Ev şeş sale ku Başûrê rojavayê Kurdistan wek „herêmek defakto“ di destê PYD/YPG û hêzên pêve girêdayî de ye. Ticarî van hêz û rêveberên ku vê herêma „defakto“ di destê xwe de girtine, bi çavê beşek ji axa Kurdistan li vê xaka Kurdistan mêze nekirine û li ser esasên netewî, projeyek Kurd û Kurdistanî nedan ber xwe û neparastine. Ji A. Ocalan bigire heta PKK, PYD, Tev-Dem, YPG, bi zimanekî eşkere gotine; „Dewlet ne hewceye ji kurdan re, emê rojhilata navîn demokratîk bikin, wê Kurd jî di bin sîya demokratîk kirina me de bijîn. Em doza gelan dimeşînin. Armanca me ne tenê kurd in!“(!)
Metodên totalîter bikaranîn û sistemek ku hêvî jê nayê der, dan ber xwe. Ji berpirsiyarîya hêzek netewî dûr, wek hêzek maceraperest ev beş kirin qurbana îdeolojîya xwe û şerê wekaletê. Derfetên ku derketin ber wan binpê kirin.
Ji proja „kantonan“, derbasî proja „biratîya gelan“ bûn û ji wir jî demek bahsa „Federasyona Bakurê Sûrîye“ kirin. Ji vir jî bipaşde gav avêtin û gotin „Bakurê Sûrîye“(!) Ev stratejî ji binî de projeyên dewleta Sûrîye û înkarkirina mafê rewa yê miletê Kurd bû.
Li ser navê „şoreşa Rojava“, naverokek vingîvala ji kurdan re derket ber me. „Şoreşa Rojava“ mefhûmek bê wate û manîpîlasyonek rêxistinîye. Ti elaqa wê bi doza Kurd û Kurdistan re tineye.
Ev stratejîyên ku bêwatene, bûn sebeb ku hêzek totalîter li herêmê bibe hikumdar û hemû hêzên netewî derxîne dervê herêmê, an jî bi wan xwe bi darê zorê bide qebûlkirin.
Ev metod bûn sebebê ku, li ser axa Kurdistan Kurd li angora mafê xwe yên rewa nebin xwedî statû. Bûn sebeb ku hêzên navdewletî vê xaka ku 6 sale bi xwîna keç û xortên kurdan têt avdan, wek statûyek fermî nepejirînin.
Yek ji sebebên vê malxerabîyê, ew stratejîya bêwate a PKK bû ku, bi navê „proja demokratîk a gelan“ raserî miletê Kurd kir, ku di qada netewî de Kurd li ser axa xwe wek miletekî cîh negirin û nebin dozdarê axa xwe û statûyek netewî.
Van xeteyên ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan pêk hatin, bûn sebeb ku keç û xortên kurdan di şerê wekaletê de keda wan, xwîna wan bi erzanî bêt firotin, bêt xerckirin û mafê miletê Kurd li vî beşê Kurdistan berbihewa bibe.
Têkilî û piştgirîyên ku hêzên hevpeymanan û Emerîka dan vî beşê Kurdistan, ji bona xurtkirina hêzek totalîter û berjewendîyê partîzanî û wekaleta şerê navxwe yê Sûrîye hat bikar anîn. Êdî Kurd yek bi yek van qozan li ser xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan wenda dikin û her ku diçe cîh ji wan re teng dibe. Kurdan bicarekê de Rojhilatê Firatê wenda kir û niha dor tê herêma Cizîrê.
Lihevhatina li ser xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan ku di navbera Emerîka û Tirkîye de çêbûye, li ser navê rêveberîya PKK Mazlum Kobanî jî beşdar e. Di van danûstendinan de PKK, Şertê, „Divê artêşa Tirkîye ji Efrîn vekişe“ bipaş de girt. Ev tê wateya ku, Rojavayê Firatê bicarekê de ket bin bandora Tirkîye û Tirkîye êdî li wir bi rehetî wê dagirkerîya xwe, zilma xwe, guhertina demografîya herêma Efrîn bidomîn e.
