikin (diçin). Ez bawerım ku çend pêdiviyên kurdan hene ku tevger û ewleya Kurdan birêve dibin (dimeşînin). Hin ji wan pêdiviyan ev in: ewlehî, qanûna bingehîn ji bo pejirandina  mafên kurdan,  ewlehiya nasnameya zimanê kurdî, azadî û rêzgirtin ji bo keseyetiya xwe. 

Ramanên rabirdûyê û yên dema niha çi ne?

Gelê Kurd xwedî nirx û dîroka xwe heye ku bi demê ve diguhere.  Qehremanên Kurd ên salên 1925 û 1937an ne wek ên îro ne. Nirxên wê demê bi tevahî cûda bûn û ji lewre divê mirov bi çavên wê demê lê mêze bike. Ji ber ku nirxên li gorî demê diguherin. Nirxên me girîng in. Nirx ji hêla dîrok, ol, çand û ezmûnên hevpar ve jî pêwîst in. Kurd ji aliyê çandî û olî ve xwedî çandeka pirolî û pirzaravayî ye. Nirxên bingehîn ên Kurdan, prensîb û baweriyên bingehîn in ku çawa Kurd dihizrin (difikirin), hîs dikin û tevdigerin. Çawa nirxên me hene? Çima nirxên ên bingehîn girîng in? Nirxên exlaqî çi ne? Nirxên exlaqî (etîkî)  ên ku norm û kiryarên kesekî /kesekê dide xuyakirin, hene. Qehremanên me ji bo neteweya xwe îfadeyek e ku behsa kesên ku ji bo serxwebûna neteweya xwe an jî ji bo azadiya welatê xwe têkoşînê dane, hene.

Dema mirov bi çavekî rexnegirî li mijarên nirxên neteweya Kurd binêre, hingê nirxên neteweyî bi demê re tên guhartin. Ramanên civakê ji rabirdûyê û yên niha ji hev cûda ne.

Heke mirov bi çavekî rexnegirî  li ramanên ji rabirdûyê yên dema Şêx Saeî, Seyîd Riza û rêberên kurdan ên wê demê binêre mirov dibîne ku baweriyên olî, Xwedê û dogmayên olî  aliyên jiyan û ramanên civakê birêve dibirin, lê ramana nûjen gelekî bi zanistî û aqilmendiyê ve tijî ye. Di demên kevnar de, ol di civaka û jiyana kurdan, bi taybetî li bakurê Kurdistanê, hêzeka bi bandor bû. Di navbera mirovên berê yên dema Şêx Seîd û mirovên niha de cûdahiyên eşkere hene. Ev cûdahî ji bo Seyîd Riza 1937 jî derbas dibe.

Fîlozof, rêberên neteweyên din û nirxên neteweyî

Kesên qedera Kurdistanê guhertin Mistafa Barzanî û Qazî Muhammad bûn. Hin kesên welatên din jî hene ku ji bo welatên xwe û cihanê xizmetên mezin kirin. Mînak, hin ji wan kesan ev in: Qehremanê azadiya reşikên Amerîkaya Başûr, Simon Bolivar, ku wekî ”rizgarker” jî tê nasîn, kesayetiyekî dîrokî ye ji ber ku wî li ber dijminên xwe serî ne tewandiye. Wî welatekî nû avakir û wek mêrxasekî derbasî nav rûpelên dîrokê bû. GIUSEPPE Garibaldî general û neteweperwerekî îtalî bû ji bo Îtalyayeka yekgirtî şerê giran kir û bû sembola tevgera serxwebûna Îtalyayê. Otto VonBismarck karibû gelên Almanyayê bike yek, yekitiya neteweyî pêkbîne ji ber vê yekê jî ew bû rêberê neteweyî.

Bismarck neteweperetekî muhafezekar bû, lê mohra xwe li dîrokê xist û bû nemir. Rosa Parks jineka Afrîkî-Amerîkî bû ku ji bo mafên reşikan têkoşînê daye û mohra xwe li dîrokê xistiye û Malala Yosafzeî ji Pakistanê ye û wê bi helwesta xwe ji bo mafên mirovan mohra xwe li dîrokê xistiye û derbasî nav rûpelên wê bûye.

