Di 02.06.2023 de di Rojnameya Washington Postê de nûçeyek derketibû. Li gor vê nûçeyê; ji bona ku emerîka neçar bikin ku axa Sûrîyê terk bike, Îran, Sûrîye, Rûsîya lihev kirine ku; „bi bombeyên bi tesîr, wê êrîşî hêzên Emerîka û hevalbendên wê bikin, ku Emerîka mecbûr bibe, ji Sûrîyê derkeve.“
Di vê nûçeyê de rojnameya Washington Postê, wek çavkanî jî raporên îstîhbaratî yên veşartî dide nîşan. Li gor vê nûçeyê, piştî ku Emerîka axa Sûrîyê biterikîne, wê „rêveberîya xweser bêt hilweşandin û ewê radestî rejîma Beşar Esad bibin“(!)
Wek ku em dizanin; Rêveberîya xweser her di daxûyanîyên xwe de eşkere dikir ku, „em mecbûr bibin, bê merc emê beşdarî artêşa Sûrîyê bibin“(!)
Destpêkê ez dixwazim xalekî girîng bînim bîra we: Dema ku şerê navxweyî yê Sûrîyê destpê kir, di qada navnetewî de hin yekitîya Ewrûpa û hin jî Emerîka piştgirîyek mezin dan opozisyona Sûrîyê. Di vê piştgirîyê de erkên mezin derketin ber Tirkîyê.
Hin ji hêla birêvebirina opozisyona Sûrîyê de û hin jî ji hêla koçberan de tirkîyê li ser sîyaseta „dij rejîma Sûrîyê“ erkdar bû. Wê wextê li ser axa Sîrîyê opozîsyonek xurt û çalak hebû. Dewleta Tirkîyê bi hewesek balkêş, xwe kişand nav vê gengeşî û şerê navxweyî yê Sûrîyê. Di wê wextê de Tirkîyê bi daxwazek tûnd dixwest ku Rejîma Esad hilweşe. Li gor vê xwestinê jî li ser axa Sûrîyê rol girt. Hemû hêzên opozîsyonê kişand nav Tirkîyê û kampên perwerda leşkerî avakir û li Stenbol û Enkerê, Entabê jî ofîsên hêzên opozîsyonê vebûn. Yanî Tirkîyê bi carekê de bû karargeha hêzên opozîsyona Sûrîyê. Ji bona van kar û mîsyonan ji Yekitîya Ewrûpa û Emerîka ji bona Tirkîyê, bi milîyaran Dolar û çek hatin.
Tirkîyê çi kir ji van dolar û çekan?
Di destpêkê de „ha îro ha sibê wê Esad bireve û rejîm bikeve“ wek qanaat hebû. Pirsa me ya duyem eve: Çawa rejîma Esad ji hedefa hilweşandinê derket û ket astek ku rejîma Şamê hin bi dewletên Yekitîya Ereban û hin jî bi Tirkîyê re were astek têkilîyên dîplomatîk?
Tirkîyê ew pere û piştgirîya ku ji bona Tirkîyê û opozîsyona Sûrîyê dihat, ne ji bona armancên wê alîkarîyê, lê ji bona armancên xwe yên herêmê bikar anî. Opozîsyona Sûrîyê ji hev perçe perçe kir û bi xwe ve girêda, xist kontrola xwe û ji bona armancên xwe bikar anî. Ev jî ji Tirkîyê û Sûrîyê re du awantajên mezin bidest xist.
Yek; Opozîsyona Sîrîyê ji armanca xistina rejîmê dûr ket û Kurd jî kirin hedef ji xwe re. Hêzek wek DAÎŞ derxist holê ku enerjîya Hêzên Hevpeymanan û Emerîka û Kurdan di dirêjaya 8 salande meşgul bike. Bi vê re rejîma Sûrîyê xwîn girt û xurt bû. Elbet di virde divê em rolê Rûsîya û Îranê jî ji berçavan dûr nexin!
