Çarhawêrên Kurdistanê di nav agirê şerekî bêdawî de ye. Ne dîyare ku wê ev guloka agirê şer kengî û çawa bidawî bibe! Bandora vî şerî li ser Kurdistanê jî heye. Di herêma Rojhilata Naverast de em Kurd, destê xwe dirêjî çi bikin, dibe gulokek agir di destê me de. Ji ber wê jî zîrektî, girêdanên xurt û sîyasetek aqilane ji her roj bêtir divêtîya me pê heye.
Ji hêzên îslamîst yên wekaletê û dewletên îslamê re Îsraîl; “devletek divê jiholê rabe“ ye. Dijminatîya Îsraîlê; li ser esasên olî û berjewemendîyên sîyasî-dîktatorî bi şîveyek dijminatîya cuhûyan dimeşe. İslam, bûye çekek mezin di destê dewletên wek Îranê, Tirkîyeyê û Katarê de. Li ser „bawermendîyê ku wek çek, ji bona bicîhkirina armanc û berjewendîyên xwe bikar bîne“, Ola îslamê kirine çekek mezin ji bona dîzaînkirina civata îslamê.
Ev bi şîveyek tundûtûjî, li ser esasên terörê, zorbatîyê dimeşe. Serîyekî vî şerê wekaletê digîhêje me jî. Hinek hêzên nav mala Kurd jî, ji bona berjewendîyên xwe yên grûbî-hizbî dixwazin ji vê tundûtûjîyê fêdê bigirin. Ev gulokek agire û berjewendîyên miletê Kurd dixe bir tehlûkê.
Di nav vê hengameya Rojhilata Naverast de; li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê li pêş me ne. Di 20.10.2024an de ye. Propaganda hilbijartinan di 25.09.2024an de destpê kir. Mixabin, ev propaganda ya hilbijartinan, ne bi hestên ku hemû hêzên başûrê Kurdistanê berpirsîyarên destkevtin û sîstema Kurdistanê ne; bi hestek dijminane, ku qet wê divêtîya wan bi hev re tunebe û ew destkevtinên li ser wê axa pîroz neyên hemûya ne, tevdigerin. Ev jî dibe çekek mezin û dikeve destê dijminên miletê Kurd û Kurdistanê.
Serkirdayetîya YNKê, ev demek dirêje bi helwest û meramên PKKê tevdigere. Sloganên PKK bikar tîne û bi zimanê PKK êrîşî PDKê dike. Tu dibê qey piştî hilbijartinan wê YNK divêtîya wê bi PDKê tunebe û wê bi hev re Parlementoya Kurdistanê nedin xebitandin tevdigere.
PKK, hêzek wekaletê ya serê çîyayên Kurdistanê ye. Hevsarê pratîka PKK di destê pir hêzan de ye! Lê YNK, hêzek medenî a ku li ser axek xwedî statûye. Mafe YNKê tineye ku wek hêzek serê çîyê tevbigere. Dema serê çîyê derbas bûye.
YNK li bajaran, di nav civatê de rû bî rûyî berjewendîyên civatê ye. Ji perwerdê, tendurustî û bicîhkirina jîyanê ji ciavtê re bigire, heta bezirganî û ewlehîya civatê berpirsîyare! Nikare bi mejêyekî “çi dibe bila bibe“, bizrê kînê û nefretê biçîne. YNK, ne PKK ye û di tunel û jikevtên Kurdistanê de najî. Li bajar û bajarokên Kurdistanê, di nav civatê de berpirsîyare û divê li gor vê berpirsîyarîya xwe tevbigere.
Divê qedroyên kevin yên YNK xwedî li keda xwe û li destkevtinên xwe derkevin. Meydanê ji van kesên ku ji sîyasetê û ji keda dehan salan, xwîna şehîdan tineye re nehêlin. Nikaribin jî divê bi dengên xwe, bi şiveyek demokratîk bikin ku ev sîyaseta bêberpirsîyar û tundrev têkhere.
Birêz Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye. Birêz Qûbat Talabanî jî Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê ye. Ji ber ku van rojan serkirdeyê YNKê Bafel Talabanî bi zimanê PKK diaxive û bi îdeayên bêbingeh, êrîşî desthilatdarîya Herêma Kurdistanê û PDKê dike, sirrek sert bi destpêkirina propagandayên hilbijartinan re ji terefên serkirdeyên YNKê destpê kirîye. YNK, li Silêmanîyê muhalefete û li hevlêr jî şirîkê hikûmetê ye.
Serkirdeyên YNKê, Herêma Silêmanîyê wek milkê bavê xwe bikar tînin. Dest datînin ser dahatên herêma Silêmanîyê û nadin qaseya navendî a herêma Kurdistanê. Dest datinin ser van dahatan û xizmetguzarîyê jî nakin.
Silêmanîyê bûye wargeh ji PKK re û medya PKKê anîye li Silêmanîyê bicîh kirîye. Bi rîya vê medyayê bi îdeayên bêbingeh bizrê dijminatîyê di navbera sîyaseta Herêma Kurdistanê de têt çandin.
Bi İraqê, Îranê û Haşdî Şabî-PKK re dixwazin desthilatdarîyekê ava bikin. Ev dijminatîya sîstem, destkevtin û pêşeroja herêma Kurdistanê bi xwe ye. Di vir de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî ji cîgirê xwe Qûbat Talabanî pirsekê dike!
Dipirse; „Hûn dixwezin îktîdara me bi dawî bînin, armanca we eve?“ Di vir de Qubat Talabanî ku cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê ye bersîvê dide û dibêje; “belê emê Îktîdara we bidawî bînin“(!) Ev ziman, ne zimanekî sîyasî û çêker e. Ev ziman yê xerakirinê ye. Ev zimanê Qubat Talabanî, dîyar dike ew jî ketîye hewa Bafel Talabanî!
Gelo Rewşenbîr, hunermend, zana, aqilmend, kadroyên kevin yên YNKê, bezirgan û dikandarên Silêmanîyê, rûniştînerên silêmanîyê çi difikirin di derpeqa desthilatdarên Silêmanîyê de? Gelo nabînin ku serkirdeyên YNK û zarokên Mam Celal, Silêmanîyê ji bona berjewendîyên biqirêj bikar tînin?
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.