Başûrê Rojavayê Kurdistan ji bona Emerîka kertek pir girîng bû. Rêveberîya PKK, li Rojavayê Başûrê Kurdistan ev kert ji ber têkilîyên bi dewleta Sûrîye re baş bikar neanî û hebûna Tirkîye li Rojavayê Firatê meşrû kir.
Di têkilîyên Rêveberîya Rojava û Emerîka de fersendek pir mezin di destê Kurdan de hebû. Bê kurdan mercên ku Emerîka li ser axa Sûrîye bimîne nema bû. Bê têkilîyên bi kurdan re, Emerîka ne mumkûne ku li ser Sûrîye bibe xwedî stratejîyek bihêz. Ev rastî, berî bi demekê, serokwezîrê derve yê Emerîka Rex Tillerson bi zimanekî zelal eşkere kiribû. „Hêzên li bakurê Sûrîye ku bi Tirkîye re têkevin şer, wê denklemên stratejîk yên Emerîka bicarekê de tarûmar bibin. Ev tê wateya ku em deftera Sûrîye bigirin û vegerin mala xwe“(!)
Sîyaset, hinek jî fêrbûna parastina berjewendî û metodên têkilîyane jî. Rêveberîya li Rojavayê Kurdistan, li henber Tirkîye ev denklema Emerîka nedît, an jî nexwest bikar bîne. Ev fêhmkorî jî bû sebebê ku xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan carek din bêt dagerkirin.
Li ser vê lihevhatina nû detay pir hindikin. Tenê sê xal derxistine pêş û di danûstendinan de jî hebûna PKK înkar kirine, an jî veşartine. Lê bi eslê xwe hin A. Ocalan û hin jî rêveberên Rojava jî di nav vê lihevhatinê de ne. Guftûgo di warê îstîhbaratî de meşîyane.
Di destpêkê de bi eslê xwe, Emerîka bi Hêzên Hevpeymanan re dixwest ku „herêmek Ewle“ ava bike. PKK, ji ber têkilîyên wê bi Sûrîye re nêzî vê projê nebû. Ji ber ku di pîlankirina „Herêmek Ewle“ de, li ser axa kurdan, statûyek ji kurdan re derdixist holê û dewleta Sûrîye ev proje wek „Perçekirina axa Sûrîye“ dinirxand. Di vî warî de Emerîka û rêveberîya Rojava tawîzên mezin dane dagirkeran û ev proje bûye „Korîdora Aşitîyê“(!)
Di pîlankirina vê „korîdora Aşitîyê“ de vegera awareyên Sûrîye heye. Ev aware wê ne Kurd bin. Wê Mahacirên Sûrîye bînin û li ser axa kurdan bicîh bikin. Ev jî di dijraberîya demografîya Kurdistan de, gavek guhertina demografîya vî beşê Kurdista tîne û dijî berjewendîyên kurdan e. PKK û PYD, li ser navê „biratîya gelan“ û xwestina Sûrîye, A. Ocalan ev korîdor pejirandîye.
Kuraya vê „korîdora Aşitîyê“ jî baş nehatîye zelal kirin. Di xala lihevhatinê de kûraya 5-15 km. Derbas dibe û wê bibe sebeb, ku Tirkîye di kûraya heta 20 km.re de bikaribe operasyonan li ser axa kurdan pêk bîne. Ev peyman, derfetek wilo jî dide Tirkîye.
Di vê peymanê de armanca Tirkîye, hilweşandina deverek siyasî a xwedî statuyek Kurd û Kurdistanî ye.
Carek din kurdan derfeta ku derketibû pêşîya wan bikar neanîn û bûn qurbana berjewendîyên rêveberên xwe.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.