Îro, beşek mezin ji axa Başûrê Rodjavayê Kurdistanê di destê Tirkan û hêzên tûndrew yên bi ser Tirkîyê ve di rewşek xerab de ne. Kurd di quncika Qamîşlo û Hesekê de dorpêçkirî mane û nikarin nefesê bigirin.
Tirkîyê, şerê navxweyî yê Sîrîyê ji xwe re wek awantajek mezin bikar anî û serkevtî jî bû. Vê serkevtinê hewesa tirkîyê di herêmê de mezin kir. Ev hêzên tûnrew yên îslamîst ji xwe re perwerde kir û ji bona armancên xwe yên herêmê bikar anî. Bi rêya van hêzên tûndrew hêzên çekdar derxist Libîya, bir Azerbeycanê û Başûrê Kurdistanê jî.
Di vir de hebûna PKK, hin li Bakurê Kurdistanê, hin li Başûrê Kurdistanê û hin jî li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji dewleta tirkan re avantajek mezin derxist holê û rê vekir ku Tirkîyê di herêmê de bike „aktorek herêmî“
Bi raya min em Kurd, ji dêlve Tirkîyê û sîyaseta wê piçûk bibînin û li bendê bin ku rejîm bêt guhertin, divê em rastîya vê dewletê û sîyaseta wê a van 10 salên dawî rast bixwînin û li henber wê tedbîrên xwe bistînin, stratejîyek nû û serkevtî avabikin.
Pêvajokek Nû û Turkîye!
-Di van 10 salan de Tirkîyê Ji hêla parastinê de gavên mezin avêt. Bi SÎHA re sanayîya ewlehîyê jî derxist astek bilind.
-Çavkanîyên enerjîyê peyda kir û ji xwe re bikar tîne.
-Li pir cîhan lîstikan xeradike û lidar dixe.
-Di parastina Azerbeycanê de rolekî mezin lîst, bê ku ti dewlet pêşî lê bigirin.
-Bi Rûsîya, Îran û Sûrîyê re ket nav îtîfaqekê ku du alî bikaribe Rejîma Sûrîyê biparêze û pêşî li kurdan bigire, an jî sîyaseta Kurdan a herêmê bêbandor bike.
-Di Dagirkarîya Rûsîya a ser axa Ûkraynayê de jî sîyasetek konane dimeşîne.
Di pir cîhan de Tirkîye û NATO-Emerîka hatin henber hev, lê di gavên xwe de Tirkîyê ji ser a xwe daneket. Her van hêzan li henber Tirkîyê bipaşde gav avêtin.
Di virde pirsek din derdikeve ber me; gelo tirkîyê çi hêze ku Emerîka, NATO û Yekitîya Ewrûpa li henber van pêşîlêgirtinên Tirkîyê bêdeng dimînin?
Li pişt van gavên Tirkîyê sîyaseta Emerîka a statûparêz heye. Di pêşketina têkilîyên bi Sûrîyê û dewletên ereban de jî rolê Emerîka heye. Ji ber ku emerîka di vê pêşketina têkilîyên dewletên ereban de jikenandinekê di Sûrîyê de ji bona Îranê dibîne. Ev rewş Îsraîl jî kêfxweş dike. Bi vekişandina hêzên Îranê yên li Sûrîyê re, dixwazin HDS (Hêzên Demokratîk yên Sûrîyê) jî entegreyî artêşa Sûrî bikin. Ev jî daxwazek Tirkîyê bi xwe ye jî.
Di van mercan de wê serokatîya Tirkîyê dest bi pêvajokek nû bike. Rewşa Aborîyê, sîyaseta herêmê û rewşa Tirkîyê wê di astek krîtîk de bimeşe. Ji bona ku Tirkîyê nefesek demkî bigire û di rêka xwe de dîsa dest bi meşê bike, dibe ku hinek mercên navxweyî nerm bike. Ji ber ku divêtîya rêveberên Tirkîyê bi vê heye. Derxistina hinek girtîyan ji zîndanê, nûkirina Destûra Tirkîyê û munaqeşa mercên Yekitîya Ewrûpa wê bibin sebebê vê nermkirina rejîmê, ku carek din kirinên xwe ji hafiza mirovan derxîne.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.