Dema ku ez ji perspektîfeka rexneyî ya fîlozof  Parmenides dest pê dikim, guherin xelayek e ku tiştê ku bi rastî heye neguherbar û herheyî ye. FîlozofKant ramanê wekî tiştek ku bi ji aliyê avahiyên me yên navxweyî ve tê şekilkirin (rewşkirin, formkirin) didît û li gorî wî, em cîhanê  bi berçavka xwe şirove dikin. Foucault bal kişand li ser ka raman çawa di dîrokê de li gorî avahiyên hêz û gotûbêjiyan diguhere. FîlozofHegel ramanên civakê wek tez, antîtez û sûntezê dibîne.

Mahatma Gandhi ji Hindistanê ye û dibêjê: ” Tu çi dihizrî, tu dibî ew.  Ramanek ramanek e. Mirov ji bilî berhevoka ramanên xwe tiştek nîne. Mirov çi dihizre, mirov dibe ew…”

Şêx Saîd 1925 û Seyîd Riza 1937 herdu jî Kurd û Kurdistanê dihizrin, ji lewre ew bûn Kurd û Kurdistan. Mistafa Barzanî bavê neteweya xwe, general û mêrxasê neteweya Kurd e. Şêx Mahmud Barzanî, nirx, hizr û sembolê neteweya Kurd e. Qazî Muhammad, nirxên neteweyî û sembolê neteweya Kurd e.

Nelson Mandela nirx û sembolê Başurê Afrîkayê (Afrîkabaşur) ye. Ew ji bo Başurê Afrîkayê  nemir e.

Mohatma Gandhî nirx û sembolê Hindistanê ye.

Gustav Vasa nirx û mêrxasê dîroka Swêdê ye. Astrid Lindgren sembola nirx, çand û wêjeya Swêdê ye.

William Shakespeare, nirx, çand û sembolê wêjeya Brîtaniya Mezin e.

“Norm” raman û qaîdeyên nenivîsandî ne, em çawa bin, em çawa bijîn û çawa xuya bikin.  Exlaq çi ye?

Exlaq li ser têgihiştina mirov a rast, baş, çewt û xerabiyê ye. Felsefeya exlaqî bersiva pirsên dijwar dide, wek: Çi rast e û çi xelet e?

Divê em çawa bijîn?

Wateya nirxên wekhev yên hemûyan çi ne? Ev dihê wê wateyê ku divê hemû netewe, bi qasî hev bi qiymet bin û xwedî mafên wekhev bin lê çand û zimanên wan ji hev cûda ne.

Maruf Yılmaz

 

 

 

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:51:32

Nêrînên Dawî

Peyva Kurd, Gutî, Kurdolojî û KurdistanRoja Alaya KurdistanêAkademisyen Prof. Dr. Ahmet Ozer çima hat binçavkirin û sedema bıngehîn dikare çi be?Li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlementoyêDostê Kurdan Avram Noam Chomsky- 2Dostê Kurdan Avram Noam ChomskyRoja Xwendina Wêjeya Kurdî û Samî Li DiasporayêSehneya Efsanewî, Opera û Eposa Neteweyî-3Sehneya efsanewî, Opera û Eposa NeteweyîSopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîkKurd û Sala Nû 2024Kovareka nû derdikeveNewroz, Kawa û Azhî DahakaFelsefeya ZımanGunnar Ekelof li cîhanê û Firat Cewerî li cîhana wîFelsefa Wêjeya Bedew û FelsefeDaxuyaniya Akademiya Kurdî li Stockholmê li ser rewşa dawî ya KerkûkêDubarekırına Banga Akedemîya Kurdî Lı Stockholm Felsefe, Metoda Dîyalogê Cîhana zarokî/ê, li gorî zanyaran Prof. Chomsky, Prof., Dr Pîaget û Prof. Vygotskîj 'Em bi zimanê xwe ji dayîka xwe bûne'Tirkiye ji bo zarikan girtîgeha veşartî ye Hebûna evînê û zanîna hebûnê15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz be!Şerê hemû kurdan li dijî hemû kurdanDi Medya Kurdî de nezanî ji nezaniyê mirina zanînê yeHilbijartina Giştî ya 14ê Gulanê û Makezagona SivîlXemgînîya Akedemîya Kurdî lı StockholmXelata Edebiyata Kurdî ya li Dîasporayê, Layîqê kê ye?Xwedê, hebûn, tunebûn, qencî û xerabîDaxuyaniya Akademîya Kurdî li StockholmêRastî Çawa Tê Afirandin?Akademîya Kurdî lı Stockholm êrîşa Parîsê bi tundî şermezar kirCewhera ehlaqê dikare jîyaneka baştirîn biafirîne