Dr. Ezzad Afandî, di 1999an de dixwaze li Kobanê nexweşxaneyek beşa Ordûpedîyê (hestîcebarîyê) veke û ji Wîyana were welatê xwe, ku xizmetê ji miletê xwe re bike.
Rejîma Sûrîyê pir astengan ji armanca Dr. Ezzad Afandî re derdixe. Dema avakirin û vekirina nexweşxaneyê pir dajo. Di 2014an de, berî ku DAÎŞ êrîşî Kobanê bike, nexweşxaneya xwe vedike. Di avakirin û problem û astengên heyî de heta dawîyê nêzî 18-20 milîyon Dolarê Emeriki pere lê diçe. Li gor gotina cenabê wî, van peran hemû ji bêrîka xwe dide.
Piştî vekirinê, rojek kesek bi navê kontrolê tê nexweşxanê. Dixwaze, li nexweşxaneyê kontrolê çêbike. Lîsteyên nexweşan û raporên Doktoran yên rojane li ser nexweşan dixwaze. Raporan datînin ber kesê hatîye. Ew kes di destê xwe de raporan dibe û tîne, rûpelan diqulêpe û li Dr. Ezzad Afandî dinêre û dibê; “ev çiye, ez tiştekî ji van raporan fêhm nakim, çima ne bi erebî ne?” Dr. Ezzad Afandî li kesê henber xwe vedigerîne û dibêje; “evder herêma kurdan e, raporên rojane yên nexweşên me jî bi kurdî ne”. Raporan davêje û dibêje “hûn mecbûrin bi erebî binivîsînin.”
Li ser gotina vî kesî, Dr. Ezzad Afandî dibêje; “min ew ji nexweşxaneyê qewirand.” Paşîyê bi navê Azad, berpirsîyarekî PKK tê û ji Dr. Ezzad re dibêje; “Hûn nikarin raporên xwe yên rojane bi Kurdî bigirin. Em qebûl nakin. Divê her tiştên we bi erebî be”(!) Yanî qaşo herêm ketibû destê kurdan û Kurd li wir desthilatdarbûn, lê zimanê Kurdî qedexe bû li vir!
Piştî vê munaqeşê Dr. Ezzad Afendî dibêje; “PKK, nexweşên xwe neanîn ba min, birin Tirkîyê û li wir tedawî dikirin. Li nexweşxaneya min 6 Dr. Dixebitîn û tev li min em heft Doktor bûn.”
Bi êrîşa DAÎŞ re “hemû rêveberên wan revîyan. Qîyadeya wan hebû, hemûyan Kobanê terikandin. Hemû nexweş di stûyê min de hiştin û ez mam tenê. Nexwestin ku alîkarîyê jî bi min re bikin. Min nexweşên xwe derbasî Tirkîyê kirin û ez jî derbasî Tirkîyê bûm û ji wir hatim Wîyana.”
Dr. Ezzad Afandî dibêje; “di vê demê de nexweşxaneya min hat talankirin. Hemû alavên min yên nexweşxanê dizîn, birin firotin DAÎŞê. Bi tonan dermanên min hebûn, piranîyên wan min belaş li nexweşan belav dikir. Hemû birine û firotine dermanxanan. Milet mecbûr kirine ku bi peran van dermanan bikirin.”
Piştî ku Dr. Ezzad Afandî têt Wîyana,bi pir sazî û medyayên Kurd û biyanîyan re têkilî datîne. Bi medya Kurd, wek Kurdistan24 û Rûdaw re jî têkilîyan datîne û li ser mijara nexweşxaneya xwe a bi navê “Nexweşxaneya Wîyana” programan çêdike û tiştên ku hatine serê wî û nexweşxanê tîne ziman.
PKK, di 2015 an de komekê qaşo “lêkolînê” ava dikin û dixwazin Dr. Ezzad bigişînin “Dadgeha Gel” û wî sûcdar bikin. Dr. Ezzad Afandî dibêje; “min ev yek qebûl nekir û ji wan re got; hûn berpirsîyarê talankirina vê nexweşxanê ne. We dest danî ser hertiştê nexweşxanê, divê hûn hesab bidin min.Hûn hêzên tûndrew yên terorê ne.”
Piştî vê bersîvê pir tehdît hatin ser min. Peyayên Tirkî û Îranê xistin dewrê û her xwestin ku bi rîya wan zerarê bidin min. Ji min re gotin; “dengê xwe qutbik. Hêzên terorê û Civanên Şoreşger şandin ser min û min tehdît kirin. Evana hemû bi navê kodê wî yê PKK Azad ku kesê bakurê Kurdistanê ye, hemû ev tişt hatin organîze kirin.”
Di axaftinên xwe de ji ber ku min ji wan re gotîye; ”hûn terorîstin, tiştê ku hûn dikin karên terorê ne. Hûn însanan tehdît dikin, direvînin, didin kujtin û zîndan dikin. We nexweşxana min talan kir. Ev karên terorê ne. Hûn xizmetê ji kurdan re nakin, hûn miletê xwe talan dikin, hûn bi dû rantê de ne, dixwastin ku min dadgeh bikin û cezê bidin min.”
Di avakirina vê nexweşxaneyê de, di navbera 18 û 20 milîyon $ perayên DR. Ezzan Afandî çûne. Dest danîne ser her tiştên wî yên li Kobanê. Tenê sucê wî ew bû ku dixwest xizmetê ji miletê xwe re bike. Tenê bawerî pê anîbû ku, bi rastî li Roajayê Kurdistanê “şoreşek” çêbûye û desthilatdarî ketîye destê kurdan. Lê piştî ku rû bi rûyê van pirsgirêk û helwestên tûndrew dibe, bawerîya xwe pê tîne ku hertişt li ser vê axa ku ji kurdan re pîroze derewe. Li wir sîstemek dijminane hatîye avakirin û koka kurdan li ser wê axê anîye.
Ji %70 axa kurdan radestî terora Tirkîyê û hevalbendên wê yên terorê kirine. Ev hêz her roj destdirêjî namûsa kurdan, mal û milkên kurdan dikin. Beşê mayî hemû radestî ereban kirine. Ji 2.5 milîyon hejmara kurdan daketîye 700 hezar Kurdî. Demografîya herêmê bicarekê de hatîye guhertin û 3.5 milîyon erebên revende li ser axa kurdan bi navê “biratîya gelan” bicîh kirine. Beşek piçûk di destê wan de maye, ew jî bi rejîma Sûrîyê re îdare dikin û talan dikin. Nifusek mezin di qampan de dijî. Av tine, derman tine, elektrîk tine, xwarin tine. Tiştê ku dikeve destê wan jî berhemên wan yên xwemalî ne.
Rastîya Roavayê Kurdistanê eve.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.